9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Em ê teqez serok ji Îmraliyê derxin’

Çalakvana Nobeda Edaletê Hemîde Mûglan diyar kir ku heta tecrîd neşkê û serok azad nebe dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Ji bo tecrîd rabe divê hemû dayik tev li Nobeda Edaletê bibin.”

34 meh in tu agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Ji bo azadiya fîzîkî li cîhanê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” hatiye destpêkirin. Di çarçoveya pêngavê de girtiyên siyasî di 27’ê Mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine.

Malbatên girtiyan jî di çarçoveya hamleyê de di 4’ê kanunê de li Wan, Amed, Edene, Mêrsîn, Stenbol û Îzmîrê dest bi Nobeta Edaletê kirine û çalakî didome. Yek ji çalakgera Nobeda Edaletê ya Mersînê Hemîde Mûglan e.

Girtî meh û nîveke di grevê de ne

Mûglan hat serdana çalakvanên Nobeda Edalatê ya Amedê û piştgirî da dayikên Amedê. Çalakvan Hemîde Mûglan ji rojnameya me re axivî û diyar kir ku ji bo şer bidawî bibe ew têdikoşin û got: “Ji bo ku tecrîda li ser serokê me û girtiyên bê rakirin, me dest bi çalakiyê kiriye. Girtî ji bo agahiyekê ji Abdullah Ocalan bigirin ketine greva birçîbûnê. Meh û nîveke girtî di greva birçîbûnê de ne. Tecrîd li tevahiya Kurdistanê berbelav bûye. Di serî de girtî û em wekî dayikan li dijî vê tecrîdê têdikoşin. Wek dayikan em jî dixwazin bibin parçeyeke têkoşîna gîrtiyan. Armanca van çalakiyê di serî de rakirina tecrîda li ser serokê me, li ser girtiyên azadiyê ye bê rakirin û serok û girtî ji zindanê bên berdan.”

‘Wê têkoşîna me bidome’

Mûglan anî ziman ku ew sekna dayikan a li dijî tecrîdê pîroz dike û wiha domand: “Her ku tecrîd berbelav dibe xizanî ji berbelav dibe. Dema tecrîd bê rakirin wê krîza aborî jî çareser bibe. Her tişt bi tecrîdê ve girêdayî ye. Heta tecrîd rabe û serok azad bibe, em ê têbikoşin. Em tecrîdkirina serokê xwe qebûl nakin. Heta ku deriyê girtîgehan vebe û serok azad bibe em ê di ber xwe bidin. Wekî her dayikeke aştîxwaz heta dilopek xwîna min hebe, ez ê li dijî neheqiyê li ber xwe bidim. Em ê tim li pey doza serok, girtî û heval û hogiran bin. Em ê teqez tecrîdê bişkînin serokê xwe ji girtîgeha Îmraliyê derxin. Sê sal in hevdîtin bi serok re nehatiye kirin. Em nizanin rewşa wî çawa ye. Nahêlin malbat û parêzer biçin hevdîtinê. Ev di tu edalet û hiqûqê de tune. Ev bêhiqûqî û tecrîd bi tu awayî nayê qebûlkirin.”

‘Serkeftin a dayikan ne’

Mûglan, hemû dayikên ku li bajarên din di çalakiya nobeta edaletê dene bi rêzdarî slav kir û wiha bi dawî kir: “Bejna xwe li ber sekna û daxwaza dayikan ditewînin. Banga li hemû dayikên ku aştiyê dixwazin û dixwazin şer raweste dikim ku tevlî çalakiyê bibin. Heta em hemû ranebin ser piya em nikarin tecrîdê bişkînin. Ji bo tecrîd bişkê divê ne tenê dayikên girtiyan hemû dayik tevlî Nobeda Edaletê bibin. Werin em hemû bi hev re li dijî vê tecrîdê têbikoşin. Serkeftin a dayikan ne.”