4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nobedarên Edaletê 6 jinên şoreşger bi bîr anîn

Nobedarên Edaletê yên Stenbolê di çalakiyê de 6 jinên şoreşger ên kurd ku li Parîs û Sîlopiyê hatibûn qetilkirin bi bîr anîn.

Li Stenbolê çalakiya Nobeda Edaletê li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Esenlerê berdewam kir. Di çalakiya ku 26 roj li pey xwe hişt de çalakvanan pêşmalkên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin û dest bi çalakiya xwe kirin. Li cihê çalakiyê pankarta “Ji bo edaletê tecrîdê têk bibin, ji bo aştiya civakê jî bibin dengê zindanan” daliqandin. Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Ciwanan a DEM Partî, nûnerên DEM Partî yên Kagithane û Eyubê, hevserokê DEM PartÎ yê Senbolê Murat Kalmaz û gelek jin çûn serdana nobetê.

6 jin bibîr anîn

Di Nobeta Edeletê de bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Sakîne Cansiz, Fîdan Doğan û Leyla Şaylemez yên di 9’ê Çileyê 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin û Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayîr ên di 4’ê Çileyê 2016’an de li Sîlopiyê hatin qetilkirin bi bîr anîn. Di bîranînê de aktîvîsta TJA’yê Hatîce Başkalane axivî û kesên di komkujiya Parîs û Sîlopiyê de hatine qetilkirin bibîr anî. Hatice Başkalan diyar kir ku jinên hatine qetilkirin di şexsê rastiya jinên kurd de hedef hatine girtin û wiha got: “Li hember heqîeta jina azad a kurd şer dane destpêkirin.Ji ber tevgera jinên azad bûye hêviya rizgariya jinê û dibe ronahî. Peywira sereke ya me ev eku tecrîda li ser Rêberê gelê kurd bê şikandin û azadkirina wî ye.”

Bername bi dirûşme û çepikan bidawî bû.