11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nobedên ji bo azadiya Abdullah Ocalan didomin

Ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiyên Nobetên Edaletê li gelek bajaran didomin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û zêdetirî 34 meh in tu agahî jê nayên girtin hatine destpêkirin, di roja 42’yemîn de berdewam dikin.

Di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” de malbatên girtiyan jî li Amed, Wan, Edene, Mêrsîn, Îzmîr û Stenbolê çalakiyên Nobeta Edaletê dane destpêkirin û çalakî didomin.

Amed

Li Amedê bi pêşengiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiyê Rêxistina Dem Partiyê ya li navçeya Rezanê hatiye destpêkirin, di roja 35’an de berdewam kir. Beşdarên çalakiyê pêşmalkên ku li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin.

Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat di çalakiyê de axivî. Canpolat, diyar kir ku li Tirkiye û Kurdistanê tecrîdeke giran li ser gel heye. Bi domdarî Canpolat bal kişand ser grevên birçîbûnên yên di 27’ê mijdarê de li girtîgehan hatine destpêkirin û wiha got: “Ji bo grevên birçîbûnê yên li girtîgehan bi dawî bibin divê em dengê xwe bilind bikin. Ji bo ev çalakî nekeve qonaxeke girantir, ji bo cenaze ji girtîgehan dernekevin divê gavên xurt bên avêtin. Li dijî vê zilm û şerê taybet dengê xwe bilind bikin.”

Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedanan zindanan” hate berzkirin.

Wan

Çalakiya bi pêşengtiya TUHAY-DER’a Wanê li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajêr hatiye destpêkirin jî di roja 34’an de didome. Dayikên Aştiyê yên Geverê û rêveberên DEM Partiyê hatin serdana çalakvanan. Her wiha Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê û gelek kesên din çalakvan ziyaret kirin.

Ji Dayikên Aştiyê Mehsîma Yaşar di çalakiyê de wiha got: “Heta em tecrîda li ser Ocalan neşikînin dê aştî neyê vê xakê. Bi taybet jî divê Dayikên Aştiyê di vê mijarê de di nava hewldanan de bin. Ji bo bidawîkirina van bêhiqûqiyan divê têkoşîn hebe. Dê têkoşîna me ya li dijî vê polîtîkaya tecrîdê ku bandorê li temamiya qadên jiyanê dike, bidome. Heta welat û gelê me azad dibe em ê li her qadê têbikoşin.”

Edene

Nobeta Edaletê ya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) daye destpêkirin di roja 35’emîn de berdewam kir. Gelek Dayikên Aştiyê tev li çalakiyê bûn û rêveberên DEM Partiyê hatin serdana çalakgerên nobetê. Di çalakiyê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û hemû girtiyan hate kirin.

Mêrsîn

Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (TUAY-DER’a Çûkûrovayê) hatiye destpêkirin jî 35 roj in didome. Gelek Dayikên Aştiyê tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de stranên kurdî hatin gotin.