2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dîsa Zirto beriziye

Zirto herêm tev daye ber xwe û li dijî sivîlan û saziyên wan ên xizmetê, benzînxane, depoyên genim û heta bi nexweşxane jî di nav de, sûcên şer dike.

Dîsa Zirto beriziye û weke kerê ku mozqirtik pêve vede daye lotik û zîtirkan û hemû sazî û dezgehên bakur û rojhilatê Sûriyeyê dane ber lotik û zîrtikên xwe. Wek kerê hefsarê xwe biqetîne û bi xezeb bide lotikan û biteriqe lê hatiye. Wê gavê nema ne hop û ne hoş û ne jî şoş fêde dike.

Her wiha birayê wî yê gavanê çêlekan ê ku qaşo hevalbendê herî nêz ê parêzvanên vê herêmê ye û bi hev re li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonan dikin, ziq li wan lotikên Zirto dinere û daxuyaniyên beredayî dide.

Gavan jî diçe û tê û dibêje ez ji van êrîşan ‘bifikarim’. Na na bi hersî navê Xwedê û her not û neh navên Xwedê tu ne bifikarî, hebe tune be tu keftarî û şirîkekî xedarî.  Ma ne bi destûra te be wê Zirto çawa karibin ewqas lotikan bide.

Weleh gelê wê herêmê û hemû gelê kurd jî bi fikar e û texmîn dike ku ew êrîş bêyî destûra te nayên kirin. Gelekî bi fikare ku tu ne semîmî wê ‘fikara’ xwe tînî ziman.

Di dema dawî de medyaya Zirto ji bo guhertina rojeva krîza aborî ya vî welatî û mijûlkirina xelkê hemû rojeva xwe kiribû şerê Îsraîl û Hemasê û êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê. Rojane bernameyên siyasî yên der barê êrîşên li dijî Xezayê diweşandin û Îsraîlê bi kirina sûcên şer tewanbar dikir.

Niha jî bi nêzbûna hilbijartinên 31’ê adarê dîsa rojeva xwe diguherînin li ser dijminahiya kurdan nijadperest û faşîstên xwe radikin ser piyan û dîsa bûye hela helaya wan. Li aliyekî din jî vê carê wekî reklameke hilbijartinan dibêje em ê di demek nêz de derkevin ser heyve. Dibêje em ê bi wesayita xwe ya (yerlî û milî) bifirin û biçin ser gerestêrkan.

Dema min lê temaşe kir ew meseleya astronotê sûrî hat bîra min. Carekê Rûsyayê ji Sûriyeyê re got bila astronotekî we jî bi me re tev li geşta me ya fezayê bibe. Sûriye jî hem di cih de astronotê xwe amade kir û ew bi ekîba rûsî re şand. Îca dibêjin piştî ku geşta wan qediya û astronotê Sûriyeyê vegeriya welatê xwe, pişta destê wî tev werimî bû. Dema ji astronot pirsîn û gotin ma ev çi bi destê te hatiye. Astronot gotiye; wan kafirên astronotên rûsî nedihiştin ez destê xwe bidim tiştekî. Her ku min destê xwe dirêjî bişkoke wesayita fezayî dikir wan tepek li destê min dida û digot destê xwe nede wê bişkovê. Lewre wan destê min werimand û nehiştin ez destê xwe bidim tiştekî.

Bi her halî di hemû hilbijartinan de her carê ji xwe re bi rengekî xelkê dixapînin, cara din kaniya petrol û gazê bû, vê carê jî çûna fezayê ye. De hêviya min ji Xwedê heye ku ew jî bi wesayitê re here û hey here. Belkî wiha em ji hev safî bibin. Wek meseleya Smaîlê dîn û Şêxmûso. Şêxmûso kurê Hilwa, gelekî Smaîlê dîn aciz dikir. Smaîlê dîn xwest nifirekê li Şêxmûso bike û ji diya wî pirsî û wiha got: Keçê Hilwa ma Şêxmûso bi sorkan ketiye, Hilwa got erê. Smaîlo got ma bi xuriyê jî ketibû, dîsa Hilwa got erê…welhasilî Smaîlo navê kîjan nexweşînê got û Hilwa got erê wele ew nexweşîn jî derbas kiriye. Smaîlo nema zanibû çi nifirê li Şêxmûso bike û di ber xwe de got; Welehî ev bêbav nema dimire, ma piştî ji ewqas nexweşîna nemir wê bi nifra min bimire! Lê wekî dibêjin kufir didome lê zilm û zordarî nadome. Bi hêviya rojên xweş û azad sersala we pîroz be. Li xwe miqate bin û emanetî qenciyê bin.