4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tûka ser rûyê Esat Oktay

Ligel hemû pêkanînên dermirovahiyê li Zindana Amedê Sakîne Cansiz û hevalên xwe dest ji têkoşînê bernadin, Cansiz ji şoreşgeriya xwe tawîzê nade û li Zindana Amedê tu jinek nabe îxanetkar.

Sakîne Cansiz salek beriya darbeya leşkerî ya 1980’î tê girtin. Li girtîgehên Elazîz, Meletî, Amed, Amasya û Çanakaleyê 11 salan (1979-1990) dimîne û rastî îşkenceyên herî giran tê. Cansiz di beşa duyemîn a pirtûka xwe ya bi navê “Jiyana min her şer bû” de behsa pêvajoya girtîgehan a piştî derbeya leşkerî û têkoşîna li zindanan dike.

Di bîranînên wê de bi taybetî dema Zindana Amedê û pergala îşkenceyê ya zindanê ciheke berfireh digire. Dema ew tev li hevalên xwe ji girtîgeha Meletî derbasî Zindana Amedê dibin, bi ketina zindanê ve yekser rastî êrîşên leşkeran dibin.

Sakîne Cansiz li wir cara yekem Esat Oktay dibîne. Di bîranînên xwe de wê kêliyê wiha pênase dike: “Ji nişkav de kesek li cem me xuya kir, ji ku hatibû, rutbeya wî çi bû? Ew çawa dimeşiya, xwedî rûyekî çawa bû. Çavên wî yên xayîn bi xwînê tijî bûn. Qîçê xwe beş kiribû. Lêv û devê wî bi qîçekê sadîstî beş dikirin. Bêguman ne bişirîneke mirovî, ne rûyekî mirovî, ne jî awireke mirovî bû.”

Esat Oktay ji Sakîne Cansiz dipirse; “Tu tirk î?” Cansiz dibêje; “Na ez kurd im.” Li ser vê bersivê Esat Oktay şîqameke li Cansiz dixe. Ji wê gavê şûndetir hem Cansiz hem jî hevalên wê yên jin ên girtîgehê bi êrîşên nijadperest û zayendperest ên Zindana Amedê re rû bi rû dimînin. Dûre Esat dîsa dipirse: “Tu tirk î?” Sakîne bersiv dide û dibêje; “Na, ez berî her tiştî şoreşger im. Di şoreşgeriyê de netewe ewqas ne pêwîst e, lê ez kurd im. Ger tirk bama, min ê bigota ez tirk im.” Li ser vê bersivê heta Cansiz ji ser xwe ve diçe dixin feleqayê. Ew hem wek kurd, hem wek jin û hem jî wek şoreşgerek li ber xwe dide.

Esat Oktay qêrîna êşa jinan a di dema îşkenceyê de weke “awazeke xweş” bi nav dike. Ew taybetî ji tundiya fizîkî, derûnî û zayendî ya li ser jinan û bedena wan kêfê digire. Îşkenceya bi copan, destavêtin, tundiya li ser organên zayendî û her wiha îşkenceya psîkolojîk, wek mînak hucreyên yekkesî, li ser hev danîna girtiyan tazî, bi pîsîtiyê lewitandina girtiyan, çend awayên îşkenceyê yên Esat Oktay bûn. Ji bilî vê Esat Oktay girtiyên jin dibirin nav girtiyên mêr û bi destavêtinê wan tehdît dikir. Û bi vî awayî girtiyên mêr neçarî li xwe mukir dihatin.

Laşên jinan bi taybetî di rewşên şer de û di zindanan de her tim objeyeke bingehîn a êrîşan temsîl dikin. Di hemû şerên desthilatdaran de êrîşa li ser bedena jinan bi awayekî sîstematîk wekî çek tê bikaranîn. Laşê wan her tim yek ji hedefên baviksalariyê ye. Destavêtina sîstematîk a jinan beşek ji îdeolojiya nijadperestî û desthilatdariyê ye. Ev nêzikatiya baviksalarî û şerma li dora laşên jinan bi hev ve girêdayî ne. Têkçûna jinan li ser vê yekê tê hedefgirtin. Tê xwestin ku jin ji laşê xwe, ji hebûna xwe şerm bike. Jin bi laşê xwe ve ji qîmetê tê xistin.

Lê ligel hemû pêkanînên dermirovahiyê li Zindana Amedê Sakîne Cansiz û hevalên xwe dest ji têkoşînê bernadin, Cansiz ji şoreşgeriya xwe tawîzê nade û li Zindana Amedê tu jinek nabe îxanetkar. Bi zanebûna bikaranîna laşê jinan wek çek, tu carî serî danayne û ji şermê re serî natewîne. Lewma jî ji hêla hevalên xwe ve wekî xwedawenda Zindana Amedê tê pênasekirin.

Ew tûka Cansiz a ser rûyê Esat Oktay bersiveke dîrokî ji  tundiya li ser laşê jinan û ji bênirxkirinê re bû. Cansiz bi vîna xwe derbeke mezin li faşîzmê xistibû û di nava dîwarên Amedê faşîzma dewletê hejandibû.

Navê Esat Oktay hefteya borî li Tirkiyeyê li dibistaneke seretayî hat dayîn. Dûre li ser bertekan ev nav dîsa hat hilanîn. Yên ku li derdora laşê jinan şermê ava dikin, bêşerm û bêheya navê sadîst û îşkencekaran li saziyên xwe yên perwerdehiyê datînin. Ev helwest asta nijadperestî û zayendperestiya Tirkiyeyê û muhasebeya wê ya bi paşeroja xwe re bi awayekî vekirî dide der.