10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

100 hezar kes ji mafê tenduristiyê bêpar man

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Kantona Firatê Ehmed Mahmût anî ziman ku piştî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî nexweşxaneyan 100 hezar mirov ji mafê tenduristiyê bêpar man

Hevserokê Desteya Tenduristiyê yê Kantona Firatê Ehmet Mahmûd têkildarî  êrîşên Tirkiyeyê yên li ser nexweşxaneyan û encama zerar û xizara li nexweşxaneyan hatiye kirin vegot. Dr. Ehmed Mahmûd qala sedema êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî qadên tenduristiyê kir û wiha got: “Erdogan hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye hedef. Hemû binesaziyên xizmeta civakî kiriye hedefa xwe. Qadên tenduristiyê jî di nava hedefên Erdogan de ne. Dixwaze gel ji xizmeta tenduristiyê bêpar bihêle. Loma êrîşî nexweşxaneyan û qadên tenduristiyê dike. Dewleta tirk li îstasyonên petrol û depoyên avê da. Dixwaze cihê xizmetê belav bike. Dixwaze millet xizan bike û koçber bike. Dixwazin axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vala bike. Dixwaze kesên biyanî li vir bi cih bikin.”

Nexweşxane bombebaran kirin

Dr. Ehmed Mahmûd da zanîn ku qada tenduristiyê yek ji qadên xizmeta bingehîn e û wiha axivî: “Bi êrîşa li dijî van navendan dixwaze gel vala bike û ji xizmeta tenduristiyê bêpar bihêle. Balafirên Tirkiyeyê li Nexweşxaneya Gurçikşuştinê xist. Vê nexweşxaneyê, tenê xizmeta nexweşên gurçikan dikir. Vê nexweşxaneyê di mehekê de xizmeta 200 nexweşî dikir.”

Rojê 400 nexweş derman dikir

Dr. Mahmûd ani ziman ku dewleta tirk heta niha li herêma Firatê û Kobanê gelek caran nexweşxane bombe kir û wiha lê zêde kir: “Di serdema koronayê de li nexweşxaneya zarokan xist. Piştre li nexweşxaneyek din xistin. Du ambulans kirin hedef. Cara dawî jî li navenda bajar êrîşî nexweşxaneyan kir. Vê navendê rojê nêzî 400 nexweş muayîne dikir. Xizmeta 100 hezar welatiyên Kobanê û gundên wê dikir. Hemû rûxandin. Di vê nexweşxaneyê de beşa zarokan, nexweşiyên gundirîn, nexweşên şekir û ambulands li vir hebûn. Di êrîşê de nexweşxaneyê bi 200 hezar dolar xisar dît. Li vir 5 ambulans ji xizmetê derketin û zirarek mezin dît. Ev nexweşxaneya navenda bajêr di 2015’an de ji aliyê bijîşkên sînornenas ve hat vekirin. Heta 2019’an de jî  ji aliyê bijîşkên sînornenas ve hat meşandin. Bijîşkên cîhanê yên sînornenas li dijî vê êrîşê daxuyaniyek da. Lê ne daxuyaniyek ew bas bi tesir bû. Em hêvî dikin ku her kes li dijî van êrîşan rol û rista xwe bilîze. Ev nexweşxane xizmeta tenduristiya gel dike. Êrîşên li dijî nexweşxaneyan nayên qebûlkirin.”

10 hezar zarok derman dikir

Dr. Ehmed Mahmûd, destnîşan kir ku vê nexweşxaneyê rojê di navbera 300-500 kes muayine dikir û wiha axivî: “Mehê 8 hezar -10 hezar mirov derman dikir. Li vê nexweşxaneyê beşa zarokan, beşa nexweşên şekir hebû. Bêtir zarok derman dikirin. Ambulansên me rûxandin. Ambulansa hemû nexweşên herêma Firatê neqlî vê nexweşxaneyê dikirin. Mehê 10 hezar zarok li vir dihatin dermankirin.

100 hezar bênexweşxane man

Li vê nexweşxaneyê beşa derûnî, şekir, zarok, mezin derman dikir. Vir navenda ambulansan bû. 100 hezar mirovî ji vê nexweşxaneyê xizmet digirt. 100 hezar mirov bêtenduristî, bê xizmet man. Em ê nexweş û malzemeyan neqlî cihekî din bikin. Em armanc dikin ku di 2 hefteyan de cihekî nû têxin meriyete.’