4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk beraet kir

Hevşaredara navçeya Pirsûsa Rihayê Hatîce Çevîk a ku qeyûm li şûna wê hatibû tayînkirin, ji dosyeya ku jê dihat darizandin beraet kir. Ji bo Çevîk vegere ser wezîfeya xwe dê parêzerên wê serî li Dadgeha Îdareyê bidin.

Hevşaredara navçeya Pirsûsa Rihayê Hatîce Çevîk ya ji hêla Wezareta Karên Navxweyî ve ji kar hatiye girtin û li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin. Çevîk ji dosyeya ku jê dihat darizandin beraet kir.

Cara ewil di 11’ê tebaxa 2016’an de qeyûm tayînî Şaredariya Pirsûsê ya di bin rêvebirina Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) kirin. Piştî 3 salên di bin rêveberiya qeyûmî, gelê Pirsûsê di hilbijartina 31’ê Adarê de rêveberina Şaredariya Pirsûsê da Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). Hatîce Çelîk di hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an a herêmî de bi rêjeya 59,36 dengan hate hilbijartin û di 15’ê mijdara 2019’an de bi hincetên “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” hate binçavkirin. Piştî ku hate binçavkirin Qeymeqamê Navçeyê Kenan Aktaş wek qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Çevîk a bi heman îdiayan 6 rojan di binçavan de ma, di 20’ê mijdarê de hate girtin û wê şandin Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T’yê. Piştre Çevîk sewqî Girtîgha Tarsûsê ya Jinan kirin.

Serdozgeriya Komarê ya Rihayê di 9’ê çileya 2020’an de derbarê Çevîk de îdianame amade kir. Di îdianameyê derbarê Çelîk ya, bi sûcdariyên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê kirinê” hatiye amedekirin de, 20 sal cezayên hepsê hate xwestin. Ji bo sûcdariyê jî çend daxuyaniyên Çelîk dabûn saziyên çapemeniyê hatin nîşandan. Her wiha hat îdiakirin ku Çevîk bi saziya Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Malbatên Xizmên xwe Winda Kirine ya Mezopotamyayê re têkilî daniye û bi saziyê re tevgeriyaye. Her wiha di çarçoveya îdianameyê de derbarê 29 kesan ji bo kar ketine şaredariyê de 10’ê wan bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê kirinê” kirarî hatine kirin û hat îdakirin ku 11 kesên ketine kar “malbatên nirxan” in. Tevlîbûna çalakiyan a Çevîk ên li Amed û Mêrdînê yên şermezarkirina tayînkirina qeyûman, piştgirîdayîna grevên birçîbûnê û di roportajeke xwe de gotina “Şer hilweşîn e, êş e, rondikên çavan e û ji kesî re tu fêdeya wê tune ye” wek sûc hatibûn nîşandan.

Ji hemû sûcan beraet kir

Îdianame ji hêla 2’yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Rihayê ve hate qebûlkirin. Çevîk di danişîna 2’yemîn ya di 23’yê hezîrana 2020’an de hate berdan.

Îdianame bi helwestên siyasî hatibû amadekirin’

Çevîk biryara beraetê nirxand û destnîşan kir ku îdianame bi helwestên siyasî hatiye amedekirin û got: “Tayînkirina qeyûman di serî de bêhiqûqî bû. Tayînkirina hemû qeyûman bêhiqûqî bû. Piştî tayînkirina qeyûm ez 7 mehan zêdetir di girtîgehê de hatim ragirtin û niha jî doz bi beraetê biencam bû. Dozger îtîrazî biryara beraetê kiriye û ji ber vê yekê dosye di Îstînafê de ye. Em ê li bendê bin û encama bêhiqûqiyê bibînin.”

‘Qeyûm cezakirina gel e’

Çevîk destnîşan kir ku di doza girtina HDP’ê de ew bi xwe jî di nava lîsteya qedexeya siyasetê jê re tê xwestin de cih digire û got: “Niha tu qedexeyên siyasetê nîn in. Ji bo vegerîna min a kar tu astengî nîn in. Li Pirsûsê nêzîkatiyeke cuda heye. Ji qeyûmê şûna min hatiye tayînkirin jî, qeyûmek hate tayînkirin (Qeyûmê halê hazir Îbrahîm Guneş e). Her du qeyûm jî xizmeta Pirsûsê nekirin. Pêşî li xizmetên me yên ku em bikin jî girtin. Armanca wan ew bû ku xizmeta gel neyê kirin û Pirsûs bi pêş nekeve. Qeyûm cezakirina gel e.”