5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Cezayîr û Tûnisê şewata daristanan

Cezayîr û Tûnis di nava şewata daristanan û germa zêde de ne. Li Cezayîrê herî kêm 34 kesan jiyana xwe ji dest da û germahî gihîşt 48 pileyî

Li Cezayîrê germahiya hewayê li hin deveran gihîşt 48 pileyî, lewma li pênc wîlayetên li rojhilatê welêt alarma bi rengê pirtiqalî hate dayin.

Ji ber şewata li bakurrojhilatê welêt ku şeva Yekşem-Duşemê dest pê kir, herî kêm 34 kesan jiyana xwe ji dest da ku 10 ji wan leşker bûn, 26 kes jî birîndar bûn. Wezareta Karên Hundir bang li şêniyan kir ku xwe nêzî qadên şewatê nekin.

Li Tûnisê jî ku cîranê cezayîrê ye, li herêma Tabarkayê agir bi daristanê ket. Li heman herêmê hefteya derbasbûyî jî şewatê rû dabû.

Li paytexta Tûnisê germahiya hewayê gihîşt 49 pileyî. Li ekraneke mezin a li kolanekê, danê nîvro pileya germahiyê 56 nîşan dida. Germa zêde her wiha rojên dawî bû sedema qutbûna elektrîkê.

Li herêma Magrebê; li Fas û Lîbyayê jî germahiya hewayê zêdeyî germahiya asayî ya demsalê ye.