17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Tirkiye beramberî avê, daxwaza neftê ji Iraqê dike’

Şîrovekarê siyasî Dr. Eyser Hesun got ku Tirkiye dixwaze dest deyne ser ava Iraqê ji ber ku çavkaniya avê ji Tirkiyeyê ye û li beramberî her bermêlek av, daxwaza bermêlek neft ji Iraqê dike

Girtina para ava Iraqê ya ji aliyê dewleta tirk ve metirsiyek mezin li ser, cotyarî, lawirvanî û giştî jiyanê dike. Der barê mijarê de şîrovekarê siyasî Dr. Eyser Hesun ji ajansa Rojnews’ê re axivî.

Dr. Eyser da zanîn ku kêmavî bandorek mezin li ser çandiniya Iraqê dike, ji ber vê jî 7 milyon cotyar û welatî ji gundên xwe koçî bajaran kirine. Eyser got ku ev jî hişyariyek cidî ye û di nava civaka Iraqê de bombeyek demkî ye.

Li gorî Eyser dibêje, hikumet bi rêya danûstandinên bi Tirkiyeyê re hewl dide, pirsgirêkê çareser bike, lê Tirkiye bi rêya hinardekirina kel û pel, xurekên pêwîstiya welatiyên Iraqê pê heye, derfetan bikar tîne.

Eyser da zanîn ku Tirkiye li Iraqê bi vê yekê xwedî planek dirêje, hewl dide dest deyne ser para avê ya Iraqê, ji ber ku çavkaniya avê ji Tirkiyeyê ye û got; “Tirkiye li hemberî her bermêlek av, daxwaza bermêlek neft ji Iraqê dike.”