3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevşaredarên Wanê mazbatayên xwe girtin

Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdûllah Zeydan piştî serhildana gel a dîrokî, mazbatayên xwe wergirtin.

Hewldana xespkirina li dijî vîna gel a li Wanê di encama serhildana gel a li kolanan têk çû. Îktîdara AKP’ê west bi lîstikekê hevşaredariyê ji destê DEM Partiyê bigirin, lê gel daket kolanan û destûr neda vê yekê. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan ji bo wergirtina mazbatayên xwe hatin pêşiya Lijneya Hilbijartinê ya Bajar. Bi sedan kes bi Şedal û Zeydan re bûn. Hevşaredarên ku mazbatên xwe wergirtin, beriya ku biçin şaredariyê ewilî ji gelê ku ew bi wan re bû axaftineke kurt kirin.

Hevî ji nûve zindî bûn

Hevşaredar Şedal a piştî mazbataya xwe wergirt bang li girseyê kir wiha got: “Demekî dirêj e ji bo ku wekhevî, edalet û wijdana kolektîf jinûve di civakê de ava bikin têdikoşin. Di rêveberiyên herêmî de jî bi heman fikriyatê têkoşîna me didome. Bi taybetî ji hevrêyên ciwan, jinan, gel, dayikan, saziyên sivîl ên civakî û hemû dînamîkên me yên bajêr re ku ji pêşhilbijartinê heta niha li dora namzetên xwe bûne yek spasiyên xwe pêşkeş dikin. Em spasiyên xwe pêşkeşî herkesên ku li dijî meyleke gengaz mafê xwe yê demokratîk danîn holê, berxwedana me mezin kirin û kirin ku têkoşîna me bi serkeftinê tacîdar bibe dikin. Geşedanên dawî yên li Wanê yê li ser navê lêgerîna me ya maf, azadî û edaletê ya civakê xurt bibe, hêviyên jinûve zindî kirin. Vê yekê ne tenê li ser navê Wanê li ser navê hemû gelan û erdnîgariyê ev hêvî bilind kiriye. Bila ev serkeftin pîroz be.”

Em ê bi hevre aştî û edaletê avabikin

Zeydan ê spasiyên xwe pêşkeşî herkesê kirin jî wiha got: “Demekî kurt be jî  em di pêvajoyeke ku hiqûq û edalet hatin rawestandin de derbas bûn. Em di serî de spasiyên xwe pêşkeşî gelê Wanê yê xwedî li vîna xwe derket ji aliyê demokrasî, hiqûq û edaletê helwest nîşan da û her kesên hestiyarî nîşan dan dikin. Ev biryara YSK’ê wergirt, li welatê me serdestiya hiqûqê, pêkanîna edaletê û aştiya civakî, vîna jiyaneke birûmet bihêztir dike. Êdî pêdiviya erdnîgariya me bi şer û bêhiqûqiyê nîne. Berpirsyartiya me hemûyan heye ku em bi hev re aştiya civakî û jiyaneke bi rûmet ava bikin. Êdî dem dema ku em aştiya civakî ava bikin û ji bajarê xwe yê xweşik, ji gelê xwe yê xweşik re xizmetê bikin e. Ji bo ku em hemû pirsgirêkên bajêr ên komî ser hev bûne çareser bikin, em ê dest bi xebatan bikin. Em spasiyên xwe pêşkeşî hemû gel dikin.”