17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DEM Partî li Hezro û Stewrê îtîraz kir

DEM Partî di navçeya Hezroyê ji bo 904 dengên hatine betalkirin jinuve werin jimartin, li navçeya Stewrê jî ji bo hilbijartin werin betalkirin serlêdan kirin.

Yek ji navendên ku bi hilbijêrên veguhestî hatiye rojevê navçeya Hezroya Amedê bû. Di navçeyê de li gorî agahiyên nefermî AKP’ê 4 hezar û 83 deng girtin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan jî 3 hezar û 712 deng girtin. Di navçeyê de nava her du partiyan de 371 deng ferq heye û 904 den jî wek betalbûyî hatin hesibandin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo dengên betalbûne jinûve werin jimartin, serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê da lê belê îtîraza DEM Partiyê hate redkirin. Bi ser vê yekê DEM Partî serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar da.

Di hilbijartinên 31’ê adarê de di Lîseya Pir Bername ya Anatoliyayê de 900 leşker-polîsên veguhestî deng bikaranîn.

Stewrê: Bila hilbijartin werin betalşkirin

Herwiha DEM Partî ji ber hilbijêrên veguhestî li navçeya Stewra Mêrdînê deng bi kar anîne, bi daxwaza hilbijartin werin betalkirin serlêdan kir. Di navçeyê de 978 leşker-polîsan deng bi kar anî. Li gorî encamên nefermî AKP bi ferqa 767 dengan di pêş de xuya dike. DEM Partî ji bo betalkirina hilbijartinan serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê da. Bi ser redkirina serlêdanê, DEM Partî serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar da.

Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku di malnîşana hejmar 12 a li Taxa Kaplanê de hebûna 650 hilbijêran wek delîl têr dike.