2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MKG û DFG: Rojnamegeran berdin

MKG û DFG'ê li dijî êriş û tundiya li ser rojnamegeran şermezar kirin û xwestin rojnamegeran berdin.

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî êriş, muameleya ne baş a li dijî rojnamegeran daxuyaniya nivîskî dan. Di demên dawî de ji ber mazbataya hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan li Wanê nehat dayin çalakiyên şermezarkirinê dest pê kirên. Di van çalakiyan de bi taybet rojnameger bûn hedef. MKG û DFG’ê di daxuyaniya der barê mijarê de banga berdana rojnamegeran kir û got:”Divê her kes xwedî li kedkarên çapemeniyê yên dibin deng, guh û çavên gel, derkeve. Divê rojnameger bi destên îşkenceyê neyên berdan. Em ji bo hevalên xwe yên rojnameger ên êriş li wan hatine kirin, hatin binçavkirin û birîndar bûn dibêjin derbas bûyî be. Em daxwaz dikin ku hevalên me yên rojnameger demildest bên berdan. ”

Komeleyan anîn ziman ku herî dawî piştî hewldana xespa îradeyê ya li Wanê rojnamegeran çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî xespkirina îradeyê şopandin û li vir jî bi heman êrişê rû bi rû man û wiha gotin: “Gelek hevalên me bûn hedef û bi êrişa polîsan rû bi rû man. Rojnameger bûn hedefa bombeyên gazê û guleyên plastîk. Hinek bi tundiya polîsan rû bi rû man, polîsan bi zorê dîmenên rojnamegeran kişandibûn, jê birin. Li Wanê û li Stenbolê hevalên me yên rojnameger hatin binçavkirin. Li Wanê û Stenbolê di xwepêşandanên ji bo piştevaniyê de rojnamegerên geşedanên dawî li cihê wê dişopandin dîsa bûn hedefa polîsan. Li Wanê nûçegîhana NûJinhayê Medine Mamedoglu hat binçavkirin û piştre hat berdan. Li Esenyurta Stenbolê nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê Ferhat Sezgin, nûçegîhana Ajansa Pir Haber (PÎRHA) Dîlan Şimşek, nûçegîhana Rojnameya Yenî Yaşamê  Sema Korkmaz, nûçegîhana Arti Gerçekê Muzeyyen Yuce û li Kadikoyê jî nûçegîhana SiyasiHaber.Org Zilan Azad û Yeşim Dokur dema çalakiya jinan a ji bo piştevaniya Wanê dişopandin hatin binaçavkirin. Zilan Azad û Yeşim Dokur hatin berdan. 4 rojnameger jî hîn di bin çavan de ne û tê payin îro derkevin edliyeyê.

Dîmenên binçavkirina rojnamegeran ket rojeva raya giştî. Ji aliyê gelek polîsan ve tundî li wan hatin kirin û hatin binçavkirin. Ji vana yek jê jî nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê Ferhat Sezgin e. Polîsan îşkence li Ferhat Sezgin kirin û pozê wî şikandin. Hevalên me yên rojnameger ên din jî di dema binçavkirinê de bi tundiyê rû bi rû man.

Ev rewş me dixe nava fikaran û me bi hêrs dike. Raste rast ewlehiya canê hevalên me dikeve nava talûkeyê. Lê belê divê polîs û leşkerên li wir di destpêkê de ji bo ewlehiya canê hevalên me hewl bidin. Lê belê polîs û leşker bi awayekî bêperwa êrişî hevalên me yên rojnameger dikin. Polîtîkayên bêcezahiştinê, polîs kirine mîna alavên îşkenceyê. Li kolanan lêdana kuştinê li mirovan dikin û kes ji vê yekê re nabêje bisekine. Lê belê em vê yekê qebûl nakin. Ev tundiya polîs û leşkeran darbeya herî mezin a li hember azadiya çapemeniyê ye. Îktidar û polîsên di bin fermana îktidarê de divê demildest dev ji van êrişana berdin û ji bo ewlehiya canê rojnamegeran hewl bidin. Her wiha divê her kes xwedî li kedkarên çapemeniyê yên dibin deng, guh û çavên gel, derkeve. Divê rojnameger bi destên îşkenceyê neyên berdan. Em ji bo hevalên xwe yên rojnameger ên êriş li wan hatine kirin, hatin binçavkirin û birîndar bûn dibêjin derbas bûyî be. Em daxwaz dikin ku hevalên me yên rojnameger demildest bên berdan. “