3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Metîn Alataş li ser gora xwe hate bibîranîn

Xebatkarê rojnameya Azadiya Welat Metîn Alataş ê li Edeneyê hatibû qetilkirin, li ser gora xwe hate bibîranîn.

Beriya 14 salan di 4’ê Nîsana 2010’an de li navçeya Seyhan a Edeneyê xebatkarê rojnameya Azadiya Welat a bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin Metîn Alataş hatibû qetilkirin. Alataş, li ser gora xwe ya li Goristana Kuçukoba ya navçeya Seyhanê hate bibîranîn.

Malbata Alataş, xebatkarên Çapemeniya Azad, endam û rêveberên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên xwe Windakirine re ya Akdenîzê (AYKAY-DER), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Akdenîz û Edeneyê (AATUHAY-DER), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên navend û navçeyê jî di nav de gelek kes tev li bîranînê bûn.

Hevserokê AYKAY-DER’ê Mûstafa Yildiz ê di bîranîna bi rêzgirtinê destpêkir de axivî, anî ziman ku dê têkoşîna Alataş bidomînin. Rêveberê AYKAY-DER’ê Mûrat Tûrgay jî vegot ku Alataş di nav xebatên Çapemeniya Azad de cih digirt, ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê hate qetilkirin. Dayika Alataş, Hatûn Alataş jî bi bîr xist ku her tim gef li lawê wê dihate xwarin, beriya ku were qetilkirin hatiye revandin û destnîşan kir ku lawê wê întîhar nekiriye, hatiye qetilkirin. Alataş, careke din xwest ku kujer bên dîtin. Dayik Alataş, bi lêv kir ku heta kujer bên dîtin û darizandin dê têkoşîna xwe bidomînin û berxwedana gelê Wanê silav kir.