21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu di grevê de ye

Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu ragihand ku ketiye greva birçîbûnê got: “Weke rojnameveneke ku xebatên wê yên pîşeyî tên krîmînalîzekirin û hatiye hefskirin li dijî bêdengiyê dengê xwe bilind dikim.”

Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglu ya li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin, ragihand ku ketiye çalakiya greva birçîbûnê. Dîcle Muftuoglu bi rêya parêzerên xwe ragihand ku dest bi greva birçîbûnê kiriye û dê heta 5’ê sibatê çalakiya xwe bidomîne.

‘Bila her kes dengê xwe bilind bike’

Peyama Dîcle Muftuoglu wiha ye: “Em di rastiya Tirkiyeyê ku herkesên difikirin, rastiyan dinivîsin tên girtin dijîn. Em dizanin ku tişta esas hatiye hefskirin û tecrîdkirin heqîqet e. Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê li girtîgehan hatiye destpêkirin berdewam dike. Tecrîda li dijî azadiya îfadeyê, heqîqetê, demokrasiyê û azadiyê tê pêkanîn û tune hesibandin çavkaniya xwe ji polîtîkayên li Girava Îmraliyê tên meşandin digire. Ji bo ev tarîtî were belavkirin divê tecrîd bê rakirin. Weke rojnamevaneke ku xebatên wê yên pîşeyî tên krîmînalîzekirin û hatiye girtin û bi awayekî şexsî encamên bêhiqûqiyê dîtiye, li hemberî bêdengiya hatiye afirandin dengê xwe bilind dikim. Ji bo ku heqîqet di tarîtiyê de nemîne ez bang li herkesê dikim ku dengê xwe bilind bikin.”