spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Nobeda Edaletê rêwîtiya serkeftinê ye’

Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek serdana çalakgerên Nobeda Edaletê kir û got: “Ev çalakî rêwîtiyeke serkeftinê ye.”

Nobeda Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ji pirsgirêka kurd re çareserî li Stenbol, Amed, Wan, Mêrdîn, Mêrsîn, Edene û Mêrsînê berdewam dike.

Stenbol

Nobeda Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê di roja 46’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibû hilaWîstin. Çalakvanan pêşmalkên li ser bi kurdî û tirkî “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin û gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek, endama Meclisa DBP’ê Îdîl Ûgûrlû, endam û rêveberên DEM Partiya Buyukçekmeceyê, TÎP, OHD û Koma Hevra serdana nobetê kirin.

Cengîz Çîçek ê di çalakiya nobetê de axivî, beşek ji parastina Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê nivîsandine xwend û dest bi axaftina xwe kir. Çîçek, anî ziman ku divê fikrên Abdullah Ocalan li her qada jiyanê belav bibin û wiha got: “Dema gotûbehs Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan be gelek tiştên ku divê bên gotin hene. Divê em hinek tiştan bînin bîra vê feraseta dewletparêz û qirker. Ev çalakî rêwîtiya serkeftinê ye û heta ku encam bigire em ê bidomînin. Divê em çalakiyên wiha bi bîrdoziya xwe, çanda xwe û serokatiya xwe re bikin yek. Em careke din ji dost û dijmin re bêjin ku Serokê vî gelî heye û nîşan bidin ku gel li dora Serok bûye yek.”

Welatiyên tev li nobetê bûn jî destnîşan kirin ku heta ku azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk neyê dê têkoşîna xwe bidomînin.

 Wan

Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê hatiye destpêkirin di roja 55’yan de berdewam dike. Rêveberên DEM Partiyê yên Rêya Armûşê û pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê û gelek kesan serdana nobetê kirin.

Hevserokê TUHAY-DER’ê Çetîn Ûyar ê di çalakiyê de axivî, xwest ku ne tenê sazî û dezgeh, hemû gel bi serdana çalakiyê xwedî lê derkeve û wiha got: “Dayikên me bi rojan e di nobetê de ne. Divê em jî bi piştevaniyeke mezin xwedî lê derkevin. Heke em xwedîderketineke mezin nîşan bidin, wê demê desthilat jî dê neçar bimîne ku bi paş ve gavê biavêje. Ûyar, bal kişand ku çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan ketiye roja 63’yan û got: “Em naxwazin agahiyên nebaş ji girtîgehan bigirin. Ji ber vê yekê bêyî ku bibe dereng ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan û rakirina tecrîdê divê em xwedî li van çalakiyan derkevin.”

Çalakiya nobetê bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” û tevahiya rojê bi serdanan berdewam kir.

Mêrsîn

Nobeta Edaletê ya ku li Mêrsînê bi Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) li avahiya komeleyê di roja 56’an de berdewam kir. Ji bilî endamên Meclisa Dayikên Aştiyê gel tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.  Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Raziye Sumer a di çalakiyê de axivî, destnîşan kir ku heta tecrîda li Îmraliyê rabe û Abdullah Ocalan azad bibe wê çalakiya xwe bidomînin. Sumer a bang li Wezareta Dadê kir, xwest ku daxwazên wan bên bicihanîn û bersivekê bidin wan.

Piştî axaftinan çalakî bi gotina stranan a hunermend Ramazan Eren berdewam kir.

 Mêrdîn

Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê li avahiya DBP’a Bajêr hatiye destpêkirin di roja 22’yemîn de berdewam kir. Endamên Lijneya Koordînasyona Bajêr a TMMOB’ê û pêkhateyên Platforma Şaxan a KESK’ê ya Mêrdînê serdana nobetê kirin. Kesên serdana nobetê kirin, piştgiriya xwe destnîşan kirin û anîn ziman ku ji bo domandina têkoşînê bi biryar in.

Hunermendên Ribabê yên serdana nobetê kirin, bi beşdarvanan re stranên berxwedanê gotin. Di vê kêliyê de dîmenên rengîn derketin holê.

Amed

Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya DEM Partiyê ya Navçeya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 55’emîn de berdewam kir. Rêveberên DEM Partiyê yên Peyasê û rêveberên navçeyê yên Licê û gelek welatî beşdar bûn.

Çalakiya nobetê bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û tevahiya rojê bi serdanan berdewam kir.