3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nûçegihanê MA’yê Altintaş bi şertê kontrolê berdan

Nûçegihanê MA’yê Mahmût Altintaş ê ku polîsan cara duyemîn ew binçav kirin, li edliyeyê bi şertê kontrola edlî serbest berdan.

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mahmut Altintaş ku duh danê sibehê li Taxa Yenî ya navenda Semsûrê dema nûçe dişopand hatibû binçavkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Altintaş duh piştî kar û barên wî yên li miduriyeta polîsan bi dawî bûn sewqî Edliyeya Semsûrê kirin. Di vê kêliyê de ji ber li dijî tewandina serê xwe derketibû, 5 polîsan êrişî wî kiribûn.

Altintaş ê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatibû binçavkirin, piştî bi şertê kontrola edlî hatibû berdan duh êvarî ji bo giliyê polîsên ku ew derbkirin, bike çû qereqolê û li wir careke din hatibû binçavkirin. Altintaş, ê bi hinceta “li dijî polîsan derketiye” duh bi şev di nezaretê de di binçavan de hate ragirtin, piştî kar û barên wî yên miduriyeta polîsan bi dawîbûn sewqî Edliyeya Semsûrê kirin. Dozgeriyê, Altintaş bi hinceta “li dijî polîsan derketiye” bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê kir. Polîsên ku Altintaş derb kirin, îdia kirin ku Altintaş ew derbkirine û hewldaye kelemçeyên hesin ên bi destê wî ve biqetîne û bireve.

Altintaş, bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê kirin û li wir bi şertê kontrola edlî serbest berdan.