6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pirsgirêka kurdbûnê

Mînakeke herî teze: Rojava qetek ji Kurdistanê ye. Gelê Rojava bi ruh û canê xwe Kurdistanî ye. Dewleta tirk rojane bombebaran dike. Gelê me yê Bakur, Başûr, Rojhilat danakeve kolanan û berteka xwe nîşan nade.

Gava mirov li rewşa me kurdan dinêre, ji ber binpêkirina mafan mirov xemgîn dibe. Bi milyonan kurdên bê nav, bê nasname, bê fermiyet, bê welat, bê maf û pişkî her aliyê cîhanê bûne. Gelo li ser ruyê cîhanê cihekî bê kurd heye? Kî jimara rastîn a gelheya kurdan dizane? Hin kes dibêjin sih milyon, hin dibêjin şêst milyon. Şêst milyon xizmetkarên gelên din, dijberên xwe. Kurd li dijî berjewendiya xwe kar dikin, lê li aliyê berjewendiya hemû gelên din dixebitin.

Mînakeke herî teze: Rojava qetek ji Kurdistanê ye. Gelê Rojava bi ruh û canê xwe Kurdistanî ye. Dewleta tirk rojane bombebaran dike. Gelê me yê Bakur, Başûr, Rojhilat danakeve kolanan û berteka xwe nîşan nade. Wekî Rojavayî ne kurd in û ne ji ber kurdbûnê tên qirkirin û bombebarandin tevdigerin. Li aliyê din Filistîn ne axa Kurdan e. Ger îro li Filistînê referandûmek were çêkirin û ji gelê Filistinê yan ji Hamasê bipirsin, bibêjin „Hûn dixwazin Kurdistan bibe welatekî azad“, ji sedî nod wê bibêjin, „Na“. Lê Kurd bi sedhezaran ji bo Filistiniyan daketin qadan û qêriyan, lê ji bo Rojava mûyê laşê xwe nelivandin.

Ger mînak tenê ev bûya mirov dikarîbû çavên xwe lê bigirta, lê ne tenê ev e. Divê em hinek mînakên din ên balkêş bidin, da ku rewşa kurdan baştir were fêhmkirin. Kurdên li Tirkiyê bi zarokên xwe re û di nav xwe de bi piranî bi zimanê neyarê xwe diaxivin. Gava tu li sedema wê dipirsî, asimilasyon, xwendin, berjewendî, tirsa dewletê û hwv. wek sedem nîşan didin. Rast-nerast em bipejirînin. Lê heman kurd gava tê Ewropayê û li wir zimanê welatê lê dijî hîn dibe qet ji xwe re nabêje, êdî asimilasyon, tirs, berjewendî ji tirkan nema, de ka ez bi xwe û zarokên xwe re bi zimanê dayika xwe biaxivim. Lê çi dike. Ew zimanê ku neyar xistiye dev, li welatên ewropa jî didomîne. Deh sal, bîst sal derbas dibin, peyveke kurdî hîn nabe û zarokên wî/wê yên piştî bîst salan li Ewropayê jidayik dibin, yekser hînî tirkî dibin. Xwe bi xwe dijayetiya kurdbûnê û zimanê xwe dikin. Yek: zarokên xwe bi destê xwe asimîle dikin. Du: Polîtîkayên asimilasyonê yên dewleta tirk li welatên ewropayê bi dildarî didomînin, ji ber ku dewleta tirk ji bo vê xizmeta wan çerxiyekî jî nade wan. Sê: Li dijî kurdên dixwazin li zimanê dayika xwe xwedî derkevin dibin bend û asteng û gelek caran dijber. Ev yek jî rê li ber yekbûna kurdan digire. Mînakeke din: Gelek kurd hatine Ewropayê û bûne xwedî kar, fîrma, restaurant, dikan û hwv.  Lê binêrin: zimanê li van deran tê axavtin tirkî ye. Muzîka lê didin tirkî ye. Navê datînin ser tirkî ye.  Ma dewleta tirk li Ewropayê ji wan re dibêje, navê dikana xwe bike „Turkische Laden „ û muzîka tirkî ji sibehê heta êvarî lê de? Ew ruhê li tirkiyê asimîle bûye, ji ber ruhekî dijkurd e, li welatên ewropayê jî xwe didomîne, bêguman bandora kemalizmê ye. Di sed salên bindestiyê de kemalizmê li Kurdistan û Tirkiyê nefret û biçûkxistinek li ser kurdan çêkir û ev kurdên di tirkî de israr dikin, mixabin di nav tevna kemalizmê de bê ku hay û bayê wan ji wan hebe xisara herî mezin didin kurdbûnê û ew jî rê li ber yekbûna kurdan digirin.

Mînakeke din, mirov dikare ji bo partî, sazî û rêxistinên kurdan bide. Ji miletekî bindest re nakokiyên di navbera partiyên kurdan de lukseke pir mezin û nelazim e. Mafê partiyên kurdan tine ye bi hevkevin. Tu bindest î, navê te, nasnameya te nayê qebûlkirin: Li şûna tu yekîtiya xwe çêkî û neyaran ji welatê xwe derxînî û serweriya xwe bi dest bixî, tu nikarî bi neyarê xwe re govendê bigirî û berjewendiyên şexsî yan jî yên partiyê derxînî ser berjewendiyên partiyê. Kîjan partî, siyaset, rêxistin, sazî, kesayet dibe bila bibe, ji bilî berjewendiya giştiya Kurdistanê mafê ti yekê tine ye, berjewendiyeke din esas bigire yan derxe pêş. Ji bo giştiya kurdan tenê berjewendiyek heye: azadî û serweriya Kurdistanê. Hemû xebat, hemû hewildan, hemû têkoşîn, divê xizmeta vê yekê bike; riya nîşandana vê jî ne bi gotin û peyvan e, bi pratîkê ye: Ew pratîk jî yekbûn û hevgirtin e. Kurdên parçebûyî nikarin berjewendiya Kurdistanê biparêzin. Kengî kurd bibin yek, dikarin li Kurdistanê xwedî derkevin. Yan na, bi destdana neyaran, bi dostanî û biratiya neyaran, bi vexwendin û bidestgirtina neyaran, Kurdistan saz nabe. Ew neyarên, ku te tine dihesibînin, çawa dikarin bibin dost û hevalbendê te? Ew neyarên welatên te dagir û talan kirine, çawa dikarin destûra azadbûna te bidin?

Divê kurd hişê xwe bînin serê xwe! Çi îş û karê leşkerên tirk li başûr û rojavayê Kurdistanê heye? Kurd çima hêza xwe nakin yek, artêşeke netewî saz nakin û li hember dagirkeriyê tênakoşin? Hikûmeta Îranê ya bi salan cih da Partiya Demokratê Kurdistanê îroj bi rokêtan êrîşî serweriya wê dike. Ev nîşaneya çi ye? Dijminê te nabe dostê te, ger demekê hembêza xwe ji te re vekiribe, ji bo daqurtandina te yan jî bikaranîna te ye, roja keysa xwe li te bîne, wekî dûpişkê bi te vedide û îroj li Başûr ev yek îspat dibe.

Divê li vir eşkere were gotin: Têkiliya Tirkiyê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî, ji têkiliya hikûmeta Îranê û Partiya Demokratê Kurdistanê ne dûrtir an cudatir e. Îroj dewleta Tirk di şerê li hember Partiya Karkerên Kurdistanê de pêwîstiyê bi hêzên niştecî dibîne û ji ber vê yekê navbera xwe û hikûmeta herêmê di asteke dîplomatîk de dihêle. Ev yek heta kengî wê wiha bidome? Heta tasfiyekirina gerîlayên kurd an jî heta bi awayekî hişk berteka hikûmeta başûr a li hember dagirkirina axa Başûr. Hikûmeta Herêma Başûr dikare xwe biceribîne: Li qada Netewên Yekbûyî bi awayekî ji dil giliyê dewleta Tirk bike û ji dewleta tirk bi cidiyet bixwaze, ku ew ji axa Başûr derkevin û mafê wan tineye, gerîlayên kurd bikujin. Ger di nav 24 saetan de dewleta tirk ruyê xwe yî celadî eşkere nekir û bi ser hikûmeta Başûr de neqêriya û bi dijwarî gef li wan nexwar û bi girtina deriyan li ser wan netirsand, hûn çi dibêjin bibêjin. Yan jî bila Hikûmeta Başûr biryareke hevgirtin û yekbûna kurdan bistîne û di vê çarçoveyê de ji dil dest bi xebatê bike, ger destpêkê dewleta tirk li hember xwe nedît, dîsa kî çi dibêje, dikare bibêje.

Wê demê rastiyek derdikeve holê. Hikûmeta tirk ji kurdan re nabe dost û bira. Tenê kurd dikarin ji hev re bibin dost û bira. Parçebûna kurdan bi destê neyaran hatiye çêkirin û li berjewendiya wan e. Wê demê yekbûna kurdan wê li dijî berjewendiya neyaran be. Ji bo hemû hêzên kurdistanî, kurdên nebin yek û ji bo yekbûna kurdan hemû nakokiyên xwe feda nekin, ew nikarin bibin kurd. Kurdbûn xebata ji bo yekbûn û azadbûna kurdan ferz dike. Ew jî bi gotinê nabe. Tê welat bikî du parçe, tê xwe welatparêz û yê li hember xwe welatfiroş beyan bikî, lê di pratîka te de, wê Kurdistan her di bin nîrê bindestiyê de binale, ev xapandineke mezin e û ne kurdbûn e. Kurdbûn bi pratîkê çêdibe. Te îro li ser riya azadbûn û serweriya Kurdistanê çend kurd, çend sazî, çend partî anîn ba hev? Pîvan ev e.

Tu çiqasî li nirxên Kurdistanî xwedî derdikevî? Tu ji kurdan, ji axa kurdan, ji dar û berên kurdan, ji mirovên kurdan, ji ajalên kurdan çiqasî hez dikî û ji bo jiyaneke bi rûmet a van zindiyan çi hewildanên pratîkî dikî? Tu çanda xwe, zimanê xwe, wêje û hunera xwe sererd û binerdên xwe çiqasî diparêzî, li wan xwedî derdikevî û ji bo zindîmayîn û bipêşdeçûna wan hewildanên pratîkî dikî?

Kurd sed sal in zor û zilma bindestiyê dijîn û êş û azara parçebûnê dikişînin. Werin di vê sedsalê de em xwe bikin yek. Hemû nakokiyên xwe yên şexsî, malbatî, berjewendî, eşîrî, olî, siyasî, bîrdozî bidin aliyekî û tenê li ser xalekê li hev bikin: AZADBÛNA KURDISTANÊ. Heta Kurdistan azad dibe, serweriya xwe bi dest dixe, xetereya neyaran ji ser radibe, em hemû nakokiyên xwe bidin aliyekî û hev bigirin. Hêza xwe bikin yek, dilê xwe bikin yek, zimanê xwe bikin yek, artêşa xwe bikin yek, gotin û pratîka xwe bikin yek û bi hev re biserkevin. Ji bîr nekin: Neyarên em bindest kirine, me azad nakin. Tenê em dikarin xwe azad bikin. Em çiqasî benên xwe ji destê dijmin bifilitînin, emê ewqasî nêzî azadiyê bibin. Azadî ji bo şexsekî tenê nayê. Azadî bi gelemperî bi giştiya netewa Kurd tê. Ger em Kurd sih, çel, pêncî, şêst milyon mirov in, ji giştiya cîhanê re hemû kar û xizmetê dikin, lê ji bo xwe û miletê xwe tenê dijberî, nakokî, pevçûn, xemsarî, heznekirin, dijberkirin, xerabkirin, dûrxistin û parçemayînê rewa dibînin û dikin, wê demê ev nabe kurdbûn û dîrok wê ti carî ji bo me rûpelên spî veneke, emê her xizmetkar, her kole, her bindest bimînin û zindanên neyaran ji me xalî nebin, li ser her bihust axa me gorên me yên nediyar hebin û zarokên me wê bi rûkenî li cîhanê nenêrin. Werin em xîret bikin û xwe ji vê qedera xerab rizgar bikin, da ku em welatê xwe rizgar bikin û bi yekbûna giştiya kurdan jiyaneke bi rûmet radestî siberoja xwe bikin.