27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

21 DAIŞ’î li Kampa Holê girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di qonaxa sêyemîn a 'Operasyona Mirovî û Ewlehiyê' de 21 piştevanên DAÎŞ'ê girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (HEH) ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Kampa Holê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Endamên HEH’ê diyar kirin ku bi piştgiriya QSD û YPJ’ê li Kampa Holê dest bi qonaxa sêyemîn a ‘Operasyona Ewlehî û Mirovî’ kirine. Operasyona ku li dijî şaneyên çeteyên DAÎŞ’ê tê kirin, îro di roja duyemîn de ye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (HEH) li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek da û diyar kir ku di encama operasyona li beşa Muhacîrat a li kampê de 21 piştevanên çeteyên DAÎŞ’ê hatine girtin, 4 mayin hatine dîtin û 2 tunelên veşartî hatine peydakirin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê