3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevkariya helbest û felsefeyê

Ez ê bi pirsa, helbest û felsefe çi ne dest bi mijara têkiliya di navbera wan de bikim. Lê heta roja me, pênasîneke neyê guhertin ji bona herduyan jî nehatiye kirin.

Hemû felsefehez û helbesthezan pênasînên cuda kirin e. Her yekî/ê li gor nêrînên xwe pênasîn kirin e. Bê çawa feylezofan felsefeyên xwe li ser babetên cuda sazkirine, pênasînên cuda jî hatine kirin e.

Her wisa gelek pênasînên helbestê yên cuda jî hene û hêjî têne kirin. Ji ber vê yekê ye ne pênasîneke felsefhez hemû li ser wê li hev bikin heye û ne jî pênasîneke helbestê ya bi tenê heye. Mînak çend helbestvan di heman kêliyê de bi hev re li yek dîmenê xwezayê binêrin jî, dîmenê dibînin dê di helbestên xwe de cuda teswîr bikin. Her yek ji wan dê li gorî rewşa xwe ya derûnî û daxwaza xwe teswîra dîmenê ku dibînin bikin. Bi vî awayî helbestên wan dê ji hev cuda bin û pênasînên helbestên wan jî dê cuda bin.

Belkî mirov dikare bi çend mînakan pênasîna felsefê bike, lê pênasîna helbestê ne pêkan e.

Ji ber vê taybetmendiya helbestê ye, tê gotin ‘‘helbesta bi mentiqê hatî nivîsandin û ya bê mentiq jî hatî nivîsandin helbest e.’’ Yanî helbest bêyî mebest û felsefe bi tenê bi hin gotinên xweş jî tê nivîsandin. Lê ew helbest weke helbestên xwedî mebest binirx nabin û temendirêj najî.

Ez ê, bi çend pênasînên bi piranî helbesthez û felsefhez li ser wan nêzîkî hev hizirîn e, dest bi pênasînan bikim.

Felsefe; lêgerîna zanînê û riya zanîna hizirkirinê ye.

Felsefe: ne zanistek e, rêbaza zanîna lêgerîna zanistê ye.

Helbest jî: ji hiş (aqil) bûhrîn û dûrbîna xeyalê ye.

Tevgera hizir e û bi hebûna mirovahiyê re dimeşê ye. Serkêşa xweşikkirin û kelecandayîna peyvê ye. Ger helbest serkêş û nûnera hestan be, felsefe jî serkêş û nûnera hişe (aqile).

Felsefe; hezkirina ji hezkirina lêgerîna zanîna zanistê ye. Armanca felsefê ya bingehîn ji bona zanîna civak û xwezayê ye. Mirov bi saya zanistê dibe xwedî hiş û ramanên gerdûnî. Pêkhatina ramanê bêyî zanîn û ya zanînê jî bêyî hizirkirina felsefeyî ne pêkan e. Bi awayekî din, mirov dikare bibêje felsefe, çavkaniya hemû beşên zanîn û zanyariyê ye. Ango felsefe; zanista zanin bi xwe ye.

Felsefe: zanîna hizirkirina lêgerîna zanînê ye.

Di felsefê de tiştekî tam rast û tam şaş nîne.

Feylezof: bi meraqa zanîna tiştên li rastiya wan digerin, dipirsin û bi pirsan dixwazin rastiya bûyerê zanibin. Bersivdana pirsên xwe jî bi awayekî bi pergal û bizanîn didin. Bi pirs û bersivên xwe nêrînên xwe pêşkêşî xwendevanên xwe dikin.

Lê ev ji helbestvanan nayê xwestin. Helbestvan bi hizir, hest û xeyalên xwe dikarin pirsên xwe bi bersivînin. Mînak dikarin bipirsin û bêjin, çima axa welatê min sor e? (Yanî dixwazin bêjin, çima welatê min di nav şer û pevçûnan de ye, çima ew qasî xwîn li welatê min tê rijandin.)

Bersiva pirsa xwe jî dikarin welê bidin, axa sor ji stêra Merîxê anîn û li welatê min reşandin. Ti neçariya helbestvanan tune ye li peyitandina sorbûna axa welatê xwe û Merîxê bigerin. Belkî ji ber vê ye, Sokrates li dijî helbestvanan helwestên xwe wisa anî ye ziman. Li gorî Sokrates, helbestvan cambazên peyvan e û erka wan a sereke jî veşartin û berevajîkirina rastiyan e.

Ez vê nêrîna Sokrates rast nabînim û dibêm ne pêkan e, mirov tevlî vê nêrîna wî bibe. Ji ber di xwezayê de her tişt têkildarî hev in û gelek nihêniyên bi çavan nayên dîtin, tê de hene. Hunermend û helbestvan tiştên di xwezayê de veşartî bi hêza hizir, hest û xeyalan wan dibînin û nîşanî mirovan dikin. Ez dibêm erka helbestvanan ne berevajîkirina rastiyaye, rastnîşandana çewtî û bi pêş ve birina ramana mirovan ne. Li vir mirov dikare bipirse heke serwerê hiş felsefe be, serwerê hestan jî helbest e! Ji ber wê di raman û hestên mirov de helbest û felsefe du fenomenên hevseng in.

Ji roja mirovan ev herdu amûrên pêşveçûnê peyda kirin ve bi hev re dimeşin. Ji serdema kevin heta roja me, pevçûn û pevşabûna helbest û felsefê her berdewam e. Wer xuya ye dê ev goftûgoyên li ser têkiliyên helbest û felsefê têne kirin zû bi zû jî bi dawî nebin.

Feylezof bêtir bi riya hiş (aqil) û ramanan li ser problemên zanîna mirov, têgihiştina xweza û gerdûnê radiwestin. Bi afirandinên xwe dixwazin çareyek ji problamên heyî re bibînin û her li çareseriyê digerin. Lê helbestvan dikarin bi awayekî pir hêsan di qada afirandinê de bi riya hizir, hest û xeyalan li pêş feylezofan bin û valahiya heyî dabigirin. Ji ber xwezayê li pêşiya pêşveçûna hiş û xeyalên mirov ti astengî nedanîne.

Min berê jî got, pêkhatina ramanê bêyî zanîn, ya zanînê jî bêyî hizirkirina felsefeyî ne pêkan e. Bi pêş ve çûna zanîna mirov re, hêza xeyala mirov jî berferih bûye û pêşketiye. Bi awayekî din bibêjim zanîn û xeyala mirov bi hev re bi pêş dikevin. Pêşengên sereke yên vê pêşveçûnê ramana feylezofî û hestdariya helbestvanî ne.

Heke felsefe: çavkaniya hemû beşên zanîn û zanyariyê be.

Helbest jî: rêzana pêşxistina hest, xeyal û xweşikkirina ramanê ye. Ez dihizirim, ne helbest bêyî felsefe û ne felsefe bêyî helbestê tam bi cilûberg dibin.

Helbest û felsefe bêyî hev kor, rijî û bê çêj in. Lê divê helbestvan hişiyar bin, da helbesta wan di bin siya felsefê de nemîne û çêja helbestê winda neke. Heke hinekî siya helbestê li ser felsefê hebe jî, gelekî zerarê nadê wê. Bi awayekî din bêjim, dema felsefeya li helbestê hatî û helbesta li felsefê hatî, bi hev re werin nivîsandin digihijine wateya bi hev re nivîsandinê. Tê gotin; ‘‘aliyekî helbestvanî yên hemû kesên mijûlî felsefê ne heye û her wilo jî hemû helbestvan hinekî feylezof in.’’