17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kat: Tecrîd tacîz û tecawizê mafan e

 Çalakiya greva birçîbûnê ya DEM Partiyê li Enqereyê da destpêkirin di roja 4’an de didome. Çalakger Husnuye Kat anî ziman ku tecrîd şer û komkujî ye, tecrîd tacîz û tecawiza mafên mirovan e.”

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in di hucreya yek kesî ya li Gireva Îmraliyê de tê ragirtin. Her wiha 35 in bi tu awayî agahî ji Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê nayên girtin. Girtiyên siyasî di 27’ê Mijdara 2023’an de li girtîgehan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd a siyasî dest bi girevê kirin û çalakiya wan didome. Rêveberên DEM Partiyê li avahiya DEM Partî ya Enqereyê di 25’ê Çile de ji bo piştgiriyê dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kiribûn berdewam dike. Rêxistina navçeya Mamakê îro dest bi grevê kir û li avahiya  DEM Partiyê ya Enqreyê di roja 4’an de berdewam dike. Navenda Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) û Fatma Ana Cemevî ya Enqeryê çûn serdana çalakgeran. Çalakiya greva birçîbûnê ya  berdewam dike, wê sibê tenê jin li avahiya partiyê dest bi greva birçîbûnê bikin.

 ‘Tecrîd şer e’

Husnuye Kat a di greva birçîbûnê de ye diyar kir ku tecrîd li ser hemû civakê ye û got: “Ji bo tecrîda li dijî mirovahiyê ya bi salan e li ser Birêz Ocalan tê meşandin, em li vir di greva birçîbûnê de ne. Greva birçîbûnê ya li 104 girtîgehan 63 roj in didome û ji bo piştgiriyê em li vir in. Divê tecrîd bê rakirin, sûcê mirovahiyê ye. Tecrîd ne tenê li ser Birêz Ocalan û hevalên me yên di girtîgehê de, li ser tevahiya gelên Tirkiye û bigiranî li Kurdistanê  tê meşandin. Tecrîd şer e, tecawiz e, tacîz e, tecrîd komkujî ye. Divê tecrîd bê rakirin. Ev ji bo aştî û demokratîkbûna Tirkiyeyê pêwîst e.”

‘Desthiladê bawerî ziman û çand tune kiriye’  

Serokê Şaxa DAD’ê ya Enqereyê Mustafa Karabudak jî got: “Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e” û wiha dewam kir: “Di şexsê Birêz Ocalan de gel tê tecrîdkirin û em vê yekê şermezar dikin. Desthilatdariya siyasî 40 sal in gel mehkûmî zilmê kiriye. Bawerî, ziman û çand tune kiriye û hê jî berdewam dike. Gelê Kurd ji bo aştiyê hemû rêbazên demokratîk bi kar anî û dema bersiv negirt bi bedena xwe razî bû û dest bi greva birçîbûnê kir, em hemû canên li hundir û derve silav dikin. Em li cem kesên ku ji aştiyê re çira ne û heta ku ji destê me tê em ê hevgirtinê mezin bikin û piştgiriyê bidin.”

Greva birçîbûnê bi stranan dewam kir.