spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meşa Mezin a Azadiyê di 1’ê Sibatê de dest pê dike

Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş bal kişand ser meşa mezin ku di navbera 1 û 15’ê sibatê de li 2 baskan pêk bê û wiha got: “Dê 75 kes 15 rojan bimeşin û bajar bi bajar qala tecrîdê bikin.”

Partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk ragihandin ku dê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û rakirina tecrîdê, dest bi meşê bikin. Di 26’ê Çile de Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Uçar û parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi daxuyaniyekê bernameya Meşa Mezin bi raya giştî re parve kirin. Partiyên siyasî û rêxistinên civakî bi dirûşmeya “Em ji bo azadiyê dimeşin. Dem dema azadiyê ye” bername parve kirin.

Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî anîn ziman ku wek siyasetmedarên kurdistanî, jin, ciwan, rewşenbîr û parêzvanên mafên mirovan, çalakiya navneteweyî ya hevalên xwe silav dikin û em eşkera dikin ku ji 1’ê sibatê heta roja salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li bajar û bajarokên Kurdistanê dê ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ bidin destpêkirin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin têkildarî meşe ji rojnameya me re axivî û wiha got: “Dê 75 aktîvîstên mafên mirovan di meşê de cih bigirin. Meş dê di 1’ê sibatê de bê destpêkirin û heta 15’ê Sibatê roja komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bidome.”

Li cîhanê mînaka vê tecrîdê tune ye

Bêrîtan Guneş anî ziman ku 25’emîn salvegera komploya 15’ê sibatê ye û wiha got “Ev kompo li ser gelê kurd û li ser Birêz Abdullah Ocalan pêk hatiye. Armanca vê meşê, em vê kompoya ku li ser gelê kurd û Birêz Abdullah Ocalan pêk hatiye bişkînin. Ev Hezar û 39 roj in tecrîdek mutlaq li ser Birêz Ocalan heye. Bi tu awayî dengê Birêz Ocalan dernakeve û tu agahî ji Girava Îmraliyê nayên stendin. Ji ber vê yekê li çar aliyê cîhanê kurd û dostên kurdan, kesên demokrat û parazvanên mafên mirovan, li dijî tecrîda mutlaq nerazibûna xwe tînin ziman. Li  cîhanê mînaka vê tecrîdê tune ye. Her wiha di tu zagonên gerdûnî de cihê vê tecrîdê tune ye. Ji bo ev tecrîd bi dawî bibe û gelê kurt bertekên xwe yên li dijî vê tecrîdê bînin ziman, bi boneya ‘çima hemû civak di bin tecrîdê de ye? Tecrîd çawa li ser me tê sepandin û em çawa dikevin bin bandora wê? Em dixwazin armanc û bandora vê tecrîdê di vê meşa 15 rojan de bi civakê re parve bikin û niqaş bikin.”

Meş dê ji 2 baskan dest pê bike

Guneş, destnîşan kir ku ji bo bandor û armanca tecrîdê bînin ziman dê ji 2 baskên Bakurê Kurdistanê di navbera 1-15’ê Sibatê de meşan li dar bixin û wiha axivî: “Baskekî vê meşe dê ji Qersê li Serhedê dest pê bike. Baskê din jî dê ji Wanê dest pê bike û heta Botan, Mêrdîn, Amed û Rihayê berdewam bike. Dê herdu bask di 15’ê sibatê de bigêjin hev û fînala vê meşe bikin. Her roj em ê biçin bajarekî û em ê li ser armanc, wate û bandora tecrîdê bi nûnerên civakê, rûsipî û rêxistinên civakî re bicivin û niqaş bikin. Em ê bandorê tecrîdê yên li ser jin, civak, zarok, aborî, çand, ekolojî û hemû beşên civakê niqaş bikin.”

Dê li bajaran li ser bandora tecrîdê niqaş bikin

Guneş, da zanîn ku dê ji bajarên Qers û Wanê dest pê bikin û di bajarên wekî Agirî, Şirnex, Mêrdîn, Amed, Dêrsim û gelek bajarên din re derbas bibin û wiha pêde çû: “Em ê li van bajaran, bi jin, ciwan, rûsipî, rewşenbîr, nûnerên rêxistinên civakî û sivîl, parazvanên mafên mirovan û kesên demokrat re hevdîtinan bikin. Em ê bi wan re li ser tecrîdê bixaivin. Em ê li dijî tecrîdê xebatên xwe bimeşînin.”

Meş dê 15 rojan bidome

Guneş, bal kişand ser beşdarên meşe jî û wiha pêde çû: “Bi minasebeta 75 saliya Birêz Ocalan dê 75 kes beşdarî baskên meşê bibin. Dê kesên demokrat, aştîxwaz, parazvanên mafên mirovan, rewşenbîr, hunermend, parlamenter, nûnerên partiyên siyasî, dayik, nûnerên saziyan beşdarî meşê bibin. Ev 75 kes dê bajar bi bajar bigerin. Lê dê li bajaran ji aliyê hezaran kesan ve bên bêşwazîkirin. Dê 75 kes beşdarî meşa 15 rojan bibin, lê her roj dê bi hezaran kes wan pêşwazî bikin û beşdarî meşa rojane bibin.”

Li bajarên Tirkiyeyê jî çalakî hene

Guneş destnîşan kir ku meş tenê xebatek li dijî tecridê ye û wiha lê zêde kir: “Li Rojhilatê Tirkiyeyê jî dê xebatên li dijî tecrîdê bên meşandin. Dê li bajarên Tirkiyeyê jî li dijî komploya 15’e sibatê û tecrîdê û dîsa dê ji bo azadiya Rêzdar Abdullah Ocalan xebat bên meşandin. Di rojên pêş de ev xebat û plansazî dê bi çapemeniyê re bên parvekirin.

DEM Partiyê tecrîd xistine rojeva meclîsê

Berîtan Guneş, bal kişand ser xebatên DEM Partiyê yên li meclise jî û wiha bi dawî kir: “Wekî tê zanîn 2 meh berê hemû parlamenterên DEM partiye serî li Wezareta Dadê dabûn. Parlamenteran serî li Wezareta Dadê dan û xwestin deriyê Girtîgeha Îmraliyê vebe û li Îmraliyê hevdîtin bên kirin. Wezaretê ev serlêdana me rej jî nekirin û erê jî nekirin û ji komîsyonê re hiştin. Niha ev serlêdan li Kolîsyona Mafên Mirovan tê nirxandin û ji bo vê yekê dîsa xebatek DEM Partiyê heye. Di niqaşên butçeyên Wezaretan de jî dîsa rewşa Îmraliyê hat rojevê. Di niqaşên butçeya Wezareta Dadê, Wezareta Karên Hundir û Wezareta Karên Derve de rewşa Îmraliyê û tecrîd hat rojevê. Hemû parlamenterên DEM Partiyê tecrîd û rewşa Îmraliyê anîn rojeva meclisê. Parlamenterên derketin kursiyê li ser têkiliya şer û tecrîdê, têkiliya butçeye û tecrîdê, têkiliya pirsgirêka kurd û tecrîdê nirxandin. Xwestin her tim ev têkiliya wan bê dîtin. Herî dawî li Girava Îmraliyê erdhej çêbûbû. Parlamenterên DEM Partiyê têkildarî rewşa Îmraliyê pirsname dan Wezareta Dadê. Me xwest rewşa Îmraliyê fêr bibin. Piştî erdhejê li Girtîgeha Îmraliyê tu xisar çêbûye ya na?  Me xwest em fêr bibin. Dîsa DEM Partiyê ji bo Girtîgeha Girava Îmraliye bê girtin, me serî li Wezareta Dadê da.”