19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevserokê DBP’a Amedê Altûn hat berdan

Hevserokê DBP’a Amedê Hayretîn Altûnê di opersyona li dijî DBP’ê de hatibû girtin, di danişîna pêşîn de hat berdan.

Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, di 23’ê kanûna 2022’yan de li dijî Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatibû destpêkirin, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û 14 hevserokên bajaran hatibûn binçavkirin. 5’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Amedê der barê Bayindir û Hevserokê DBP’a Amedê Hayrettîn Altun de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” biryara girtinê dabû û yên din hatibûn berdan. Danişîna pêşîn a doza Hayretîn Altûn li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Altûn û parêzerên xwe Bûrhan Arta, Cemîlle Turhali, Yakûp Demîr di danişînê de amade bûn. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, rêvebirên DBP’ê û HDP’ê û nûnerên rêxistinên sivîl doz şopandin.

Her tiştê me qanûnî bû

Altûn di danişînê de li dijî îdiayên li ser xwe parastina xwe bi kurdî kir û destnîşan kir ku çi çalakiyên ew jê tê tewanbarkirin hemû çalakiyên qanûnî bûne û çalakiyan di çarçoveya azadiya raman û derbirînê de li dar xistine.

Altûn xwest ku were berdan û biryara beraeta wî bê dayîn.

Heyeta dadgehê bi şertê kontrola edlî û qedexekirina derketina derveyî welat biryara berdana Altûn da û danişîn taloqî 9’ê adarê kir.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê