spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêhna Qîrê-I

Me du heban, barê kerê danî, nan û helaw da aliyekî û yekê me yê girs î şêrgele, bestika Xalo girt Çavên Xalo çû nav serî. Ji leplanî ket, qet lep hilnanî.

“Bûka salê, qeşmera malê”

Wexta ku min bi xortimê kulîlik û darên xwe av dan, bêhna lastîka wê (bûye adet ku kulîlk û gulan êdî di nav lastîkên temafîlan de diçînin) ya ku li ber tîna rojê germ bûbû ez birim demek dûrî zaroktiyê ango sakûltiya xwe.

Bavê min li ser soza xwe nesekinî û xwest min bi tirsîne. Lê min jî li gorî têgihîştina xwe ya zarokîn riyek dît. Wê salê (havîna 1961’an) bi rewşeke xurt ez bi ser ketim, wek her salî, derbasî pola çaran bûm. Diviya bavê min weke xelat, ez bibirama bajêr. Lê her dem digot, ‘vê carê na, carek dinê…’

Wî alvêr dikir; ya daran, darên hewran ên genim, nîsk û her wiha… qemyonek nîsk amade kiribûn, wî û şirîkê xwe Ferecê Hemo.

Wê salê bi mehan tevî dewarên xwe, weke her sal, em colek zarok li Girê Şêran, dora Bêrmê nehtorî bûn, hin xort û qîzên gihaştî jî bi me re. Li wir me him nehtorîtî dikir, him jî dewar xwedî dikirin û qet nedihatin mal, em şevderî bûn, li şevderê diman. Xwarina me ji mal dihat lê me şorbe, girar û serbizêr çêdikir. Nan her ji rojekê duduyan ji mal dihat, me nikaribû nan bipêjin. Lê em nehs, bê tore bûn, bûbûn keleşên Girê Şêran, her bêrêtî dikir, bêrêtiyên zarokîn.

Me dewarên xwe li serê rezên Kunifriya av didan û zirar dida wan, nexasim jî bihîv, me bi têran bihîvê wan tanîn û wan jî li ba mezinan gilî li me dikirin. Mezinan ceza didan me. Lê yên me hey ho… em li ser rêzika xwe ne û mezin jî di tengasiyan de.

Di zaroktî  û ciwaniya me de kar pir zê de bûn. Teknolojî, motor, elatrîk… ji ber ku tune bûn, her tişt li ser milê me û ajalan bû.

Karê zêde; ber karikan, karê rezan; cot, kesax, pêçan(sixme; şivên berû yên ter), merdan, êzingên mehserê, çûna ser mehserê, kişandina tirî bi qetûfan, cotê erdan; nîsk, nok, ceh…, ne bes e eşêf, rêsî, paleyî, bênderhilanîn, gêre, neql(anîna qutî malê, karê zarokan, pişt li me dişkest ji ber baran), êzingên çele(zivistan), çilo, ji bonî pez, avdan; karê aviyan ê dehl û tarûtûr(behcanê, sor, ên reş, îsot, xiyar û hwd), nehtorî, şivanî, gavanî, kolana nav dehl û tarûtûran, kare sivik ên bîstanan e; cot, kewik, eşêfî, danîna şebeş, petêx, şimamok, qitî, gulên berbiro, tirozî… Tew şewata êtûnan, zêdebûna ser kezebê; dinyayek êzing û çilo divêt. Ê da ke ev hal e. Kare me zarok û ciwanan havînî malkambaxî, malxerabûn e. Hê elatrîk, tereqtor tune ne, her tişt bi pişta keran e. Hesp û qantir kêm in. Kar tev bi milan e. Hesab li ba we, kêf û şahî li cem me..!

Ji ber ku gundê me ne eşîr, rehye bûn, her kesî karê xwe dikir. Her kes mîrê mala xwe lê bavik hebûn; alîkarî û palûte(zibare) hebû.

Em werin ser meseleyên xwe:

Me bêarî kir û Felêyê Qedîfe di xew de bi zilikê nepixand; rebeno nanê me anîbû, qenciya me jî ev! Ku şiyar bû, me tevayên cureyên berên bîstên li ser ferşikan li ber xist rêzê; nanê kartû yê nermkirî, du şebeş û çend cure petêxên tîfilkirî, çend cure tirozî, bilxwira ku ji êvarî de maye, mast.. divê ku tevan bixwe, bi ser nepixandina xwe, zik werimî ye. Çiqasî digirî, dibê zikê min têşe, Şikriyê pismamê wî ku xortekî gihaştî bû, xwe di pişt deviyê de vedişart û bi dengekî tirsdar bi tirkî digot, “ez tixtor im. Ku tu nexwî ez ê derziyê li te xim.” Heta esirkî rebeno tev xwarin, lê hal ne tu hal… Em tirsiyan, wê biteqe, me we bir ser çalê bi av û sabûnê zikê wî firkand, şûşt lê ne çare. Êvarî me ew li ser kerê ediland û şand malê, a din rojê şivanekî xeber ji me re anî go; hûn cezalî ne, heta du heftan ew ê nan û şîv ji we re neye… De haydê!

Nîv saetekê me mehdê xwe kir lê xema me ye. Em li çareyan geriyan. Çawa be em weke komek qerebalix a eşqiyayan in. Me ji Serê Rezê Kunifriyan xiyar, bihîv, behcan gelek anîn. Şîr pir e, hinek nîsk û bilxwirê me heye. Nan kêm e, de “Xwedê mezin e!”

Êvarî me şanoyek li dar xist, hebikî dîlan kir.

Me pêşî govend gerand, adeta me yekî digot, ê din jî lê vedigerand. Dûrika me ya xweş kinê bû;

Ay lê Kinê lê Kinê mala minê

way way

Sîng penîrê lê Kinê firotinê way way

Min dixwaze lê Kinê min

bidinê way way

Ay lê Kinê lê Kinê rihana şewla

way way

Min av dayê lê Kinê bi elb û

dewla way way

Payîz bi xêr lê Kinê wehdê

qewla way way

W’ez ne kin im lê kinê ne

dirêj im way way

Tak rihana lê kinê şax tavêjim

way way

Dosta lawkê lê kinê xwe’y

dengbêjim way way

Di pê re, “Nûrê; Hey lê Nûrê lê Nûrê lê lê Nûrê / Tilî(Gulî) ji têlê tenbûlê kafir Nûrê.  Dondirxan; donê gaye beleke, zeriyê derî veke.”

Heta ku em betilin; ên ku çûn ser holika ser darê, ên li erdê, ên li dora xirbeyê dewaran me serî xist xewê, bi seyra stêrkên beloq î şewqxweş. Li herema Bêrmê li nav şewl, darek me ya berû mezin hebû, ew warê me bû. Bi roj her kes diçû ba bîstanê xwe, karê xwe dikir. Lê êvarî dema şîvê û heta sibê em li cem hev bûn. Çend roj derbas bûn. Em gazinên xwe, dişînin, em poşman in, ilim jî em dayikan aciz dikin, dilê wan bi me dişewite, piştî hefteyekê cezê me rabû. Qasidên me jî gelemperî şivan in, şivanên gund, ew jî carinan bi me disitirîn, em alîkarê hev in.

Em hatin sêra berê

Lê ka ma em dihewin. Du mezinên me qîzik hebûn; Nahîle û Melo… Gotin bi henekî bila miriyekî me hebe, em veşêrin û şînê bikin. Hilbet ev tev êvarî ne. Bi roj her kes kare wî heye; êzing, heta me hinak qurm radikir, karê haziriya çele. Em çawa bikin, me go wele Osmano (Yekî dirêj î, bi emir mezinê me gişkan bû) çûye ketiyê baxçeyên Kunifriyan û tiştek di qirikê de mayê û qaşo miriye(Ev şanoya me paşê bû malê Mala Hesenê Bedrê-mirtibên herêmê- di dawetan de lîstin. Di daweta xweha min de bi heman qadroyê me lîst. Çîrokek xweş û dirêj e.) Wele me Osmano li gorî adetê şûşt, kefen kir, bi derfetên xwe, li ser darê miriyan kir. Tirba wî kola û wek adetê me ew veşart. Lê me ax ne avêt ser, me tevayên cilikên xwe yên xewê; qapût, doşek, lihêf tev avêtin ser. Lê jorê tirbê me hinek ax da ser. Malî le ser digiriyan; “Birawo, birawo, ecûrê Newala Kunifir di qirikê de mawo…” Demekê wisa çû, nizam hat bîra kê “kuro Osmano nefetise!” me bi eceleyê tirb vekir, yanî tişt û miştên xwe ji ser hilanî. Wele Osmano çûye. Firkandin, av filan bêvan, piştî nîvsaetê wele rih hatê, li heta çend salan jî rûyê wî spî, wek ê miriyan ma; zerikî…

Ma sekna me heye!

Me zûzûka cezeyê xwe ji bîra kir. Îja jî me Hizetkê Ereb ê ku nanê me anîbû nepixand wek Felê… Ew pir nepixî û tirsa me jî mezin bû. Me ew bi halekî xirab bi rê kir û heneka xwe domand; oxir be/şîva te bilxur be/ tije bixur be/kevçiye te bi qul be…

Herê cezeyê mezin hat; 20 rojî nan ji bîra bikin. De wê çawa be halê me…

Me carekê zilamekî Ewînî xapand, a rast şêland. Berê peyatî xelkê Surgiçiya di Girê Şêran re diçûn Mêrdînê, ya rast ew rê riyek kevn a Elmedîna ye jî, riya navbera Mêrdîn û Elmedîna ya bi nav û deng a li ber Batmanê, Çemê Batmanê, Elmedîna niha bûyê warekî winda… Neysê, yê Ewînî ji Mêrdînê dihat û têra wî tije nanê firinê, me ew sekinand, dest bi bazarê kir;

– Xalo em ê barekî şebeş-petêx bidin te, nan bide me.

– De herin lo, ez nahdim. Ka çend tehlika bidin min, ez bi riya xwe de herim! Qeşmerno!

– Xalo, nan bide me. Em bê nan in, tê poşman bibî. (Jixwe cezayê me heye, bila ev jî dehê li ser nehan be…)

– De bicehimin. (Û xwe kişand nav bîstên, çend kalik-şebeş- û tehlik –petêx- ji we re jê kirin. De baş e! Jixwe sî û stare nakeve me.)

Me du heban, barê kerê danî, nan û helaw da aliyekî û yekê me yê girs î şêrgele, bestika Xalo girt. Çavên Xalo çû nav serî. Ji leplanî ket, qet lep hilnanî… Me têra wî tijê kalik û tehlik kirin û got; de oxir be… Sawa me ketibû ser, em pir bûn, cidiyeta me dît, li pişt xwe jî nenêrî… Vêna jî deh roj li cezayê me zêde kir. Welhasil mehekê em bê nan û şîv in. Qatix; mehîr-mast-şîr ji me re neyê, halê me ne tu hal e. Bulxwir û nîsk jî hêdî hêdî xatir dixwazin! Bi ser de mêvanên me hatin, apê me Fikrî û hevalekî wî yê Ewînî; mehkûm bûn û li binxetê bûn, hatina wan î serxetê jî ne ji xêrê bû. Herê qaçax tanîn lê dibe ku kuştinin jî çê bibin. Em man di esargê de… Divê em şîveke xurt bidin wan.

Hine bilxwira me hebû, keçik jîr bûn, şîr ji şivanan distendin, hinek şîrê çêlekên me jî hebû.

Welhasil bilxwirek bi şîr û bihîvan(bihîvên Serê Rezên Kunifriyan!) çêkirin ku tiştekî wisa bitehm, biekl tune bû, lê nan tune! Mêvan şaşwazî man, pir bi kêf bûn, gotin, “çima nanê we tune?” me got “paşê em ê qal bikin!” piştî şîva me kêfxweşiyek saz kir, wê rojê dîsa şivanên gund hatibûn cem me, qala qehirîna malbatan dikirin, me got, de zêde nekin! Ji bonî xatirê mevanan me şahiyek li dar xist, çi tira me hebû divê me bikira, lewra mêvan dikarin efwa me derxin… Pêşî me govenda Tûriz gerand, ez ê paşê hîn bibim ku Tûriza me, govenda Delîlo ye lê Delîloya me hebikî cuda, heremkî bû;

Delîlîm delîlîm lê Siltanê

Çêlek doşê lê bêrîvanê

Pere mane lê li ser dikanê

Kanî heqê lê ramîsanê

Dor hat ser Leylo;

Leylo Leylo ziravê

Zarxweşê kafirbavê

Leylo çûye hûrika

Leylo Leylo ziravê

Deng ketiye ji dûrika

Leylo Leylo ziravê

Leylo li nav xirtika

Leylo Leylo ziravê

Bi nanê ceh da çirtika

Leylo Leylo ziravê

Leylo diçe ser avê

Leylo Leylo ziravê

Agir berda hinava

Leylo Leylo ziravê

Herê ma bê qeşmertî dibe, ma çend qirdik çêkirin, şano li dar xistin, keçikan erd û ezman hejand.

Îja me bi çepikan û rûniştî,

dûrika Lo Berde got;

Şeva nîvê şevê da lo

Di giranya xewê de

Destê xwe da destê min lo

Di rohniya heyvê da

Lo berde, lo berde

Lawko destê min berde

Havîn e (Havînî) b’kul û derd e

Lawokê zendê min berde…

Wa bav’êm hat wê min

bikuje te bi ser de…

Paşê  ez ê hîn bibim ku ji dewsa ku em bibêjin “Evînî b’kul û derd e” me digot “Havin e , kul û derd e-Havînî b’kul û derd e…” qey kare havînê mal li me xerakiribû ku me evîn-mevîn dabû aliyekî “havîn” xistibû dewsê… Tew ew rista dawîn “Wa bav’êm hat wê min bikuje te bi ser de…” wek ku ev rist ji herêma me pê ve li tu herêmê tuneye! Ev rewşa civakê radixe ber çavan ku, “cezeyê revandinê giran e, herî kêm kuştin e…”

Carekê em li Newala Sîna (herêmeke gundê me) li ber dewara bûn, bihar bû, baranekê dabûye weke tu kum bera erdê dî, me xwe di berqefekê de bi zor bi cî kiribû, qurnisandibûn, ji bo ku em germ bibin min ev dûrik gotibû,  wexta dorhat ser vê ristê, ku min got, “Wa bav’êm hat …” Min ji qazî navber dirêj kir, awaz bi derengî xist, hevalên min gişkan goti “ka bavê te!”  De mizirtiya zarokîn.

Hey gidî, min digot “bila emrê min ji pêncî ne zêde be, emrê zêde derd e, heram e” lê va dirêj bû, bi zarokî jî min fêhmkiribû ku emrê dirêj bela ye, herhal ji zorî-tehdeyiya zaroktiya me bû! Hê jî wisa difikirim, “emrê zêde bela ye!” Tew ku mirov Kurd û bindest be!

Ez serê we neêşînim, me xwe pir êşand; da zirtik û çirtika û me derdê xwe ji apê xwe Fikrî re got ku, me bide efûkirin…

Di vê navberê de min bihîstiye ku ew ê bavê min qemyonek nîsk jî bibê Mêrdinê, hedara min nayê. Dem dibihure û miraqa min zêde dibe!..

(Berdewam dike)