21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wêneyek ji zindanên rejîma Îranê

Girtiyê siyasî Ferhad Misamî yê ku ji sala 2018’an ve di zindanê de ye, ji bo piştevaniya xwepêşandêrên serhildana Jîna Emînî ketibû greva birçîbûnê û laşê wî maye çerm û hestî

Belavkirina wêneyê girtiyê îranî Ferhad Misamî bala raya giştî û çalakvanên îranî kişandibû û ji bo azadkirina wî dest bi kampanyayekê hate kirin.

Girtiyê siyasî Ferhad Misamî yê ku ji sala 2018’an ve di zindanê de ye, ji bo piştevaniya xwepêşandêrên serhildana Jîna Emînî ketibû greva birçîbûnê û laşê wî gelekî zeîf bûye û maye çerm û hestî.  Wêneyên Ferhad Misamî yekem car ji hêla BBC Persian ve hatiyê weşandin.

Nameyek ji girtîgehê

Navenda Mafên Mirovan li Îranê ragihand ku giraniya Ferhad Misamî niha 53 kîlo ye. Misamî di 7’ê cotmeha 2022’an de dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Wêneyê Ferhad Misamî tevî nameyekê ji girtîgeha Rajai Şehr a bajarê Kerecê ji alî çalakvanan ve li ser malperên dijîtal hatin belavkirin.

Name bi sernavê “Rojên azar, êş û derdan” hate belav kirin û tê de çalakvanê siyasî teqezî li ser wê yekê kir ku daxwazên wî zelal in, ji bo dawî li  greva xwe bîne, divê dawî li darvekirina xwepêşandêran were. Her wiha divê girtiyên siyasî werin azadkirin û rejîm dest ji ferzkirina cil û bergên mecbûrî berde.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê