17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Siyasetmedarê îtalî Acerbo: Ocalan alternatîfek rasteqîn e

Siyasetmedarê îtalî Maurizio Acerbo, bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da û got ku Ocalan alternatîfek rasteqîn e û divê raya giştî ya cîhanê bo azadiya Ocalan biqîre.

Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ya ku tê de 36 hiqûqnas, rojnamevan û akademîsyenên ji 7 welatên cuda hene û li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kom bûbûn, di 25-27’ê çile de li Stenbol, Enqere û Amedê bi rêxistinên civakî yên sivîl û derdorên siyasî re hevdîtinan pêk anîn. Endamên Delegasyonê piştî hevdîtinên pêk anîn li Stenbolê têkildarî tecrîda li Îmraliyê û binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê diqewimin forûm li dar xist in û bandora tecrîdê nirxandin.

Sekreterê Netewî yê Partiya Rizgariya Jinûve Komunist Maurizio Acerbo yê ji Îtalyayê ku di Delegasyonê de cih digirt, têkildarî tecrîdkirina Ocalan ji nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA Stêrk Sutcu) re axivî.

‘Komplo bi hevkariyeke xerab hat kirin’

Acerbo destnîşan kir ku komploya navneteweyî hevkariya herî xerab a di navbera Amerîka, Îtalya, Ewropa û Tirkiyeyê de pêk hatiye û wiha got: “Xeletiya herî mezin ew bû ku welatên rojavayê cîhanê destek dan girtina serok Ocalan. Li Îtalya û Ewropayê gelek mirov Abdullah Ocalan wek Nelson Mandelayê gelê kurd dibînin. Welatên rojava, şerê rejîma NATO û Apartheid bêyî Mandela neqedandin lê belê aştî û demokrasî bi deng û otorîteya NelsonMandela hat avakirin. Ji ber vê yekê heke em li Rojhilata Navîn aştiyê bixwazin, divê welatên rojava destekê bidin têkoşîna serok Ocalan.”

‘Ocalan alternatîfek rasteqîn e’

Acerbo da zanîn ku fikrên Abdullah Ocalan ên li ser edaleta civakî, pêşengiya jinan, demokrasî û ekolojiyê li cîhanê belav bûye û paradîgmayên nû afirandiye û wiha axivî: “Abdullah Ocalan yek ji bîrmendê herî girîng ê cîhanê ye. Fikir û paradîgmaya Ocalan ji bo hêzên paşverû, dîndar, emperyalîst, şer û Rojhilata Navîn ku cudaxwazî lê belav bûye hêvî ye. Peyama serok Ocalan; peyama demokrasî, aştî û konfederalîzma demokratîk e. Lewma ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, ji bo Ewropa û hemû cîhanê jî girîng e. Peyama Ocalan di çarçoveya şerê li Ûkraynayê de jî gelekî girîng e. Ji ber ku di navbera gelan, ol û zimanan de alternatîfekê çêdike. Ocalan ji bo xwerêveberî, xweserî, aştî, edaleta civakî û azadî alternatîfeke rasteqîn e. Divê raya giştî ya cîhanê, Ewropa û welatê min Îtalya ji bo azadiya Ocalan û bidawîkirina tecrîdê biqîrin. Hewcedariya me bi gotinên Ocalan heye. Li gorî min divê gelên Tirkiyeyê zextê li îktidare bikin da ku tecrîd bi dawî bibe, ji ber ku ji bo aştiyê pêwîstiya me bi dengê Ocalan heye. Ji bo em perspektîf û felsefeya Ocalan ji her kesî re vebêjin, dixebitin. Em ji Îtalyayê bo hemû dinyayê aştiyê û azadiya Ocalan dixwazin. Ji bo ku Ocalan her tiştî ji me re got, em spasiyê xwe bo wî dişînin.”