2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sedema êrîşên li manewiyatê

Li dijî van êrîşan tişta pêwîst têkoşîna azadiyê ye, tekoşîna azadiya nasnameyê ye lewra yek ji hîmên sereke yê nasnameya neteweyekî manewiyat e. Lewma jî tekoşîna ku bê dayîn heman demê de ji bo azadiya kes û civakê ye

Rejîmên heyî, pergal û rêveberiyên faşîzan ji bo manewiyata civakê ji holê radike, yan jî ji bo hundirê wê vala bike serî li her rê û rêbazan didin. Heke manewiyata civakê ji hev biçe, nirxên civakbûyînê li holê nemînin êdî pêvajoyeke koledarî dest pê dike. Ger civakbûyîn hebe, koledarî nabe, “civakên kole tune” koletî û civakbûyîn bi hevre nabe lê belê heke manewiyata ku civakbûyînê ava dike ji holê rabe, ji hev biçe, wê demê tişta ku derdikeve holê rewşa koletiyê ye.

Ji ber vê divê mirov li dijî pergalên heyî û rejîmên faşîzan gelekî hişyar û têgihiştî tevbigere. Lewra civakek bi parastina nirxên xwe yên manewî ancax dikare li pêşberî êrîşen tunekirnê yên rejîm û rêveberiyên faşîzan li ser piyan bimîne. Ew jî bi vîneke ji pola ya berxwedêr gengaz e.

Heke em van êrîşên li ser manewiyata xwe xal bi xal raxin ber çavan; niha li dijî şêwazê me yê jiyanê ku birdoziya me îfade dike, êrîş heye. Li dijî felsefeya me ku nêrîna me ya jiyanê û ya cîhanê êrîş heye. Li dijî nirxên me baweriyên ku me (wekî civak) digihîne hev, erîş heye. Li dijî kevneşopiya me ya ku her dem çand û dîrokê bi nûjenî pêş ve dibe, êrîş heye. Li dijî hêstên me yên ku li pêşberî her bûyer û qewmînên dînamîkeke hudirîn me dixe tevgerê, êrîş heye. Li dijî ew ramana me (hem a kesayetî, hem jî ya hevparî) êrîş heye. Li dijî nirxên me yên hevpar ku jiyanê bi wate dikin, êrîş heye. Li dijî têgihiştina civakî û têgihiştina xwenasiyê êrîş heye. Li dijî exlaqê ku yek ji hîmê sereke yê hevgirtina civakê ye, êrîş heye. Li dijî çanda madî manevî ya ku berhema hevper û şênberiya nasnameya civakê îfade dike êrîş heye. Belê manewiyat ji hest, raman, exlaq bawerî, nirx, felsefe, têgihiştin, kevneşopî û birdozî pêk tê. Heke em henekî li ser pêkhateyên ku manewiyatê gîring dike û yek bi yek li rista wan binêrin, em ê bibînin ku bê çima pergal û rejîmên faşîzan êrîşî manewiyatê dike. Em ê bibînin ku manewiyat ji bo azadiya civakê û neteweyî bê çima ew qas girîng e.

Li dijî van êrîşan tişta pêwîst tekoşîna azadiyê ye, tekoşîna azadiya nasnameyê ye lewra yek ji hîmen sereke yê nasnameya neteweyekî manewiyat e. Lewma jî tekoşîna ku bê dayîn heman demê de ji bo azadiya kes û civakê ye. Ev ji bo derxistina pêş a vîna rêxistinî gengaz e. Ev vîn encax dikare nasnameya civakbûyînê, nasnameya neteweyî bi dest bixe û xwe bi rê ve bibe. Ji bo wê jî manewiyat girîng e. Heke manewiyat nebe vîn jî dernakeve holê, berxwedan jî pêş nakeve û tekoşîna ji bo azadiyê jî ne pêkan e.

Belê di manewiyatê de birdozî, zîndîbûn û berxedariyê hildiberîn e. Felsefe rê nîşanî mirov dide. Bawerî biryardariyê diafirîne, berê mirov dide serkeftinê. Hest û raman rê li berxwedan û têkoşîneke pratîkî vedike, mirov her tim şîyar dihêle pêşî li kemîna xapandinê digire. Daraza nirxî ya civakî, başî û xirabiyê, koletî û azadiyê tiştên qenc û xirab ji hev diqetîne û ew aliyê pozîtîf ji berxwedanê re dike paldank. Zanîn û têgihîştin di rewşên tarî de yên koledariyê riya berxwedanê ya ji bo azadiyê ronî dike. Exlaq li pêşberî êrîşen bênirxhiştinê û tunekirina manewiyatê bi tu awayî teslîmyetê napejirîne û berxwedanê motîve dike. Çand tovên berxwedanê di giyanê mirov de diçîne, şîn dike û manewiyata azadiyê derdixe holê. Belê ji ber vê pêkhateya manewî ku civak li ser piyan dimîne, armanc û hedefa sereke ya pergal û rejîmên faşîzan tunekirina manewiyata civakê û mirov e.

Ji şaristaniya Sumeran bigire heta, împaratoriya Asûr, ji şarîstaniyên olperst bigire heta imparatoriya turanî, ji rejîmên despot ên paşverû bigire heta dewletên faşîzan bi hezaran sal in gelê kurd bi parastina manewiyata xwe û çanda berxwedêr gihiştiye van rojan. Di bingeha nasnameya neteweyî ya kurdan de manewiyateke xurt a ku ji hezaran salan ve heye. Li gel hebûna êrîşên tunekirinê ji gelê kurd li ber xwe daye. Ji ber ku kurd nebûne xwedî dewlet her tim henekê xwe bi çand, ziman û hebûna me kirin. Ji me re gotin “Hov, nezan û paşemayî.” Henekê xwe bi civakbûyîna me kirin lê bi hezaran sal in ku em hêj hene û li ser piyan in. Dema em li dîroka gelê kurd dinêrin bi hezaran sal in bi saya manewiyata civakî û netewêyî li pêşberî êrîşên tunekirinê yê hêzên despotîk bi şêwazê eşîrî li ber xwe dane, xwe parastine û jiyana xwe domandine. Bi taybetî ev 40 salên dawî, bi pêşengiya tevgera azadiyê ya kurd têgehiştina parastina manewî û têkoşîna azadiya neteweyî gihiştiye qonaxeke girîng. Berxwedan bûye navê hebûn û wateya jiyana me. Ev hebûna me bi saya parastina manewîyatê ye.

Lê belê di roja me ya îro de ji her serdemê zêdetir civaka kurd bi her cure êrîşan re rû bi rû dimîne. Heke em van êrîşan nebînin, ji nedîtî ve bên, bê helwest bimînin û xwe neparêzin dê bibe îxaneteke mezin li civak û neteweya kurd. Dê zarok û neviyên me, me nebexşînin.

Girtîgeha Hejmar 2 ya Amedê