18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Îranê pêngava “Dijî jibîrkirinê” hat destpêkirin

Çalakvanên îranî li ser Twitterê bi zimanê Farisî kampanyayek bi haştaga “Dijî Jibîrkirinê” ji bo bibîranîna navên qurbaniyên serhildanan ku bi destê hêzên rejîma Îranê jiyana xwe ji dest dane

Çalakvanên îranî li ser Twitterê bi zimanê Farisî kampanyayek bi haştaga “Dijî Jibîrkirinê” ji bo bibîranîna navên qurbaniyên serhildanan ku bi destê hêzên rejîma Îranê jiyana xwe ji dest dane.

Di vê kampanyayê de çalakvanên torên civakî bi weşandina nav, wêne, çalakî û vîdyoyên wan kesên ku piştî şoreşa sala 1979`an ji aliyê rejîma Komara Îslamî ve hatine girtin, zîndankirin, îşkencekirin an kuştine, diweşînin. Her wiha bang li bikarhênerên din jî dikin ku ew jî navên qurbaniyên din peyda bikin û biweşînin.

Di heyama çend rojan de, ev kempanya di nav bikarhênerên îranî yên Twitterê de bi awayekî berfireh hat pêşwazîkirin û tweeta bi hashtaga “Dijî Jibîrkirinê” zêdetirî 170 hezar caran hate bikaranîn.

Armanca vê kampanyayê sekinîna li hember “asayîkirina” tawanên ji aliyê rejîma Komara Îslamî ve, hatine kirin û bi taybetî tundiya rejîmê ya dijî xwepêşandêran di van çend mehên dawî de.

Piraniya beşdarên kampanyayê behsa qurbaniyên xwepêşandanên “Jin, Jiyan, Azadî” yên weke Hemîd Riza Rûhî, Nika Çakramî, Sarina Esmaîlzade, Kian Berflak, Xodanûr Lejaî kirin. Her wiha navê xwepêşandêrên ku hatin bidarvekirin ên wekî Mecîd Riza Rehnawer, Mohsen Şekarî, Mihemed Mehdî Kermî û Mihemed Huseynî jî di rêzên pêşîn de bûn.

Di nav wan navên ku bikarhêneran bi israr navên wan belavdikirin navê: Navid Afkarî, Pouya Bextiyarî, Rehana Cebbari û hemwelatiyên Behayî yên di salên 1980’ê de hatibûn bidarvekirin jî hebû.

Her wiha qurbaniyên balafira ku ji aliyê Pasdaran ve hat xistin jî ji wan kesan in ku nav û wêneyên wan bi awayekî berfireh di vê kampanyayê de hatin weşandin.