17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kristof K(urd)olomboyek li Kûbayê-I

Agîd Yazar
Agîd Yazar
Di sala 1973'yan de li gundê Banqîrê bi ser navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 1997'an de li Mêrsînê di rojnameya Azadiya Welat de dest bi rojnamegeriya kurdî kiriye. Rojekê di xewna xwe de dibîne, di nava kevne-bajarekî dêrîn de, axa kendalekî dikole. Her ku axa kendêl vedixepirîne, qelemên her yek bi rengekî cûda, bi dest wî ve tê. Ew dem û ev çax, miqîm di nava kar û barên nivîs, lêkolînerî û geştiyariyê de ye, ne kêm ne zêde.

Kûba! Gelo tu welatekî utopîk î yan destopîk î? Bi gotina pirseke din, bihişt e yan dojeh e? Çizanim. Dibe ku ne her du bin jî; dibe eraf a di navbera dojeh û bihiştê de be jî.

Van pirsên li jorê, yên di hundirê pîstika mejiyê min de, nola çêlika li ber nikilderê ya di hundirê hêka di bin kurkê de, bi meraqdarî miqîm tasa serê min nikil dikir. Bi van meraqan, ez berê xwe didim Kûbayê. Belê xwînerên ezîz. Werin em bi hev re li Keştiya Alalû siwar bibin û berê xwe bidin Kûbaya efsanewî.

Nizanim çima û ji ber çi ye? Hema her gava ez dibim rêwiyê riyeke dirêj, hestên cihêreng nola xeftanekî sêhrawî xwe li bedena min radipêçe. Gava li min dibe şev jî, ez nizanim ez raza me, yaxwud hişyar im; dibim nola xewgerokekî nehewyayî; çavên min vekirîne, lê dîsa jî ez xewnan dibînim. Heke ez bixwazim, ez dikarim bi xwe biqurincim. Hingê ez ê bizanibim ka ez xilmaş im, yaxwud razayî me. Lê ji ber ez xewnên di nava mijeke şîrikî de dibînim, destê min lê nagere ez raza wê sêhrê xira bikim.

Li balafirgehê, tişta dihat bîra min, min Bêrîtana xwe ya du salî çend caran ber bi jor ve bilind avêtibû û bi her du destan li hewa ew girtibû û bi vî awayî min xatirê xwe ji malê xwestibû.

Niha ez di balafirê de me. Li ber firînê, dîsa wan qîzikên hostes hatin û gava (xwedê neke) balafir bikeve û tedît ew der ne geliyekî bi taht û terîş be û bextê me lê bixê ew der okyanûs be û em rêwîyên xweşbext zindî bimînin, hingê em ê jî wek ew ho(rî)stes raber me dikin, em ê wî êlegê zer ê avzêrîn ê birqokî li xwe bikin û em ê pifî wê lûleka nola gêzerekî bikin û wê êlegê me dê binepixe û emê li ser avê bimînin û heke em nebin xwurekê hûtên deryayê, dibe ku tîma hewarê bê me rizgar bikin, filan û bêvan û batirxan. Tew looo lo!

Hasilî kelam, ez serê we neêşînim, (ger serê we biêşe jî, kofiyeke ji wan kofiyên kurdên ji eşîra Jîrikyan li serê xwe bialîne) berbanga sibê, beriya qijalk xwurêniya xwe bikin, em ji Stenbolê difirin. Piştî firîna zêdeyî sê saetan, em digihêjin kokevaniya ezmanê Holandayê. Erê. Hîn em li hewa bûn, roj li me hilat. Lê kiltekilta rojê bû, li dû me.

Zeviyên Holanda, yên bi hesreta kevirekî, bestikekê, yan jî girikekî, nola pîneyên buxçika pîrika min Hecî Fata Elyê Sulih, dixwuya. Piştî saeteke bi veguhêziya Amstredam-Hewana, balafira me ber bi ezmanê Okyanûsa Atlasa Bakûr ve difire. Ev fira me, vê carê zêdeyî deh saetan dikudîne. Belê. Deh saetên qut î girover! Lawê bava, ango Kristof Kolom, 500 sal berê bi keştiyeke piçûçik, ji Spanyayê xwe li vê Okyanûsa hanê xistibû û piştî sê mehan, bi awayekî lêrasthatin çûbû di Kûbayê re derketibû. Ne li ser xêre be. Ev kifşa wî tiredînê beradayî, dibe sersebebê yekuna xelkê Çermesorên xwecihî, yên wê parzemînê.

Piştî nîvroj, balafira me ya dêwasa, Boeing a bi cot korîdor, nola eylo yê baskan li hember bê kokevanî bike û piştre xwe xwujî nêçîra xwe bike, wanî xwe xujî Balafirgeha José Marti ya Navnetewî dike (Navê José Marti, bi himetî di bîrdanka xwe de veşêrin. Ez ê paşê ji we re qala wî xweşmêrî bikim)

Li Kûbayê

Piştî nîvroj, tekerên balafira me, pirîskan ji pîsta balafirgeha José Martî radike. Lingên me yên ji mêj ve minêkarên serdana welatê Kûbayê bûn, bi tewafa xaka wê, şerefyar dibin. Ji dilşahîyan, hema ti namîne ji ber lingên me jî pirîsk hilbibin. Li balafirgehê, bi gelemperî reşikên dureh ên kûbayî, me pêşwazî dikin. Bi zimanê spanyolî dipeyivin. Bê gûman bi Îngilîzî jî dizanin. Lê van mirovên dureh, zimanê xwe yê zikmakî ji bîr kirine û bi zimanê mêtîngerên xwe yên spanyolî diaxivin. Ev zimanê spanyolî jî, ji guhê kurdekî nola min re, qet biyanî nayê; bi min wa dihat ku hinekan peyvên kurdî û erebî li nav hev xistine û paşê jê zimanekî bi navê zimanê spanyolî afirandine.

Otobusa qefleya me lêsiwar bûyî, ji balafirgeha Hewana ya José Marti, ber bi bajarokê Varadero yê navdar ve bi rê dikeve.

Li cîcîna wêneyên Ernesto Che Guevara li ber çavê meriv dikevin. Wekî din, mirovên nîvtazî yên bê xem, li keviyên gundan, li pêş malên xwe, di nava mijûliyeke bêtatûle de bûn. Ez di dilê xwe de ji xwe re dibêjim: Ê’ma ew ê ji bo çi şerpeze bin û di tatûleya çi de bin, bavo? Ji xwe di pergala kominîzmê de, dewlemendî tine ye. Êh! Heçî xizanî ye jî, jixwe ew jî li ber “çîkê” lawê wan digere!

Taksî, qemyon, trextor û yekûna erebeyên wan, yên salên 1960’an ne û ahseteya serê salan, nola ajokarên xwe yên bêxem, wanî bixemsarî, di riyan de dimeşin. Pîştî şoreş bi serdikeve û kûbayî ji bin zilma dîktator Batista rizgar dibin, vêca kûbayiyên xwediyê bextê reş, dikevin bin nîrê embargoya Amerîkayê û tevahiya erbeyên wan ên hingê, wekî xwe dimînin. Meriv dibêje qey dem di salê 1960’an de gotiye zinq û li vê giravê qerisîye. Ev rewşa hanê, hesteke berevajî ya Eshabi Kehf bi meriv re çêdike. Bê çawa Eshabi Kehf, bi dehan sal şûn ve ji xewê hişyar dibin û dinerin her tişt guheriye, wanî metelmayî dimîne, vêca li Kûbayê, meriv dibêje qey meriv ketiye xeweke giran û meriv di xewnê de dibîne meriv derketiye rêwîtiya serdemên berê yên dêrîn.

Kalemêrê Hilperoker ê Gûzên Hindê

Otobosa me, li nava daristaneke tropîkal de, ji bo kurtedemeke bêhnvedanê, li devereke eyan disekine. Ew der, cihê xwarin-vexwarina rêwiyan e. Nexasim jî rêwiyên turîstên diçin Varaderoyê.

Daristana tropîkal, ji darên cur bi cur pêk dihat. Lê darên Gûza Hindê, nola dînozoran li ser hemû daristanê diket.

Ji bo dilşakirina turîstan, kalemêrekî dureh yê dişêbiya Çermesoran, qetek werîs tîne. Nola hespê qeydkirî, wî werîsî wanî li pişta şehê her du lingê xwe, bi pisporiyeke xweser lê dialîne û nola sihorekî bi dara Gûza Hindê ve radipelike. Kalemêrê heftê salî, tavilkê wek çipiskê derdikeve jora darê. Çend gûzên bi qasî zebeşan mezin, ji darê vediqetîne, dibêje kulp û davêje xwarê. Paşê, ji bo bala me bikşîne, bi devê xwe yê bêdiran, li hilobiyekê dixîne; mîna cureyekî lîrandinê dike wîlewîl. Em tevdek zîq dibin li kalemêr dinerin. Kalemêrê di karê xwe de şareza, her du destê xwe ji nava darê dide alî û tîk radibe li ser lingên xwe yên bi nava darê ve hişk jidandî. Hew em dibîne kalê ji nişka ve, lingên jî ji nava darê dide alî û nola zîbeqê neh-deh metreyekî tê xwarê û dîsa lingên xwe yên bi werîs yên qeydkirî, bi hakimyeta frêna erebeyê yê ABS, li wir dibê zinq û disekine. Bi vî awayî, yek, dudu, cara sêyem, kalê nola rimekê tê li bin darê cit disekine. Qefleya turîstan tevdek bi kirekir/bi heraret jê re li çepikan dixîne.

Roja Min a Herî Dirêj

Piştî şova kalemêr, em dîsa ber bi Varaderoyê ve dikudîn. Dîsa mirovên bêxem ên nîvtazî, li pêş malên xwe yên nola holikan, wanî bi sûkî avakirî, li ser kûrsîkên nizm rûniştî, kom bi kom, qefle bi qefle ber paş ve diçerixîn. De êdî niza’m em ber bi pêş ve dixişikin, yaxwud ew kibêsên mirovên xemnexwur, tev li dar û beran ber bi paş ve diçerixin.

Otobosa me, arasteyî nava deryayê dibe. Ez li rastê jî dinerim derya ye, ez li hêla çepê jî dinerim dîsa derya ye. Ava Okyanûsa Karayipê, di rengê şîn ê morîka şînbirik a hur de ye. Erdnîgariya Varadero, nola şûrekî meriv di zikê deryayê re bike, wanî ji reşaya welêt vediqete û bi qasî dûrahiya 15-20 km dirêj e. Otobusa me, nola zir-meqesekê wanî qumaşekî şikîşîn biçirîne, wanî Okayanûsa Qereyîpê dike du tîş. Li vî alî û li wî alî, teyrikên masîxwur ên berkurkên wan nola pelaqî hingilê dêlikeke pîr, li ser zînê sîngên wan ve daliqandî, wanî xwe li ser xiramokên kevirên deryayê kiribûn pûncik û bê xem lûsiyabûn. Ew firindeyên seyr jî, bi wî awayî dibûn xemlên derkanarê wî zir-qumaşê şikîşîn.

Ew mirovên henûn, ew erd û avên tropîkal yên bi xêr û ber, ew teyr û tilûrên xerîb, her tişt, her tişt, her tişt ji çavên meriv yên jihevrevyayî re, nola derhozeyek dixwuyan.

Ez li saeta xwe ya desta dinerim. Ji xwe re dibêjim, niha li welêt roj çûye ava. Lê, ez û ew roja li welêt çûye ava, va ye em hîn jî bi hev re ne. Mîna roj li min geriyabe, ez hêlan li nav hev dixînim; nizam kîjan hêl rojava ye, kîjan hêl rojhilat e. Otobosa me, li ber avahiyeke di nava darên palmiye û darên Gûzên Hindê de disekine. Bi qasî ez bi ruh tînim, qîzikek reşik a porkurîşk, zendik bi qirpika destê min ve kiribû.

Niha li jûra hotêla xwe, çavên xwe ji xewê diqelêşim. Gufîniya pêlên derya Qerayîpê, miqîm li kendalê bi berqefî dixîne. Bayekî şîrgem li xav-perdeya şibakê dixîne. Xav-perde, nola bi pêlên deryayê re bikeve qerezê, wanî bi nermenermî pêl dide. Ez çavên xwe bi gurmikên destan difirkînim. Êdî wexta ez bi xwe biqurincim û xwe ji vê xewgeroka şîrînok hişyar bikim tê:

-Aaaa’y! Kê bi min qurincî?

-Ma ji te pêve, kî heye li vêderkê, hey kundir!

Di xeleka bê de, ez ê jiyana xelkê Kûbayê ya rasteqîn, binivîsim û ez ê hewl bidim, reşbelekên xwe ji we re bikim nola berçavka Metaversê û we jî bi xwe re derxînim ger û geşta Kûbaya efsanewî. Çi’zanim. Dibe ku ez piyaneke kokteyla Rom ku Che jî mîriyê wê bû, bi we re noş bikim. Yaxud, cixareyeke Pûro yeka hah wilo stûr, pêşkêşî we bikim û em bi hev re gurmikê dixana tîr a kurîşkurîşkî bi ser serê xwe bixin.

Xwînerê/xwînero, te negot çi?! Em xwe bidin benda xeleka tê?.. (Dê bidome)