7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê banga avakirina Komara Demokratîk kirin 

Hevserokên Giştî yên HEDEP'ê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan bang kirin ku bi hev re komara demokratîk ava bikin.

Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan bi wesîleya salvegera 100’emîn damezrandina Komara Tirkiyeyê de daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Hevserokan, dauyaniya xwe de destnîşan kirin ku beriya sed salên din jî ji dest biçin ji bo jiyaneke bi hev re û wekhev a gelan, baweriyan, bindestan û demokratîk bi hev re Komara Demokratîk ava bikin.

Tevahiya daxuyaniya hevserokan wiha ye:

“Demokratîkkirina komarê wezîfeya me ya dîrokî ye. Komarê sedsalek li pey xwe hişt. Bi destpêkirina sedsala duyemîn de jinûve avakirina Komara Demokratîk wezîfeyeke dîrokî ye ku li pêşiya me ye. Kêmasiya bingehîn û herî girîng a sedsala destpêkê ew bû ku ji demokrasiyê bêpar bû. Çand, bawerî û nasnameyên cuda li ser bingeha welatiya wekhev bi rengekî azad û hurmetdar nekarîn bijîn, zîhniyeta tekperest serwer bû. Ji ber vê yekê pirsgirêka Kurd bi rengekî demokratîk û aştiyane nehate çareserkirin.

Bi destpêkirina sedsala duyemîn de avakirina Komara Demokratîk mifteya avakirina neteweya demokratîk û welatîbûna azad e. Di serî de pirsgirêka Kurd pirsgirêkên gel û baweriyan bi Komara Demokratîk çareser dibin. Komareke li Tirkiyeyê bi demokrasiyê hatiye tacîdarkirin, derfeta jiyana aştiyane dide Kurdan, Tirkan, Ereb, Ermen, Yahûdî, Fars, Suryanî û hemû gelên din ên Rojhilata Navîn, bi vî rengî wê ji çareserkirina pirsgirêkên dîrokî yên li herêmê re bibe alîkar. Werin em dersan ji sedsala destpêkê derxînin. Beriya ku sed salên din ji dest biçin, ji bo jiyaneke bi hev re û wekhev a gelan, baweriyan, bindestan û demokratîk em bi hev re Komara Demokratîk ava bikin.”