Di 1’ê cotmehê zaroka bi navê Armîta Girawend (16) a ji bajarê Kirmaşan ê rojhilatê Kurdistanê, li paytexta Îranê Tehranê ji ber ku qebûl nekir hîcabê bide serê xwe ji aliyê polîsên ehlaqê yên rejîma Îranê ve hat îşkencekirin. Ji ber vê îşkenceyê Girawend piştî ku 28 rojan di komayê de ma duh li Nexweşxaneya Fecir a li Tehranê jiyana xwe ji dest da.
Li gor medya Îranê, dema malbatê xwestiye cenazeyê keça xwe bigire û bibe li Kirmaşanê veşêre, hêzên rêjîmê destûr nedane malbatê û xwestine ku malbata cenazeyê Girawend li goristana Beheştî Zera veşêre. Her wiha berpirsên Îtlaeta Îranê gef li malbatê xwarine ku bi tu awayî li Kirmaşanê ji bo Girawend taziye û merasîm neyên danîn û xwestine ku taziye li Tehranê bê danîn.