9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

173 rêxistinan li Amedê banga azadiya Ocalan kirin

Rêxistinên civaka sivîl, komele û partiyên siyasî jî di nav de bi giştî 173 sazî li oteleke navçeya Sûrê ya Amedê hatin gel hev û deklarasyona “Ji niha ve ber bi dahatûyê ve banga azadiyê” aşkera kirin. Li eywana daxuyanî lê hate dayîn flamayên “Aştî” û “Azadî” hatin daliqandin. Daxuyaniya ku ji bo deklerasyonê hatibû amadekirin bi kurdî û tirkî hat xwendin. Daxuyaniya bi kurdî ji aliyê Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir ve ya tirkî jî ji aliyê aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Rûken Zeryam Işik ve hate xwendin.

Metna deklarasyona azadî û çareseriyê wiha ye:

“Di bingeha pirsgirêkên civakî, şer û qirkirina xwezayê de, feraseta dewletê û polîtîkayên înkarê ya gelan, baweriyan, çandan û nasnameyan heye. Dewlet hewl dide ku bi vê ferasetê şer û pevçûnan kurtir bike û bi vê rêyê dixwaze ku hemû berhevkirinê civakî werin tesfiyekirin û têkbirin. Em dibînin, pêkanînên ku wekî sûcên giran tên pênasekirin û pêwiste tu car li hemberî civakê pêk neyên, bi awayekî aşkere ji aliyê desthilatan ve pêk tên, serdest û rayedarên dewletê sûcdaran diparêzin, dixwazin sûcên ku li hemberî gel û civakê pêk tên meşrû nîşan bidin.

Gefen li ser gelê kurd

Van sûcan, di vê demê de li Rojava/ Bakur-Rojavayê Sûriyeyê/ Filistîn, Qerebax, Ukrayna û li gelek cîhên din pêk tên ber bi çav e. Bi kurtasî em qala rewşeke ku navenda wê Rojhilata Navîn,yanî Mezopotamya û tevahiya cîhanê belav bûye dikin.  Gelê Kurd (ligel hemû destkeftiyên xwe) bi tehdîdên giran re rû bu rû ye. Gelên Ermenî û Ereb, gelên qefqas û balqanan di nav şer û pevçûnan de ne. Her wiha sîstema kapîtalîst çav berdaye hemû erdnîgariyên ku gelên cûda lê dijîn. Ev gel ji dewlemendiyên xwe yên sererd û binerd bêpar tên hîştin û ji axa xwe tên koçberkirin,

NY berbirsyariya xwe bi cih nayne

Heke em li gorî tecrûbeyên dîrokî bifikirin, sîstema Neteweyên Yekbûyî ya ku piştî şerê cîhanê yê duyemîn parastina nirxên mirovahiyê  girtiye ser milê xwe berpirsiyariya xwe bi cih nayne. Li cîhanê serokdewletek yan jî siyasetmedarek nîne ku bi hêz û îradeya xwe van pirsgirêkên pergalî  çareser bike. Qaşo pêşengên siyaseta dinyayê, di şûna çareseriyê de, dibin sedema alozî û êşên ku pêk tên.

Destê Ocalan li hewa ma

Birêz Ocalan pêşeng û siyasetmedarê yekemîn e ku bi pêşdîtînên xwe dikare pirsgirêkên pêşerojê yên li herêmê, li Rojhilata Navîn û li dinyayê biqewimin tespît bike. Di sala 2019 an de, hîn şer, pevçûn û qirkirinan dest pê nekiribû, bi pêşdîtinên xwe diyar kiribû ku pirsgirêkên ku di vê demê de li herêmê û li cîhanê pêk tên, ji aliyê civakî ve wê girantir bibin û bibin sedema qirkirinan. Wî anibû ziman ku “Ez dixwazim pêşî li derzên civakî û dîrokî bigirim” û rêbazên mîna lihevkirinên demokratik, siyaseta azad û hiqûqa gerdûnî têkevin meriyetê pêşniyar kiribû. Destên wî yên ji bo çareserî û aştiya navbera gel li hewa mabû û ji aliye hêzên serdest ve şerên bêsînor hatibûn pêşxistin.

Demokrasî şaş hatiye pênasekirin

Van tesbît û bangawaziyên, bi baweriya xwe ya azadî û heqîqetê anîbû ziman. Ji bo xetereyên ku wek çarenûs tên nişandan beralî bike, îradeyeke xurt nîşan dabû ku di kesayeta Kurdan de çareseriyê di asta gerdûnî de bixe xizmeta gelên cîhanê. Nêrîn û pêşdîtînên Birêz  Ocalan, baş hatiye fêmkirin ku li Tirkiyeyê pêkhatina demokrasiyê rasterast bi çareserkirina pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye. Tê zanîn ku demokrasî di destpêka avabûna Komara Tirkiyeyê de şaş hatiye pênasekirin û bi vê pênasekirina şaş, hemû reng, deng, çand û ziman hatine înkarkirin. Sedema vê înkarê jî ew e ku komara Tirkiyeyê li ser bingeha netewdewlet û kapîtalîst a yek nasnameyî hatiye avakirin.

Aktorê bingehîn Ocalan e

Mixabin ev sedsal in ku sîstema netewdewlet li erdnîgariya me, rê li bêr sûcên giran ên ku li hemberî mirovahiyê pêk tên vekiriye. Birêz Ocalan ê bi hişmendiya çareserkirina pirsgirêkan derketiye rê û dest bi têkoşînê kiriye, paradigmaya çareseriyê afirandiye û di siyaseta jîyana azad de israr kiriye, nîşan daye ku ew aktorê bingehîn ê pêşketina polîtîk û demokratîk e. Perspektîf û pêşdîtîna birêz Ocalan a bi rêya hevdîtin û muzakreyan, bi rêbazên aştîyane, girîngiyeke dîrokî ya di asta stratejîk de ye.

Rojava bûye hêza çareserkirinê

Ji bo ku kurdan bi ziman, nasname û erdnîgariya wan re bigihîne statûyeke neteweyî, paradîgmayeke bi perspektîfa neteweya demokratik pêş xistiye, em îro dibînin ku ev paradigma, bi taybet bi mînaka Rojava, ji boTirkiye û Rojhilata Navîn, ji bo tevahiya cîhanê buye hêza çareserkirina pirsgirêkan. Ev hêza nêrînên wî yên ekolojîk û azadîparêziya jinê, hem ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî yên vê demê û hem jî, ji bo pêşerojê ne.

Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin

Êdî ji çar aliyên dinyayê gel, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmedar jî dibînin ku nêrînên birêz Ocalan, li hember pergala kapîtalîst bûne alternatîf û hêviya çareseriyê. Her çiqas birêz Ocalan li Îmraliyê hatibe tecrîtkirin û desthilatan xwestiye ku têkiliya wî jî dinyayê qut bikin jî, her dem ji bo ku krîzên heyî bi dawî bibin teoriyên çareseriyê bi pêş  xistiye. Xwestin ku bi rêya tecrîdê birêz Ocalan bidin jibîrkirin. Lê ramanên wî gihîştine hemû gelan û tevahiya cîhanê. Birêz Ocalan niha li tevahiya cîhanê  aktorê herî polîtîk û zanayê ku dinya nêrînên wî esas digire ye.

Ocalan azadî ye

Brêz Ocalan afrînerê jiyana hevpar û wekhev a artarnatîf e.  Ji bo azadiya Birêz Ocalan û ji bo pergala wekhevî û heqîqetê ava bibe li tevahiya cîhanê têkoşîn tê meşandin. Hemû kes û kesayetên ku têkoşîna azadiya birêz Ocalan dimeşînin, bi yek dengî diqîrin û dibêjin azadiya Birêz Ocalan Azadiya me ye. Ev tespit nişan dide ku her têkoşîna were meşandin ji jiyana wan jî ne dû re.

Divê tecrîd bê rakirin

Hemû jinên cîhanê diyar dikin ku, pêşketina têkoşîna jinên Kurd a li gorî nêrînên birêz Ocalan  bandor li wan kiriye û ew ê jî tevlî vê têkoşîna ramana azad û jîyana azad bibin, têkoşîna jinê geş bikin, bipêş bixin û dibêjin pergala tecrîda Îmraliyê ya ku Birêz Ocalan tê de ye, rewşeke li dijî mirovahiyê ye û pêwiste demildest ev tecrît bi dawî bibe, rêgez û rêbazên gerdûnî yên ji bo Nelson Mandela pêk hatin, jî bo Birêz Ocalan jî divê pêk werin.

Roja gelhatina cem hev e

Lê tê zanîn ku ev 25 sal in hemû mafên Birêz Ocalan ên huqûqî tên binpêkirin û bi cih nayên. Ya girîngtir, ev ji 30 mehan zêdetir e tu agahî jî Birêz Ocalan nayê girtin. Di serî de divê hevdîtinên parêrez û malbatan bi Birêz Ocalan û girtiyê Îmraliyê re werin kirin, agahiyên zelal ji Îmraliyê werin girtin. Ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî û siyasî pêwiste şert û mercên têkoşîna siyasî û pêkhatina muzakereyan ji bo Birêz Ocalan bên afirandin ku hevî û bendewariyên gelê Kurd û gelên cîhanê yên ji aliyê civakî û siyasî ve pêk werin. Roj ew roj e ku Birêz Ocalan rasterast bi gelan re were cem hev da ku rola xwe ya aşitî û azadiyê pêk bîne.”

Sazî û partiyên siyasî yên ku deklerasyon îmze kirine wiha ne:

  1. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)
  2. Tevgera Jinên Azad (TJA)
  3. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)
  4. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP)
  5. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD)
  6. Federasyona Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Med’ê (MED TUHAD-FED)
  7. Şaxa Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxaran re (TUHAY-DER) ya Amedê
  8. Şaxa TUHAY-DER a Edeneyê
  9. Şaxa TUHAY-DER’a Mêrsînê
  10. Şaxa TUHAY-DER’a Îzmîrê
  11. Şaxa TUHAY-DER’a Stenbolê
  12. Şaxa TUHAY-DER’a Wanê
  13. Şaxa TUHAY-DER’a Êlihê
  14. Şaxa TUHAY-DER’aMêrdînê
  15. Şaxa TUHAY-DER’a Şirnexê
  16. MEBYA-DER a Amedê
  17. Nûnertiya MEBYA-DER’ê ya Bismil, Farqîn û Pasûrê
  18. MEBYA-DER a Cizîrê
  19. MEBYA-DER a Êlihê
  20. MEBYA-DER a Mêrdînê
  21. MEBYA-DER a Wanê
  22. Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD)
  23. Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê
  24. Alim-Der a Amedê
  25. komeleya Lêkolînên Zanistên Olî ya Wanê
  26. Komeleya Lêkolînên Ol û Baweriyan a Meşînê (MDÎAD)
  27. Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Olê ya Îzmîrê
  28. Konreya Demokratîk a Îslamê
  29. Kovara Destar
  30. Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê
  31. Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Arî
  32. Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arsîsayê
  33. Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Botanê
  34. Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê
  35. Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê
  36. Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Birca Belekê
  37. Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Ankayê
  38. Komeleya Wêjekarên Kurd
  39. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
  40. Enstîtuya Kurdî ya Amedê
  41. Înstîtuya Kurdî ya li Stockholmê
  42. Înstîtûya Kurdî ya li Elmanyayê
  43. Enstîtuya Kurdî ya Brukselê
  44. Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê
  45. Platforma Îxrackiriyan a Amedê
  46. Meclisa Jinan a KESK’a Amedê
  47. Şaxa BES’ê ya Amedê
  48. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Bismilê
  49. Şaxa BTS’ê ya Amedê
  50. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Çermûgê
  51. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Çinarê
  52. Şaxa DÎVES’ê ya Amedê
  53. Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê ya Amedê
  54. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Gêlê
  55. Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Senê ya Amedê
  56. Şaxa Hejmar 2 ya Egîtîm Senê ya Amedê
  57. Şaxa Hejmar 3 ya Egîtîm Senê ya Amedê
  58. Meclisa Jinan a Egîtîm Senê
  59. Akademiya Kedê ya Amedê
  60. Şaxa Hejmar 1 a Genel Îş’ê ya Amedê
  61. Şaxa Hejmar 2 ya Genel Îş’ê ya Amedê
  62. Şaxa Haber Senê ya Amedê
  63. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Hênê
  64. Platforma Şaxan a KESK’ê ya Amedê
  65. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Karazê
  66. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Pasûrê
  67. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Liceyê
  68. Nûnertiya SES’ê ya Bismilê
  69. Nûnertiya SES’ê ya Erxeniyê
  70. Meclisa Jinan a SES’ê
  71. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Farqînê
  72. Şaxa TARIM ORKAM SEN’ê ya Amedê
  73. Şaxa TUMBEL SEN’ê ya Amedê
  74. Şaxa YAPI YOL SEN’ê ya Amedê
  75. Şaxa BES’ê ya Êlihê
  76. Şaxa BTS’ê ya Êlihê
  77. Nûnertiya DÎVES’ê ya Êlihê
  78. Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê
  79. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Qûbînê
  80. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Hezoyê
  81. Nûnertiya ESM’ê ya Êlihê
  82. Nûnertiya Genel Îş’ê ya Êlihê
  83. Nûnertiya HABER SEN’ê ya Êlihê
  84. Şaxa PETROL ÎŞ’ê ya Êlihê
  85. Şaxa SES’ê ya Êlihê
  86. Şaxa TARIM ORKAM SEN’ê ya Êlihê
  87. Şaxa YAPIYOL SEN’ê ya Êlihê
  88. Şaxa TUMBEL SEN’ê ya Êlihê
  89. Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Mêrdînê
  90. Nûnertiya Egîtîm Sen’ê ya Qoserê
  91. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Nisêbînê
  92. Şaxa BES’ê ya Mêrdînê
  93. Şaxa TARIM ORKAM SEN’ê ya Mêrdînê
  94. ÇEVDER a Mêrdînê
  95. Şaxa Egîtîm Senê ya Şirnexê
  96. Şaxa Genel Îş’ê ya Şirnexê
  97. Platforma Şaxan a KESK’a Colemêrgê
  98. Şaxa Genel Îş’ê ya Colemêrgê
  99. Platforma Şaxan a KESK’ê ya Mûşê
  100. Platforma Şaxan a KESK’ê ya Rihayê
  101. ÎKK’a TMMOB’ê ya Amedê (13 şax)
  102. Nûnertiya Odeya Endezyarên Makîneyê
  103. Şaxa Egîtîm Senê ya Sêrtê
  104. Şaxa SES’ê ya Sêrtê
  105. Şaxa BTS’ê ya Sêrtê
  106. Şaxa BES’ê ya Sêrtê
  107. Şaxa TUMBEL SEN’ê ya Sêrtê
  108. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê (32) sazî
  109. Komeleya Çavdêriya Koçberiyê
  110. Komeleya Lêkolînkirina Koçberiyê ya Serhedê
  111. Komeleya Şopandina Koçberiyê û Lêkolînê ya Mezopotamyayê
  112. Komeleya Lêkolîn û Şopandinê ya Koçberî û Penaberan a Çukurovayê
  113. Komeleya Jinan a Rosayê
  114. Komeleya Jinan a Starê
  115. Komeleya Jinan a Mîmozayê
  116. Komeleya Dema Jinan e
  117. KASED
  118. MA Music
  119. ŞanoWan
  120. Jîn Art
  121. Şanoya Bajêr
  122. Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn
  123. Komeleya Çand û Hunerê ya Serhedê
  124. Komeleya Çand û Hunerê ya Aryenê
  125. Komeleya Çand û Hunerê ya Dicleyê
  126. Komeleya Çand û Hunerê ya Nefelê
  127. Navenda Çanda Mezopotamyayê (Stenbol)
  128. Navenda Çanda Mezopotamyayê (Qoser)
  129. Navenda Çanda Baharê
  130. Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê
  131. Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Mêrdînê