28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK’ê nûçegîhanê Rojnewsê Ehmed binçav kir

Edîtorê Rojnewsê Silêman Mihemed Ehmed ku ji bo serdana malbata xwe çûbû rojavayê Kudistanê, dema ku vegegeriya başûrê Kurdistanê li deriyê sînor ê Sêmalka ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat binçavkirin.

Edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Mihemed Ehmed ku ji 25’ê cotmehê ve agahî jê nedihat girtin derket holê ku dema ji Rojavaya vegeriyaye Başûr li deriyê sînor ê Sêmalka ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatiye binçavkirin. Rojnewsê, der barê rewşa edîtorê xwe de daxuyanî da.

Rojnewsê, agahî da ku Silêman ji bo serdana malbata xwe ya li taxa Şêx Meqsud a Helebê di 1’ê cotmehê de ji Başûr çûye Rojava û di 25’ê cotmehê de dema ku xwestiye careke din vegera Başûr li deriyê Sêmalka ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatiye binçavkirin.

Diçe serdana malbata xwe

Li gorî daxuyaniya Rojnewsê malbata Silêman ji navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî ye û li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dimîne. Bavê Silêman di 18’ê sibata 2023’yan de jiyana xwe ji dest daye û ji ber şert û mercan Silêman piştî 8 mehan di destpêka cotmehê de çûye serdana malbata xwe.

Dema vedigere binçav dikin

Dayika Silêman Sûltana Ehmed jî der barê rewşa kurê xwe de ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re axivî û destnîşan kir ku piştî ew ji Efrînê hatine koçberkirin (2018) Silêman ji bo kar û alîkariya malbatê derbasî bajarê Silêmaniyê yê Başûr bûye û ev agahî dan:

“Silêman hefteyek li taxa Şêxmeqsûd ma û piştre dîsa çû Başûr, lê piştî ku deriyê Sêmalka derbas kir agahî jê qut bûn. Beriya ku derî derbas bike em bi telefonê axivîn. Ev yek nîşan dide ku Silêman ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatiye revandin. Bang li hemû aliyên peywendîdar ên Başûr dikim ku çarenûsa kurê min aşkera bikin.”

Tevî vê daxuyaniya Rojnewsê û dayika Silêman Sûltah Ehmed jî heta niha rayedarên deriyê Sêmalka der barê mijarê de tu daxuyanî nedane.