9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kovara Psychology Kurdî destpirtûka “Rewşa Derûnî, Trawma û Alîkarî Piştî Karesatan” çap kir

Kovara Psychology Kurdî bi edîtoriya Abdulsittar Ozmen û Siyabend Aslan destpirtûka bi navê "Rewşa Derûnî, Trawma û Alîkarî Piştî Karesatan" çap kir.  

Kovara Psychology Kurdî ku di sala 2016’an de dest bi weşanê kir û ji 4 mehan carekê tê weşandin, destpirtûka bi navê “Rewşa Derûnî, Trawma û Alîkarî Piştî Karesatan” çap kir.  Destpirtûk bi edîtoriya Abdulsittar Ozmen û Siyabend Aslan hatiye amadekirin û bi piştgiriya Institut for Transcultural Health Science, BW, Stuttgart û Prof. Dr. Dr. Jan Ilhan Kizilhan hatiye çapkirin.

Di destpirtûkê de pisporên tendirustiya derûnî xwestine li ser çend xalên girîng rawestin ku mirov di wan rewşên karesat û bobelatan de hay ji bertek, nîşêt û rêyên xweparastinê hebin da ku hem ji bo xwe û hem ji bo derdora xwe bibin alîkar. Pisporên tendirustiya derûnî ku di amadekariya vê destpirtûkê de cih girtine dixwazin ku ev xebat bigihîje ber destê gelek kesan û gelek kes ji vê pirtûkê sûd werbigirin.

Mijarên destpirtûkê

Destpirtûk li ser van mijaran radiweste:

– Bertekên derûnî yên piştî karesatan

– Agahdarkirina civakê derbarê karesatan » Perwerdehiya derûnî ya piştî karesatan

– Stresa trawmatîk û bandora wê

– Şîna trawmatîk û pêvajoya şînê ya piştî erdhejê

– Rêbazên serederîkirina stres û rageşiyê » Bertekên zarokan yên piştî erdhejê

– Vegotina erdhejê ji zarokan re

– Bertekên şînê bi zarokan re û hin pêşniyaz bo malbatan

– Bikaranîna made, derman û alkolê piştî trawmayên girseyî

– Ragihandina xebera ne baş û mirinê bo xebatkarên tendirustiyê

– Xweparastina xebatkarên tendirustiya derûnî piştî karesatan

– Ragihandina nûçeyên trawmayê û rewşa xebatkarên tendirustiya derûnî di çapemeniyê de

Kesên ji bo destpirtûkê nivîsandine

Kesên ku bi nivîsên xwe ji bo amadekirina destpirtûkê bûne alîkar qadên wan ên pisporiyê û navê wan wiha ne: Psîkiyatrîst Azad Dildar, Psîkiyatrîstê Zarok û Kamilan Veysî Çerî, Pispora Xizmeta Civakî Gulperî Gunduz, Derûnnas Rozerîn Yildirim, Psîkoterapîst û Trawmatolog Pirşeng Omar Ahmad, Derûnnas Siyabend Aslan, Derûnnas Samed Dogan, Pisporê Xizmeta Civakî Abdullatîf Meşe, Derûnnas Hasan Ozturk, Derûnnas Hasan Elçeoglû.

Kesên bixwazin dikarin ji vê lînkê xwe bigihînin destpirtûkê:

https://drive.google.com/file/d/11GLs8GHSxULsWnNSE2z0475NCh6Avatn/view?usp=sharing