21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hewl didin girtiyê piştî 30 sal tehliye bûy dersînor bikin

Girtiyê bi navê Abdulmenaf Osman ê ji Hesekê 30 sal û 6 meh piştre hate berdan. Li gel ku malbata Osman li Tirkiyeyê dijî jî dewleta tirk ji bo dersînorkirinê bir Qereqola Cendirmeyan a Akhîsarê.

Abdulmenaf Osman (58) li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê dihat ragirtin û piştî 30 sal û 6 mehan hate tehliyekirin. Osman, di 28 saliya xwe de kete girtîgehê û di 58 saliya xwe de derket. Di 3’yê adara sala 1993’yan de li Êlihê hate binçavkirin û Dadgeha Ewlekariyê ya dewletê bi îdiaya “hewl dide beşekê xaka dewletê parçe bike” cezayê muebbetê lê birî.

Diviya Osman di 3’yê adarê de bihata tehliyekirin lê Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê bi hinceta ku “poşmantî” qebûl nekiriye tehliyeya wî 6 mehan taloq kir.

Malbata Osman û rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER), Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwestin Osman li pêşiya girtîgehê pêşwazî bikin. Osman ji bajarê Hesekê yê û hêzên ewlekariyê ji bo bişînin Navenda Paşveşandinê ya Manîsayê (GGM) û ji wir jî dersînor bikin, Osman birin Qereqola Cendirmeyan a Akhîsarê.

Malbata Osman li Tirkiyeyê dijî û ji bo hêj Osman nehatiye tehliyekirin bidin wan li benda qereqolê disekinin. Nahêlin Osman bi malbata xwe re hevdîtinê bike.