30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Maroofîan dest bi greva birçîbûnê kir

Rojnameger Nazîla Maroofîan ku ji ber hevpeyvîna bi bavê Jîna Emînî re kiriye heta niha 4 caran hatiye girtin, di 1’ê îlonê de dest bi greva birçîbûnê kir.

Rojnameger Nazîla Mafoofîan ji ber ku bi bavê Jîna Emînî re hevpyevîn kiriye, di 31’ê tebaxê de cara 4’emîn hat girtin. Di dema girtinê de ji hêla hêzên rejîma Îranê ve hat derbkirin. Hat zanîn ku Mafoofîan ji bo kesên ew derbkirine bên cezakirin, di 1’ê îlonê de dest bi greva birçîbûnê kir.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) da zanîn ku rojnameger Maroofîan ji bo berdanê û cezakirina peywirdarên ew derb kirine dest bi greva birçîbûnê kiriye. Li gorî agahiyên KHRN’ê; Maroofian ji rayedarên girtîgehê re gotiye ku ji ber ku kesên ew derbkirin nehatine cezakirin lewma dest bi greva birçîbûnê kiriye. Maroofian, da zanîn ku heta berpirsyar tên cezakirin jî dê greva xwe bidomîne.

Rojnameger Maroofîan di 31’ê tebaxê de hate girtin û birin Girtîgeha Evînê. Ji ber îşkenceya lê hatiye kirin nexweş bû û rakirin nexweşxaneyê. Piştî tedawiyê jî dîsa birin girtîgehê.