spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Kerkûkê 4 ciwanên kurd hatin kuştin

Bîlançoya li bajarê Kerkûkê her ku diçe giran dibe. Di êrişa hêzên hikûmeta Iraqê de 4 ciwanên kurd hatin qetilkirin, 15 kes birîndar bûn û îro qedexe hat rakirin.

Li dijî girtina rêya bejahî ya Kerkûk-Hewlêrê ku Eniya Tirkmen û komên sûnî yên selefî pêk anîn, kurdên li Kerkûkê di 2’yê îlonê de çalakiyên şermezarkirinê li dar xistin. Li dijî çalakvanan bi çekan êriş hate kirin û bîlanço giran dibe.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, di êrişa hêzên ewlekariyê yên Iraqê de ciwanên kurd ên bi navên Hawkar Ebdullah, Hisên Sabîr, Heval Star û Hawrê Ekber jiyana xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.

Ofîsa Serokwezaretiyê ya Iraqê ragihand ku piştî bûyerên li Kerkûkê rû dan, li navenda bajêr qedexeya derketina derve hatiye ragihandin. Ketin û derkretina hemû kolanên li Kerkûkê hatin girtin. Qedexeya derketina derve îro di danê sibehê de hate rakirin. Li Kerkûkê rewş bêdeng e.

Tê payin ku Serokwezîrê Iraqê Mûhammed Şiya Sûdanî îro bi parlamenterên Kerkûkê re rûnê. Di hevdîtinê de wê bi nûnerên hemû pêkhateyên Kerkûkê rewşa dawî bê nirxandin.