4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rejîma Îranê Enstîtuya Zanistê ya Kurdistanê girt

Rejîma Îranê bi îdiaya “zimanê kurdî teşwîq dike û dide nasîn” lîsansa Enstîtûya Zanistê ya Roznewbar Kurdistanê ya li Rojhilat bi zimanê kurdî perwerdeyê dide betal kir.

Lîsansa Enstîtûya Zanistê ya Roznewbar a li bajarên Qorveh û Dehgolan ên rojhilatê Kurdistanê ev 6 sal in perwerdeya bi zimanê kurdî dide hate betalkirin. Wezareta Perwerde û Hînkirinê ya Îranê sedema betalkirina enstîtûyê jî weke “zimanê kurdî teşwîq dike û dide nasîn” nîşan da.

Ji damezirînerên enstîtûyê Cyrus Abbasî û Farîdeh Weîsî têkildarî mijarê vîdeoyek parve kirin û wiha gotin: “Li gorî me tu bingeheke vê kiryarê ya hiqûqî nîne û biryareke bi adilane nîne. Pergala perwerdeyê ya Îranê, têkeleke mêtingerî û bîrdoziyê ye. Bi sedan sala ye poîtîkayên pişaftinê dimeşîne û qirkirineke çandî pêk anî. Ji bo ji bo parastina mafê xwe yên neteweyî û civakî û ji bo ziyana tê dayîn daxînin asta herî jêr, weke damizirînerên saziya zanistê ya Kurdistanê me ev sazî di sala 2017’an de ava kir. Dibe ku zextê li Enstîtûya Zanistê bikin ku were girtin lê teqez dê tu caran nekarin rêya zanîn û hînbûnê bigirin.”