11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyê 32 salan nayê berdan

Girtiyê nexweş Hulkî Guneş ku 32 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Şakranê de ye, çendî ji ber cezayên berê beraet kiriye jî nayê berdan.

Girtiyê siyasî Hûlkî Guneş (59) ê di girtiya Şakran a Alîaga ya Îzmîrê ya Hejmara 4’an a Tîpa T’yê de, çendî salek di ser berdana wî ya bi şertî re derbas bûye jî, bi hinceta cezayên dîsîplînê nayê berdan.

Guneş di sala 1992’yan de ji ber mirina leşkerekî ku li herêma Sarimsak Tepe ya Bajaroka Çayçatiyê ya navçeya Gimgim a Mûşê di pevçûnekê de miriye, hat binçavkirin, piştî îşkenceyên di binçavan de hat girtin. Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) a Amedê bi îdiaya “xerakirina yekpareyiya dewletê” cezayê muebedê li Guneş birî.

Ji ber îşkenceyên di binçavan de nexweşîna Ankîlozan Spondîlît û pişikê li Guneş peyda bûne. Guneş di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye. Gunelş bi dorê di van girtîgehan de maye: Mûş, Amed, Tekirdag û Alîaga ya Îzmîrê. Guneş, di 32 salên girtîgehê de rastî gelek lêpirsînên dîsîplînê hatiye.

Di sala 2009’an de li Girtîgeha Mûşê bi hinceta ku di dema muayeneyê de “gef li bijîşk xwariye” Dadgeha Cezayê Asliye ay Mûşê sal û 8 meh ceza li Guneş biriye. Ji xeynî vê li Girtîgeha Amedê jî ji ber bertek nîşanî binpêkirinên mafan da ye cezayê dîsîplînê û li Girtîgeha Alîaga ya Îzmîrê jî bi îdiaya “eşyayên qedexe” salek ceza lê hatiye birîn.

Piştî îtiraza parêzeran cezayê hucreyê yê li Amedê û cezayê ku li Alîagayê li Guneş hatibûn birîn hatin xerakirin û dadgehê der barê wî de biryara beraetê da. Lê belê Dadgeriya Înfazê ya Îzmîrê van biryaran esas nagire.

Sedat Akbal, parêzerê Guneş di 27’ê Tîrmeha 2023’yan de serî li dadgeha bilind da û xwest muwekîlê wî bê berdan.

Akbal diyar kir ku ev pirsgirêk li hemû girtîgehan hene û bal kişand ser nakokiya di navbera qanûnan de. Akbal bilêv kir ku demildest divê biryarên der barê muwekîlên wî de esas bên girtin û rojek berî rojekê bê berdan.