spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevdîtina Fîdan-Barzanî: Amadekariya ji bo êrişa li dijî Garê ye

Rojnameger Cahît Mervan diyar kir ku Tirkiye li Garê sendromê dijî û wiha got: “Tirkiye hewl dide hemû derfetên xwe bi kar bîne û li dijî Garê dîsa dest bi êrişa dagirkeriyê bike.”

Êrişên Tirkiyeyê yên bi tevkariya PDK’ê yên li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe didomin. Demek berê Wezîrê Karên Derveyê yê Tirk Hakan Fîdan hin hevdîtin bi rayedarên Iraqê û Herêma Kurdistana Federe re kir. Di hevdîtinan de li ser krîza avê, têkiliyên aborî û bazirganiyê û êrişên li herêmê hatin nîqaşkirin.

Rojnamevan Cahît Mervan hûrguliyên hevdîtinên Fîdan û paşperdeya wan ji Ajansa Mezopotamyayê re nirxand.  Mervan destnîşan kir ku armanceke sereke ya Tirkiyeyê ew e ku statuya Herêma Kurdistana Federe ji holê rake û wiha got: “Êrişên leşkerî yên li hemberî gerîlayan, tenê ne hedefgirtina gerîlayan e. Ger derb li gerîlayan bikeve dê Tirkiye cihê xwe yê li başûrê Kurdistanê berfirehtir bike. Tirkiye ji bo jiholêrakirina statuya Herêma Kurdistana Federe vê carê dê zorê bide Bexdayê û dê hewl bide ku statuya Kurdistana Federe daxîne asta parêzgehê. Lewma divê kes di vî warî de nexafile; armanca Tirkiyeyê ya dide der cuda ye, lê divê neyta wê baş bê dîtin.”

Mervan ragihand ku Tirkiye Mûsil û Kerkûkê di nava sînorên Mîsakî Milliyê de dihesibîne û got ku hikûmeta Iraqê hay jê heye ku neyta Tirkiyeyê ew e ku tevahiya axa Iraqê dagir bike. Mervan destnîşan kir ku di vê astê de ne pêkan e ku hikûmeta Iraqê xwestekên Tirkiyeyê qebûl bike. Mervan bilêv kir ku peymanên ku PDK’ê bi Hakan Fîdan re kirine ne rewa ne û wiha domand: “Parlementoya Herêma Kurdistana Federe ji zû de ye hatiye dagirkirin. PDK, di warê neftê de bi Tirkiyeyê re peymaneke çawa çêkiriye? Çi veberhênaniyên malbata Barzanî hene? Şîrketên girêdayî rejîma AKP-MHP’ê yên li Başûrê Kurdistanê çi karî dikin, kîjan komên çekdar li Başûrê Kurdistanê bi rihetî peyasê dikin? Çima li wir binkeyên leşkerî hene, kî van binkeyan diparêze? Divê PDK van tiştan ji raya giştî re rave bike.”

‘PDK jî wekî Tirkiyeyê winda dike’

Mervan diyar kir ku hevdîtinên Fîdan û Barzanî hevdîtinên ji bo şer in û got ku Tirkiye di operasyonên li derî sînor de bi ser neketiye. Mervan destnîşan kir ku Tirkiye di vî warî de winda kiriye û got ku şer wekî rûxandina aboriyê, civakî û siyasî li wan vedigere. Mervan ku got “Gava Tirkiye winda dike PDK jî winda dike” û destnîşan kir ku tu rêxistineke kurdan piştgiriya polîtîkayên PDK’ê nake. Mervan bilêv kir ku demildest divê PDK dest ji van kirinên xwe berde û got: “Yan na dê gelê kurd bersiva pêwîst bide PDK’ê.”

Amadekariyên operasyonê

Mervan got ku ji bo dewleta tirk dawiya rê xuya dike, polîtîkayên wan ên rûxandinê dirûxin. Mervan destnîşan kir ku ne pêkan e ku li hemberî gelekî rêxistinkirî bi ser bikevin, bilêv kir ku di hevdîtina dawî ya Fîdan de planên veşarî yên ji bo Garê hene û wiha got: “Garê ji bo dewleta tirk pir girîng e. Ji lew re binkeya navendî ya tevgera azadiyê ya kurd e û di warê erdnîgarî de jî stratejîk e. Tirkiye di 14’ê sibata 2021’ê de ji bo xelaskirina elemanên îstixbaratê yên di destê PKK’ê de li hemberî Garê operasyoneke mezin da destpêkirin û dîlgirtiyan jî kuşt. Ev operasyon bi fiyaskoyeke mezin bi dawî bû. Ev tek jib o Tirkiyeyê bû sendromeke mezin. Niha jî dixwaze bi ehmû derfetên xwe li hemberî garê dest bi operasyoneke din bike.”