21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hewldanên asayîkirina rewşa Lîbyayê didomin

Civîna parlamentoya Lîbyayê ya roja 7’ê sibatê de bi hejmareke kêm li hev civiyabû û di civînê biryar hat girtin ku roja pêncşema were hilbijartina serokwezîrê Lîbyayê pêk were.

Ji ber ku Abdulhemîd Dubeybe nikaribû di dema xwe de hilbijartinan pêk bîne lewre niha hikûmeteke nû ji bo wê armancê tê avakirin.

Ji bo vê pêvajoyê niha 2 namzetê serokwezîrtiyê hene. Fethî Başaga û Xalid Beybas berendamin û dê roja pêncşemê li parlamentoyê dengdan were kirin.

Serokê parlamentoya Lîbyayê Eqîla Salih der barê civîna parlamentoyê de wiha got: “Roja pêncşemê dê dengdan ji bo hilbijartina serokwezîr pêk were.”

Wekî tê zanîn 7 namzetên serokwezîrtiyê hebûn, ji wan serlêdana 5 kesan nehat qebûlkirin û tenê 2 namzet mabûn ew jî Başaga û Beybas in.

Fethî Başaga di civîna parlamentoyê de der barê hikûmeta demikî ya bi serokatiya Abdulhemîd Dubeybe de wiha got: “ Hikûmeteke ku ew bi xwe gendeliyê dike nikare şerê li dijî gendeliyê bimeşîne.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî sala 2011’an bi hilweşîna rejîma Muemer Qedafî û dubendî û şerê di navberê aliyên Lîbyayê de, hikûmeteke hevbeş ya demikî hatibû avakirin da ku dawî li şer û pevçûnan were lê wê hikûmetê nikaribû hilbijartinan pêk bîne.

Heta niha tevî hemû hewldanan hê jî pirsgirêka hebûna komên çete astengiya herî sereke ye li pêşiya çareseriyê û tevliheviyên ku bi xwe re tînin aloziya li vî welatî bêçare dihêlin.