spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Reşnivîsa peymana bi Îranê re amade ye

Îro tûra heştemîn a civînên der barê bernameya nukleerî ya Îranê de pêk tê. Piştî navbera 2 hefteyan dîsa aliyên peymanê li Viyanayê li hev dicivin da ku bi Îranê re peymanê imze bikin. Li gorî daxuyaniya nûnerê Yekitiya Ewropayê û nûnerê Rûsyayê çav li rê ye ku îro ev tûr bidawî bibe.

Li gorî daxuyaniya nûnerê Rûsyayê Mikhail Ulyanov da xuyakirin ku diyaloga bi Îranê re li ber dawî ye û divê her kes bi biryardarî tevbigere da ku ev civîn bigihêje armanca xwe û dîsa peymana nukleerî were imzekirin. Mikhail Ulyanov di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Reşnivîsa peymanê amade ye û li hêviya imzeya aliyane.”

Rayedarên Îranê jî dibêjin ku ew ji bo vegera li peymanê amade ne lê bi şertê ku ambargoyên li ser Îranê werin rakirin.

Ji aliyekî din ve DYA’yê jî da xuyakirin ku ew hêvî dike peyman bi rengekî lezgînî were imzekirin û heke di van heftiyên pêşiya me de peyman neyê imzekirin dê pêşketinên mezin di bernameya nukleerî ya Îranê de çêbibin û êdî peyman bê wate dibe. Tev li van daxuyaniyên xweşbîn ên derbarê civînê de, daxuyaniyeke balkêş ji aliyê Meclisa Ewlekariya Îranê ve hat kirin. Meclisê daxuyaniyek wiha belav kir: “Heke DYA’ê siyaseta xwe ya zextan berdewam bike dê diyaloga li Viyanayê ne hêsan be.”