3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kartal: Em ê sala 2022’an bikin sala azadiyê

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha li Îmraliyê li dijî tecrîdê ji bo çareseriya demokratîk pêş bixe û pergala neteweya demokratîk ava bike li ber xwe dide. Lê tecrîda li ser Ocalan her ku diçe girantir dibe û 11 meh in bi tu awayî ji Ocalan agahî nayê girtin. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li welatên Ewropayê meşên girseyî û çalakiyên girseyî tên li darxistin.

Beriya salvegera 15’ê Sibatê em bi Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal re axivîn.

Hevserokê Kongra Gel Remzi Kartal ewil komploya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: “23 sal berê çima komplo pêk hat. Ji bo ku hêzên navneteweyî konsept û plana xwe ya li Rojhilata Navîn pêk bînin komplo pêk anîn. Li dijî PKK’ê gavek gavêtin. Bi vê yekê xwestin tevgera azadiyê têxin bin kontrola xwe û tune bikin. Dîsa xwestin bi vê yekê dewleta tirk mahkûmî  xwe bikin. Lê 23 sal derbas bûn, îro em dinerin, gel, tevgera azadî û Rêber Ocalan bi hevre ne.  Rêber Ocalan li dijî komployê gavek pir stratejîk avêt û kompo vala derxist. Komplo li ber çavê gelê Kurdistanê û raya giştî teşîr kir. Armanca komplogeran teşîr kir. Niha bi paradîgmaya Rêber Apo, Kurdistan û Rojhilata Navîn, tevgera kurd mezin bû. Rêber Apo bi paradîgmaya xwe li hemû cîhanê deng veda.”

‘Xwestin kurd û tirkan bînin hemberî hev’  

Hevserokê Kongra Gel Kartal, bal kişand ser armanca hêzên komploger û encama wê û wiha berdewam kir: “Armanca sereke yên hêzên komploger ew bû ku Rêber Apo bigirin û teslîmî tirkan bigirin. Li hemberî  vê yekê di serî de gelê kurd û PKK’ê bi nerazibûnek mezin bînin hemberî dewleta tirk. Rê li pêş şerekî navxweşî vekin. Xwestin kurd û tirkan bînin hemberî hev û wan bê hêz bihêlin. Li aliyê din hêzên komploger jî herdu aliyan bikin mohtacê xwe û serweriya xwe li ser wan pêş bixin.  Lê me dît Rêber Apo ev konsept vala derxist û teşîr kir. Belê komplo negihişt armanca xwe, lê komplo berdewam e. Hêzên emperyalîst kapîtalîst ev 100 sal in li ser pirsgirêka gelê kurd siyasetê dimeşînin. Dixwazin li ser kurdan û Rojhilata Navîn li gorî xwe dîzayn bikin. Ji ber vê yekê komplo didome. Tecrîd berdewama komployê ye. Mudaxaleya Rojava,  mudaxaleya gerîla û mudaxaleya gel berdewama komployê ye.”

‘Berxwedana Îmraliyê berxwedanek bê emsal e’

Kartal bal kişand ser berxwedana li Îmraliyê jî û wiha pêde çû: “Siyaseta dewleta tirk siyaseta gladyo ye. Şerê taybet e. Dixwaze hemû tiştên gelê kurd tune bike. Vê yekê vekirî li ber çavê hemû cîhanê pêk tîne. Ev siyaseta şerê taybet a dewleta tirk dema em berfireh bînin ber çavên xwe, wê demê em dikarin texmîn bikin ku çi tînin ser serê Rêber Apo. Em dikarin texmîn bikin ku zextek çawa, konseptek çawa li dijî Ocalan pêş dixe. Çawa dixwaze vîna wî bişkîne. Çawa dixwaze di şexsê Rêber Apo de berxwedan û vîna gelê kurd bişkîne. Ji ber vê yekê berxwedana li Îmraliyê berxwedaneke bê emsal e. Berxwedanek dîrokî ye. Rêber Apo bi hemû derfetên xwe li Îmraliyê ne tenê ji bo gelê Kurdistanê, ji bo hemû gelê Rojhilata Navîn rolek stratejîk lîst. Plana wan pûç kir. Bi fikr û paradîgmaya xwe rolek lîst. Saet û saniyê xwe jî vala derbas nekir û bikar anî. Ji bo têkoşîna gelê kurd pêş bikeve, ji bo konsepta li dijî gelê kurd bê encam bimîne, li Îmraliyê berxwedanek bê emsal pêş xist. Şerê mezin li Îmraliyê çê dibe.  Divê her kes vê yekê zanibe. Ji ber vê yekê Azadiya Rêber Apo ji bo çar parçeyên kurdistanê, ji bo gelê Kurdistanê, ji bo gelê Rojhilata navîn û mirovên pêşketî jî; çareseriya herî esasî ye. Pêwist e her kes jî li gorî vê rastiyê nêzîkî Îmraliyê bibe.”

‘Em ê îsal bikin sala Azadiya Ocalan’

Remzî Kartal, li ser têkoşîna gelê kurd a li Ewropa, helwesta neteweyên yekbuyî û welatên Ewropa û civaka ewropa ya li dijî tecrîd û komployê jî rawestiya û wiha pêde çû. “Niha paradîgmaya Rêber Apo û bi taybetî Şoreşa Rojava li hemû dunyayê deng veda. Dengvddanek mezin çêbû. Mînak jinên cîhanê bi giştî bi jinên kurd re yekitiyek mezin çêkir. Dîsa hêzên navneteweyî ên ku pergala alternatif dixwestin hemûyan li çar aliyê cîhanê bi tevgera azadiyê re xetek enternasyolîst ava kirin. Niha li dervê welat, li Ewropa û li her derê ji bo azadiya Rêber Apo û ji bo şerê li dijî gelê kurd tê meşandin, teşîr bikin têkoşînek mezin pêş dikeve. Ji bo şerê li Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilat û ji bo li dijî tecrîdê û şerê li dijî gerîlla teşîr bikin xebatek mezin tê kirin. Ji bo teşîrkirina siyaseta dewleta tirk û dagirkirina dewleta  tirk a li Efrîn, Kobanê û Girê Spî, Şengal û Mexmûrê, têkoşînek mezin tê pêş dikeve. Ji bo tecrîd bi dawî bibe û Rêber Apo azad bibe, ji bo PKK ji lîsteya terorê bê derxistin kampanyayên cûr be cûr têne meşandin. Me îsal biryar daye ku sala 2022’an bikin sala têkbirina faşîzmê. Em bikin sala azadiya Rêber Apo.”

‘CPT li gorî zagonan tev nagere’

Kartal, li ser helwesta CPT û Konseya Ewropa (KE) ya li dijî tecrîdê jî rawestiya û ev agahî dan: “Çalakiyên gelê kurd, bi taybetî li dijî CPT û li dijî Konseya Ewropa, ji sala 2012’an heta niha 10 salin bê navber didom in. Ev çalakî bê guman li ser raya giştî ya Ewropa jî û li ser raya giştî ya gelê cîhanê jî bandor dike. Li ser CPT jî bandor dike. Lê em bizanibin ku CPT girêdayî Konseya Ewropa ye. Endanêm Konseya Ewropa di komploya navdewletî de rola esasî dilîstin. Ji ber vê yekê CPT bi temamî li gorî zagon, mafên mirovan tev nagere. Ji ber ku pirsgirêka kurd pirsgirêkek navneteweyî ye. Ev pirsgirêk bi destê welatên ewropa pêş ket. Niha jî têkilyên welatên ewropayê bi Tirkiyeyê re li ser esasê berjewendiya  aborî pêş dikevin. Çiqas di nava welatên ewropa û Tirkiye de pirsgirêk hebin jî di meseleya kurdan de dewleta tirk esas digire. Ji ber vê yekê jî gelê kurd û tevgera kurd a azadiyê û dostên kurdan li dijî vê yekê têkoşînek mezin dimeşînin. Ji bo bandorê li ser raya giştî ya cîhanê bimeşîne û raya giştî li ser van dewletan zext bike em têdikoşin. Li çar aliyê Kurdistanê welat û li dervê welat ev xebat dê dewleta faşîst tengav bike. Wê li ser siyaseta ewropa ku ji dewleta tirk re tolerans nîşan dide bandorê bike. Niha hem CPT û hem jî DMME pirsgirêkên wan li gel Tirkiyeyê heye. Lê hê jî siyaseta Konseya Ewropa ku Tirkiyeyê diparêze didome. Hem nakokî heye hem jî siyaseta Tirkiyeyê diparêze didome. Ji ber vê yekê divê em berxwedana xwe mezin  bikin û berdewam bikin. “

‘Pêdivî bi dîplomasiya gel heye’ 

Kartal li ser xebatên kurdan ên dîplomasiye jî rawestiya û wiha got: “Hem di aliyê civakî de û hem jî di aliyê dîplomasiyê de xebatek mezin tê meşandin. Hem dîplomasiya li hemberî dewletan, saziyên navneteweyî, bi giştî li parlamentoyan xebatek tê meşandin. Lê divê em bizanibin pirsgirêka kurd di çarçoveya berjewendiyên dewletan de, di navbera dewletan de hatiye gilîkirin. 100 salin  didome. Ji ber dewlet li gorî berjewendiyan nêzîk dibin, encamgirtina ji têkiliyên bi dewletan re zahmet e. Zû bi zû encam nagire. Li gel dîplomasiya bi dewletan re ew qas pêwistî bi dîplomasiya gel jî heye.”

‘Her kurd dîplomatekî gelê kurd e’

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal, anî ziman ku dîplomasiya gel bi destê gelê Kurdistanê û bi dostên gelê Kurdistanê pêş dikeve û wiha lê zêde kir: “Pêwiste ev dîplomasî li hemû cîhanê bê meşandin. Bi vê ve girêdayî bi taybetî dixwazin bêjim her kurd dîplomatekî gelê kurd e. Her kurd pêwist e di vê xebatê de xwe berpersiyar bibîne û her kurd dostekî qezenç bike. Divê komkujiya li ser gelê kurd tê meşandin bide famkirin. Divê hevkarî û alîkariya mirovahiyê bixwaze. Ev dîplomasiya gel û dîplomasiya dewletan dimeşe. Li hemû parlamentoyan li ser koman xebatên dostanî û dîplomasiyê dimeşe. Li her qadan xebatên dostaniyê tên meşandin. Lê divê em bizanibin pirsgirêka kurd pirsgirêkek mezin e. Destê hemû hêzên desthilatdar di nava ve meseleyê de heye. Ji ber vê yekê zext mezin e. Divê em li gorî mezinbûna vê zextê têkoşîna xwe û hêza xwe mezin bikin, bi rêxistin bikin. Divê em hêza xwe li qada navdewletê mezin bikin. Ji bo vê yekê pêwist e her kes xwe berpirsiyar bibîne. Divê her kes xwe seferber bibe. “

‘Li Kurdistanê xeta kurdên azad û xeta kurdên hevkar heye’

Kartal bal kişand ser xebatên yekîtiyê û hêzên kurd ên li dijî yekîtiyê tev digerin û wiha axivî: “Di meseleya kurd de divê em rastiyekê zanibin. Pirsgirêka kurd 100 salin ji aliyê dewletên hegomon ve hatiye gilîkirin. Di şerê cîhanê yê yekemîn de hatiye gilîkirin. Piştî wê dewletên dagirker û piştî wê jî kurdên ku heviya xwe ji gelê xwe tune. Hêviya wan ji hêzên dagirker û ji dijminê kurdan heye. Pişta xwe dide dewletên dagirker. Ev pirsgirêk pirsgirêkên esasî ne. Bi hêza dewleta dagirker dixwaze xwe li ser piyan bigire. Ev hersê pirsgirêk di pirsgirêka kurd de pirsên esasî ne. Ji ber vê yekê jî dewleta tirk îro li parçeyê Kurdistanê yê mezin û li hemû parçeyê Kurdistanê û Rojhilata Navin êrîşek mezin pêş dixe. Li dijî gelê kurd êrîşek mezin pêş dixe. Çima ji ber ku li dijî berxwedana gelê kurd ketiye kaosek mezin. Her ku dikeve kaos û krîzê jî bêtir dixwaze kurdên hevpar bi xwe ve girê bide. Bêtir bi kurdên hevkar re siyasetê pêş dixe. Ev jî mixabin PDK ye. Niha li Kurdistanê du xet hene. Xeta kurdên azad ku PKK nûnertiya wê dike u xeta kurdên ku hevkariyê bi dewletên dagirker re esas digirin. Em ji vê xetê re dibêjin xeta hevkar û xeta îxanetê. Ji ber vê yekê îro PDK, bi hemû aliyê xwe, bi aliyê siyaset û aboriyê bi dewleta tirk ve girêdayi ye. Hem îro hem jî berê bi Tirkiyeyê ve girêdayî bû. Ji ber vê yekê têkçûna faşîzmê û têkçûna hêzên hevkar bi hev ve girêdayî ye. Ku em bi çarçoveyê lê binerin em ê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn çareseriyê pêş bixin. Dem jî ew e. Çawa ku Krîza faşîzmê kûr dibe, di heman demê de krîza Rêveberiya Başûrê Kurdistanê û PDK’ê jî kûr dibe.”

‘Her tişt ji bo azadiya Ocalan e’

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal herî dawî bal kişand ser xebatên Kongreya Gel ên ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî rawetiya û bi dawî kir: “Pergala Kongreya Gel li çar parçeyê Kurdistanê û dervê welat nûnertiya gel dike. Gel vê vînê esas digire. Ji ber vê yekê ew pêkhateyên girêdayî sîwana Kongreya Gel, li welat û dervê welat hemû di vê çarçoveyê de xebatek mezin dimeşînin. Sala 2022’an xebata me ya esasî xebata “Dema Azadiyê” ye. Kampanyaya “Derxistina PKK’ê ya ji lîsteya terorê” ye. Em wekî gel û dostên me em ê xwe bi rêxistin bikin. Em ê li hemû cîhanê ji bo vê kampanyayê çawa mezin bikin, çawa dewleta dagirker teşîr bikin û çawa dostên xwe bêtir bi paradîgmaya Rêber Apo ve girê bidin xebatê pêş bixin. Em li ser vê yekê xebatê dimeşînin. Xebatek me ya wisa û plansaziyek me ya wisa heye. Azadiya Rêber Apo ji bo hemû mirovahiyê û cîhanê mifteya azadiyê ye. Ji ber vê yekê jî her tişt ji bo azadiya Rêber Apo ye.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê