7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çopilme

Tirk dibêjin; “Yiğiti öldür ama hakkını yeme.”kurdiya wê; Egîdekî bikuje lê mafê wî binpê neke. TİP (Türkiye İşçi Partisi) li navenda Amedê ofîseke xwe vekiriye. Endam û hevalbendên wan li kuçe, kolan û dukanan belovokan belav dikin û daxuyaniyan didin. Di van waran de çi gazinêke me ji TİP’ê nîn e.

TİP di belavoka xwe de balê dibe ser gelek neheqî û zilma li ser komelanên xelkê, buhabûna jiyanî, bêkarî, enflasyon û krîza giştî ya li Tirkiyeyê. Tiştekî em lê zêde bikin nîn e. Ji xwestekên TİP’ê yek bêtir bala me dikişîne: “… Bêyî mûçe kêm bibin, em saetên kar daxînîn, em vardiyan zêde bikin ku xort bibin xwedî kar û ji kuçan azad bibin.” Van xwestinan bi nav nake. Çima? Em nizanin. Dê biryar çibe, kî biryarê bide? Em nizanin. “Demokrat” bi serê xwe tenê dizanin.
Dengê ji megafona TİP’ê dertê bi kurtahî wiha ye; “Xîzanî ne carenûsa (qedera) me ye! Rêgayek heye. Wer em bi hevdu re bimeşin.” Me digot qey ev gotin kevnbûne. Em vê şaşiya xwe qebûl dikin (dipejirînin). Serpêhatiyek li Stilîlê rûdaye anî bîra min; Şivanek ji yê gund roja cejna Erefatê (îda heciyan) naçe ber pez û li malê dimîne. Şivan fêr nebûye û hedana (sebira) wî nayê. Radibe piştî nivro diçe çolê ber pez.

Ji me weye em ê dunyayê biguherin lê xuyaye TİP dixwaze dunyayê carek din ji nûve (keşif) bike. Di vê hewldan û keft û leftê de bajarê ku lê ofîsa xwe vekiriye “nabîne” û “nasnake”. Belavokekê mîna çarşefekê li Amedê belav dikin. Bajarê kurdan, navenda bakurê Kurdistanê ye û haya TİP’ê jê tune ye. Pirsgirêka kurd, mafê çarenûsî kurdan nehatiye xewna van pêşengên polîtîk. Em kêm bêjin ne zêde; Kolonyalîzma ku dewlemendiyên li Kurdistanê tar û mar dike, bela reş ya bi navê TEDAŞ di wêjeya TİP’ê de winda bûye. Bi ser wê de ku piraniya çavkaniyên enerjiya li Tirkiyeyê ji Kurdistanê bidest dikevin.

Hinek partiyên polîtîk,TİP di nav van de dikarin vekirî yan xewle bibêjin tiştê ku ev ji tirkan re dixwazin ji kurdan re jî doz dikin. Ser seran, ser çavan. Ma kê destên kê girtiye ku hûn ne li ser ya xwe bin?
Em jibîr nekin ku şert û mercên civakî, polîtîk û mirovahî yên kurd di nav wan de dijîn û yên komelanên xelkê yên tirk ji hevdu gelekî cuda ne. Bi radeya ku kurd li ser jiyana xwe ya polîtîk, aborî û sosyal (civakî) azad biryar bidin, mafê çarenusî kurdan dê rê li ber têkoşîna komelanên xelkê veke. Her wiha azadiya kurdan ên tirk jî di nav de, dê avê li aşê serfiraziya hemû komelanên zahmetkêşan bike. Li vir cih ji çi fala qereçiyan re nîn e! Roja tu vê rastiyê nebîne an jî di ser guhên xwe re bavêje, bi zanistî yan jî bi nezanî mîrov dibe şirîkê hovîtiya îdeolojiya fermî û çavsoriya wê ya li ser kurdan.
Me bi gotinek cîranên xwe destpêkiribû û me dil heye bi gotineke wan nivîsa xwe biqedînin; “Eğri otur doğru söyle.” Ango çewt rûnese û raşt vaj. Em rastiya rastiyê bêjin û li gor wê jî tevbigerin.
Îca ji qewlê helbestvanê me Riza yê Hazroyî ve hûn dizanin; ”Dewê we li gebola we!”