3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qeterê qerta dîplomasiyê danî ser maseyê Biden

Gotareke balkêş der barê ji nûve avakirina têkliyên di navbaera DYA û Qeterê de di rojnameya El Exbar de bi îmzeya Husên Ibrahîm hatiye nivisandin. Ev gotar behsa serdana Mîrê Qeterê Temîm Bin Hemed ya DYA’yê û hevdîtina bi serokê DYA’yê Joe Biden re dike.
Li gorî wê gotarê piştî vê serdanê êdî Qeter li şûna Erebistana Siûdî, li Rojhilata Navîn dibe parêzvanê yekemîn ê DYA’yê.

Ji bo pêkanîna vê yekê jî diviyabû ku Temîm Bin Hemed deftera xwe ya çekan danîba ser maseya Joe Biden. Peymanên bi milyar dolaran li ser wê deftera çekan ji aliyê Temîm Bin Hemed ve hatin îmzekirin.
Vê yekê Erebistana Siûdî aciz kir û rayedarên wî welatî nerazîbûnên xwe bi gelek şêweyan anîn ziman. Berê dîplomasiya bi riya defterên çekan ji aliyê rayedarên Siûdiyê ve dihat kirin.

Dema ku mîrê Qeterê bi rengekî aşkera deftera xwe ya çekan danî ser maseya hevdîtina bi Biden re, ev tê wê wateyê ku êdî bi aşkera hevalbendê yekemîn Qeter e, ne Erebistana Siûdî ye.
Amadekariya rola Qeterê ji sala 1996’an ve dihat kirin, dema ku DYA’yê bargeheke xwe ya mezin li Qeterê ava kir ji ber ku êdî Erebistana Siûdî ji bo wan ne cihekî bi ewle dihat xuyakirin û leşkerên xwe ji wir vekişandibûn.
Deftera çekên Qeterê ji bo kirîna 50 balafirên mezin ên kargoyê û wekî wan jî balafirên rêwiyan bû. Qeterê ji şirketa Bionic Air ya DYA’yê bi milyar dolaran nêzî 100 balafirên mezin dikire. Bi vê yekê Bionic Air ji krîzeke mezin rizgar kiriye. Ew şirketa ji ber hin kêmasiyên di balafirên wan de, di rewşeke ne baş de bû, dê bi vê bazirganiya bi Qeterê re bi ser xwe ve were û dîsa di rêzên yekemîn de reqabeta xwe berdewam bike.
Her wiha Mîrê Qeterê soz daye ku heke aloziyeke ji ber şerê Ukrayna û Rûsyayê derkeve, dê Qeterê gazê bide Ewropayê. Bi vê yekê Amerîka dixwaze welatên ewropayê jî bi wê yekê qayil bike ku bi DYA’yê re tevbigerin.

Wisa xuya ye ku Biden ji rêveberên Siûdî û Îmaratê dilgiran e ji bo têkliyên wan ên bi Donald Trump re. Ji aliyekî din ve jî têkliya bi Qeterê re tê wateya dê rêveberiya Joe Biden têkliyên xwe bi Qaide û Birayên Misilman re jî sererast bike. Ev jî tê wateya ku dê ev rewş wêraniyeke mezin ji bo Rojhilata Navîn bi xwe re bîne.

Niha rêveberiya Washingtonê hem bazirganiyeke mezin dike hem jî Qeterê xelat dike ji ber rola wê ya navbênkariya bi Talîbanê re û navbênkariya di avakirina têkliyên bi Israîlê re. Ango rola Qeterê ya di nêzîkatiya di navbera Welatên Kendavê û Israîlê de, her wiha navbênkariya di navbera Israîl û Hemasê de.

Bêguman em jibîr nekin ku xezeba rêveberiya Amerîkayê li ser rayedarên Siûdiyê ji ber hin tevgerên wê zêdetir bû. Bi taybetî jî dema Siûdiyê daxwaza Amerîkayê ya erzankirina petrolê red kir û li gorî hin daxwazên din ên Amerîkayê tevnegeriya.
Ev rewş guhertina polîtîkaya Amarîkayê ye yan jî taktîk û stratejiyeke nû ye, em ê bi pêvajoyê re bibînin. Ji pêşketin û geşedanên vê dema dawî, mirov hinek îşaret û nîşaneyên vê polîtîkayê dibîne.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê