11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hewldanên Tirkiyeyê û Serdanên Amerîkayê

Ji ber ku Tirkiye tevî dijberiya Amerîkayê jî dixwaze bi HTŞ’ê re hin planan bixe meriyetê,  heyete Amerîkayê hat serdana herêmê û bi rayedarên tirk û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilat Sûriyeyê hevdîtin kir.  

Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, hewldanên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê didomin. Di vê çarçoveyê de Tirkiye di demên dawîn de dixwaze bi HTŞ’ê hin guhertinan pêk bîne. Ji bo vê armancê di meha cotmehê de HTŞ’ê ji Îdlibê ber bi Efrînê xiste nava tevgerê. Heta bi HTŞ’ê li Efrînê dagirkeriya di nav dagirkeriyê de pêk anî. Li gorî agahiyên ku rayedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parve dikin; Tirkiye dixwaze HTŞ’ê li deverên dagirkirî yên herêmê (Efrîn, Serê Kaniyê û Grê Spî) bi cih bike û planên xwe yên nû yên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike meriyetê.

Di nav hefteyê de derket holê ku ji bo van planên xwe Saziya Îstixbaratê ya Tirkiyeyê (MÎT) li Dîlok û bajaroka Atmê ya Îdlibê bi HTŞ’ê û komên paramîlîter ên di bin kontrola Tirkiyeyê de ne re hevdîtinên veşarî kiriye. Li gorî nûçeyeke Ajansa Mezopotamyayê (MA), MÎT’ê di van hevdîtinan de ji komên xwe yên paramîlîter xwestiye ku serweriya HTŞ’ê ya li herêmê qebûl bike, lê gelek komên paramîlîter vê daxwazê qebûl nekirine.

Plana nû ya Tirkiyeyê

Li gorî tabloya li holê, tevî nerazîbûnên komên xwe yên paramîlîter jî Tirkiye dixwaze HTŞ’ê li deverên ku dagir kiriye bi cih bike û li herêmê tevliheviyan der bixe. Bi vê rêbazê tiştên ku xwest bi komên paramîlîter pêk bîne û nikaribû pêk bîne li dijî Rêveberiya Xweser bi rejîm û Rûsyayê bide qebûlkirin. Wisa diyar e ku di vê mijarê de Amerîka daye dijberî xwe û li gorî ajanda Rûsyayê tev bigere.

Ji ber ku Amerîka jî vê ferq kir li dijî vê planê derket û ji Tirkiyeyê xwest ku HTŞ’ê ji Efrînê vekişîne. Heta li gorî hin nûçeyên ku di hin malperan de hatin weşandin de Amerîka ji bo vê gef jî li Tirkiyeyê xwariye. Lê tevî vê yekê jî Tirkiye dev ji planên xwe bernedaye û li herêmê niha bi HTŞ’ê re dixebite. Ji vê xebatê jî diyar e ku heta niha Tirkiye biryara xwe li cem Rûsyayê daye.

Serdanên heyeta Amerîkayê

Piştî van planên Tirkiyeyê heyeteke Amerîkayê rojên borî heta serdana Tirkiyeyê û piştî serdana xwe ya li Tirkiyeyê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Wisa diyar e ku Amerîka vê plana Tirkiyeyê cidî digire. Lewre heke Tirkiye vê plana xwe bi ser bixe û bi Rûsyayê re li herêmê hin mudaxaleyan pêk bîne wê derbeyeke mezin li berjewendiyên Amerîkayê jî bike. Ji bo ku pêşî li vê bigire demildest li herêmê dest bi hevdîtin di asta bilind de kir.

Heyeta Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li bajarê li Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî û Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Newroz Ehmed re hevdîtin pêk anî. Ji bilî vê heyeta Amerîkayê bi rayedarên Rêveberiya Xweser jî hevdîtin pêk anî. Di civînan de rewşa siyasî, ewlehî û aborî ya Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat gotûbêjkirin.

Daxwazên heyetê

Her wiha heyeta Amerîkayê di hevdîtinên xwe de li dijî planên dawîn ên Tirkiyeyê ji bo ewlehî û aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser girîngiya peymana agirbestê ya di sala 2019’an de bi Tirkiyeyê re îmze kiribû jî rawestiya. Di vê çarçoveyê de heyeta Amerîkayê ji welatan daxwaz kir ku welatiyên xwe yên li wargehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji bo ewlehiya herêmê talûkeyeke mezin in vegerînin welatên xwe.

Gelek welatiyên Tirkiyeyê jî di van wargehan de hene. Tirkiye di ser van welatiyên xwe yên li wargehan li herêmê de bi MÎT’ê tevlîheviyan derdixe. Rêveberiya Xweser ev demeke dirêj e li dijî van planên Tirkiyeyê bi pêngavên cuda li wargehan  operasyonan li dar dixe û planên tevlîheviyê yên Tirkiyeyê vala derdixe. Ji ber vê ye ku Tirkiye tevî dijberiya Amerîkayê jî niha dixwaze bi HTŞ’ê hin planan bixe meriyetê.