28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakiya şaşikfirandinê rejîma Îranê bêzar dike

Serhildana gelê Îranê di hefteya 9’mîn de bi şêwe û çalakiyên cur bi cur berdewam dikin. Ji bilî çalakiyên meş û xwpêşandanên bi şevê çalakiya firandina şaşikan njî gelekî desthilatê Îranê bêzar dike

Serhildana gelê Îranê di hefteya 9’mîn de bi şêwe û çalakiyên cur bi cur berdewam dikin. Ji bilî çalakiyên meş û xwpêşandanên bi şevê çalakiya firandina şaşikan njî gelekî desthilatê Îranê bêzar dike. Çalakvanên ciwan di kolanan de destê xwe li şaşikên alîgirên rejîmê didin û ji serê wan difirînin. Paşê jî wekî nerazîbûnekî li dijî hişmendî û pergala Îranê li ser malperên dijîtal par vedikin.
Serhildana gelên Îranê ya ku di 16 îlonê de ji ber kuştina Jîna Emînî dest pê kir ne tenê li rojhilatê Kurdistanê lê belê li seranserê Îranê belav bû. Doh partiya ‘Hevgirtin a Ehwazê’ bi daxuyaniyekê bang li leşkerên di nava hêzên rejîmê de kir ku ji xwe ji nava hêzên rejîmê vekişînin. Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku kesên bixwazin leşkerên ereb ji nava hêzên rejîmê vekişin ew amade ne ku alîkariya wan bikin û wan derxînin derveyî Îranê.
Ji aliyekî din ve koma ‘ciwanên kolanên Tehranê’ bi daxuyaniyekê bang li gel kirin ku sibê dakevin kolanan û wiha gotin: “Em ê kolanan ji dagirkeran re bikin dojeh û em ê dengê xwe li hemû kolanan belav bikin”.
Koma ‘ciwanên Kerkan’ jî dan xuyakirin ku ew dê sibê anku roja sêşemê dakevin kolanên bajêr û dan xuyakirin ku berdewamiya têkoşînê li kolanan tê meşandin gelekî pêwîst û sedema man û nemanê ye ji bo vê serhildana gel.
Ji aliyekî din ve dîsa hêzên Îranê navendên partiyên kurd ên li başûrê Kurdistanê topebaran kirin. Hate ragihandin ku di van êrîên bi fûzeyan de kesek miriye û 10 kesên din jî birîndar bûne.