11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojeva medya erebî têkliyên Enqere û Şamê bû

Yek ji rojevên sereke ên rojnameyên erebî têkiliyên di navbera rejîma Sûriyeû Enqereyê de bû û cihekî berfireh ji vê mijarê re hatibû veqetandin, her wiha aloziya Lîbya û pisgirêkên li pêşiya hikûmeta Israîlê jî hatibûn şîrovekirin.

Rojnameya El Watan a Sûriyê behsa encamên dan û standina di navbera hikûmeta Şam û Enqerê de kir û wiha nivîsî: Rewş ber bi vekirina dergehê Ebû Zendên ve diçe, ku herêmên serweriya milîsên rejîma Tirkiyê li başûr rojhilatê bajarê Babê yê dagirkirî bi herêmên bakur rojhilatê parêzgeha Helebê yên di bin serweriya hikûmeta Sûriyê de girê bide. Ev yek wekî berhema yekemîn a nêzîkbûna Şam û Enqereyê di aliyê normalîzekirina têkiliyên aborî di aliyê dergehên alîkarên mirovî de tê hesibandin.

Rojnameyê wiha berdewam kir: “Çavkaniyên nêzî qaşo Artêşa Nîştimanî aşkere kirin ku efserên îstixbaratê û artêşa tirkiyê pêr cara sêyemîn ji herêmên di bin serweriya Artêşa Nîştimanî sardana dergehê Ebû Zendên kirin. Bi wan re serçeteyên milîsên Firqeya Sultan Murad ên nêzî rejîma Tirkiyê hebûn.”

Rojnameyê li gorî çavkaniyan ragihand ku rayedarên tirk fermana vekirina dergeh di demeke nêz de daye, dibe ku çend hefte bin.

Gelo ev rêbaz aloziya Lîbyayê çarser dike?

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El Beyan wiha nivîsî: “Meclisa serokatiyê ya Lîbyayê tevgerek siyasî û civakî bi rê ve dibe, bi mebesta vegerandina pergala parêzgehan a ku ji sala 1983’yan ve hatî rakirin. Endamê meclisê Mûsa El Kewnî di hevdîtina bi hejmarek serkirdeyên partiyên siyasî re, tekezî li ser girîngiya vegerandina pergala parêzgehan kir ku wek baştirîn çareserî  ye ji bo krîzên li Lîbyayê. Ji wan jî krîzan xetimîna siyasî û cemidandinê ye ku ji ber lihevnekirina aliyên siyasî li ser bingeheke destûrî ku rê li ber lidarxistina hilbijartinên serokatiyê vedike, li pey xwe hişt.

El Kewnî diyar kir ku sîstema nenavendîbûnê mafên hemû herêm û pêkhateyên gelê Lîbyayê bi rêya parêzgehan û bi radestkirina bûdceyên wan ji bo birêvebirina projeyên wan, misoger dike. Da ku hikumeta navendî rola xwe di şopandina siyaseta derve û kar û barên dewletê de bi cih bîne. Her wiha ji bo her parêzgehekê, ji derveyê wê kesayeteke naskirî were erkdarkirin û ji bo birêvebirina kar û barên wê, dê hemû maf jê re bên dayîn.

Dema ku Lîbya di sala 1951’ê de serxwebûna xwe bi dest xist, dabeşî 10 parêzgehan hat kirin; El Cebel El Exder, Binxazî û Derna li rojhilat, Terablus, El Cebel El Xerbî, El Xums, El Zawiye û Misrata li rojava, Sebha û Ubarî li başûr. Di sala 1983’yan de ev sîstema hate betalkirin û li şûna wê 46 şaredarî hatin bicihkirin. Piştre di sala 1987’an de ev hejmar bû 25 şaredarî. Piştî sala 1995’an, dabeşkirina şaredariyan hat rakirin û li şûna wan komîteyên gel ku 13 komîte bûn, hatin bicihkirin. Di 1998’an de ew bûn 26 komîte, paşê di sala 2001’ê de bûn 32, di 2007’an de bûn 22 komîte.

Li gorî berdevka Meclisa Serokatiyê Necwa Wehîbe: “Vegerandina pergala parêzgehan li gorî ezmûna ku beriya sala 1969’an hate şopandin, dê bibe alîkar ku nakokiyên siyasî çareser bibin, gendelî kêm bibe û tirsa parçebûnê were dûrxistin.”

Li gorî daneyên destpêkê, projeya parêzgaran li piraniya herêmên welêt, rastî piştgiriyeke mezin tê. Dibe ku ew alternatîfeke rast be li şûna sîstema federal ku ji sala 1963’an ve bi guhertinên destûrê re hatibû rakirin û hinek hêzên siyasî û civakî piştî sala 2011’an banga ji nû ve esasgirtina wê kirin.”

Dosyayên aloz ên li pêşiya hikûmeta Israîlê

Der barê rewşa Îsraîlê de rojnameya El Ereb wiha nivîsand ” Serokwezîrê berê yê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja Yekşemê peywirek fermî wergirt da ku hikumeteke nû ava bike. Tê texmînkirin ku siyasetmedarê kevn hikumeta herî tundraw a rastgir di dîroka welat de ava bike, ku wî bi dosyayên bi girêk ên li ser astên hundirîn û derve re rû bi rû dihêle.

Çavdêr dibêjin, eger Netanyahu bi hevkarên xwe yên rastgir ên tundraw re hikumetê ava bike û bihêle ku ew sozên xwe yên din hilbijartinê de dabûn bi cih bînin, bi taybetî yên girêdayî bicihkirin û tevlêkirina beşên ji Dîfa Xerbiyê û rêvebirina têkiliyên Til Evîvê bi derve re, dê di qada siyasî û navneteweyî de bi zehmetiyên mezin re rû bi rû bimîne.

Çavdêr diyar dikin ku Netanyahu piştî avakirina hikumetê, divê têkiliyên navneteweyî yên Îsraîlê jî bi rêve bibe, da ku li hemberî gefên Îranê rêbazekê hilbijêre û siyaseteke nû li hember welatên Ereban pêk bîne.

Çavdêr dibêjin ku pirsgirêka derve ya pêşîn a li hemberî Netanyahu ew e ku li hemberî peymana xêzkirina sînorê deryayî yê ku bi Lubnanê re îmze kiriye, rêzdar be.

Her wiha têkiliyên Netanyahu bi rêveberiya serokê Amerîkayê Joe Biden re mijareke sereke ye û dê yek ji dozên sereke yên di qada siyasî de be, tevî ku di gelek salan de têkiliyên wî bi Biden re baş bûn.

Tê texmînkirin ku Netanyahu bi lez daxwaza hewldanek ji bo komkirina civaka navneteweyî bike ji bo ku Îran venegere peymana nukleerî, her wiha hewl bide ku Tehranê çekên nukleerî bi dest nexe.

Astengiya din jî şerê Rûsya–Ukraynayê ye, nemaze ku berî çûna wî ji wezîfeya serokwezîriyê ya sala borî têkiliyên pir baş bi serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn re danîbûn ku Pûtîne wek hedefeke civaka navneteweyî tê dîtin. Li vir Netanyahu neçar e biryarê bide ku têkiliyên xwe yên bi Pûtîn re nû bike yan jî bide rawestandin. Ev têkilî di dema Lapid de hat sekinandin. Her wiha dê ji Netanyahu were xwestin ku li gorî ku di hemleya xwe ya hilbijartinê de soz dabû, şandina çekên Îsraîlî ji Ukraynayê re kontrol bike.

Ya din têkiliyên bi Ewropayê re ye, nemaze ku rexneyên tund ji aliyê Yekitiya Ewropayê ve li wî ne. Heman demê têkiliyên wê bi dewletên Ereb re mijareke din li pêşiya Netanyahu ye.”

çavkanî: ANHA