21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Heyeta DYA’yê li Enqerê hevdîtinên xwe didomîne

Şandeyek ji endamên Meclîsa Nûneran a DYA'yê li Enqereyê piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê tirk re pêk anî, wê bi Serokê MÎT'ê, Wezîrê Parastinê û Serokê Komîsyona Meclîsê re hevdîtinê bike

Serdana şandeyê ya li Enqereyê, beriya serdana Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan a 9’ê Gulanê ya li DYA’yê pêk hat.

Serokê Komîsyona Xizmetên Çekdarî ya Meclîsa Nûneran a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Mîke Rogers, Endamê Komîsyonê Adam Smîth û şandeya pê re li Enqereyê di 28’ê Adarê roja Pêncşemê de dest bi hevdîtinan kirin.

Şandeyê destpêkê hevdîtin bi Wezîrê Karên Deve Hakan Fîdan re kir û têkildarî vê hevdîtinê wêneyek li ser X’ê hate parvekirin.

Şandeya DYA’yê wê di roja duyemîn a serdanê de bi Serokê Rêxistina Îstîxbaratê ya Mîllî (MÎT) Îbrahîm Kalin, Wezîrê Parastina Mîllî Yaşar Guler û Serokê Komîsyona Parastinê ya Meclîsê Hûlûsî Akar re hevdîtinê bike.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê, di hevdîtinê de wê êrîşên li ser PKK’ê û Rojava, pêvajoya tedarik û modernîzasyonê ya balafirên şre ên F-16 bêne nirxandin.

Hevdîtin di demeke welê de tê kirin ku êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava û gefên nû yên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê dewam dikin.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan meha Nîsanê serdanekê li Iraqê plan dike û di 6’ê Gulanê de jî xwe amade dike ku biçe DYA’yê.