2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Devrîm Demîr: Qeyûm xera kir, em ê ava bikin

Namzeta Hevşaredariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr, der barê xebatên xwe û kiryarên qeyûm de anî ziman ku ew li hemû gund û navçeyên Mêrdînê geriya û dît ku qeyûm tu tişt ava nekiriye, tenê xera kiriye.

Ji hilbijartinê re 2 roj man. Xebatên nemzatên hevşaredariyên bajar û navçeyan ên DEM Partiyê berdewam dikin. Têkildarî xebatên hilbijartinê û pratîkên qeyûman Namzeta Hevşaredariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr pirsên me persivandin. Pirs û bersîv wiha ne:

Demek dirêj e tu li Mêrdîn xebatên hilbijartinê dike. Qeyûm li bajar tahrîbatek çawa ava kiriye. Di aliyê ziman, çand, xizmeta binesazî û civakî de tabloyek çawa ava kiriye?

Di çerçoveya xebatên hilbijartinê de ez li hemû navçeyên Mêrdînê û bi sedan gundan geriyam. Li her deverê tablo heman tablo bû. Pir bi zelalî dikarim bêjim ku ev 8 sal e qeyûm tu xizmet nekiriye ji civakê re. Tenê tiştek kiriye. Ew jî xerakirin e. Ji roja ku qeyûm hatiye û heta niha pratîka wan dizî û talan e. Îro em dinêrin ku malê şaredariyê hemû wek ku xenîmet be li xwe û hevaldoşkên xwe belav kirin e. Tişta ku dizîn dizîn. A ku nikaribûn bidizin jî dewrî saziyên din yên dewletê kirin. Niha li ber çûyînê şaredarî talan kirin e. Aboriya salê qedandin e û ji niha ve bi milyonan tl deyn kirin e. Ji aliyê din ve dema tu li bajêr dinerî ji hêja çandî ve jî tu şop xwiya nakin. Ji ber ku nehiştin e. Bajarekî wek Mêrdînê ku diviya xwedî statuya bajarê çandê bûya îro tu dinerî ji çandê rijî ye. Li gel rastiya vî bajarî ya pir çandî û pir zimanî, kirasekî yek reng lê hatiye kirin û ji cewherê xwe dûr ketiye.

Di aliyê aborî de zerarek çawa daye bajar. Nêzîkatiya civakê ya li dijî qeyûm çiye? û nêzîkatiya Qeyûm a li dijî civakê çiye?

Yek ji peywîra şaredariyan ew e ku bi xebat û projeyan qadên aboriya civakê ava bike. Bi avakirina koperatîfan, bi piştgirî û  pêşxistina projeyên ku rê li ber çandiniyê û ajalvaniyê vedikin, bi vekirina kargehan û hwd dikarin qadên îstîhdamê ava bikin. Lê ji ber ku qeyûm amûra desteserkirina îradeya civakê ye hemû polîtîkayên wî û nêzîkatiya wî  jî dijcivakî ne. Xizmetnekirin li aliyekî bi awayekî aşkere dijminatiya civakê dikin.

Bêparhiştina civakê ya ji xizmetê, girtina saziyên ku xebatên çandî hunerî, zimanî û saziyên ku xebatên jina dimeşînin girtin û xebatên wan astengkirin, civak ji mafên wan yên herî rewa bêparhiştin rasterast dijminatiya civakê ye. Helbet civak jî vê yekê dibîne û li hemberî qeyûman bi bertek e. Qet jê nerazî ne û li benda 31 ê Adarê ne ku bersiva van nêzîkatiyan di sindoqê de bidin.

Piştî hûn bibin hevşaredar, karê we yê ewil wê çi be?

Ji ber texrîbatên ku  qeyûm  kirin e xwiya ye ku em ê mecbûr bimîn in pêvajoyeke înşayê bidin destpêkirin. Ji ber ku tiştek nehiştin e. Hem di hêla aborî de hem di hêla sazîbûyînênde divê pêşî em bingehekê ava bikin.

Projeyên we yên sereke çine? Ji bo jin, zarok, çand plansaziyên we çine?

Teqez pêşî em ê hemû saziyên ku ji bo çand-huner, ziman, civakbûyîn, jin û zarokan xizmet dikirin û bi destê qeyûm hatin girtin an jî bêkêrhiştin ji nû ve vekin, xwirt bikin û piştgiriyê bidin yên heyî. Em ê daîreya polîtîkayên jinan ku qeyûm serokdaîreyekî mêr avêt ser û xebatên wê bêkêr kirin ji nû ve aktîf bikin û di bin banê wê de ji xebatên li dijî tundiya li ser jinê û ewlehiyê bigirin heta xizmeta tendirûstiya jinan, avakirina qadên îstîhdamê bigirin heta avakirina hilberînên xwe gihandina bazara û hwd pêş bixin.

Em ê navendên çand û hunerê hem jin hem zarok hem ciwan bikaribin di hemû disîplînên hunerê de xwe bigihînin perwerdehiya bi zimanê dayîkê vekin. Dîsa ji bo zarokan li her taxê, navçê, gundî li gel malên hunerê malên lîstik û çîrokan vekin. Ji bo jinan û ciwanan qadên civakbûyînê, pirtûkxane û hwd. Bi kurtasî di bin banê daîreyên çandê û polîtîkayên jinan de hem ji bo xebatên çandî hunerî zimanî û hem ji bo xebatên jinan gelwk projeyên me yên ku em ê pêş bixin hene.

Dîsa ji binesaziyê heta avahîsaziyê, ji bîra civakî heta dîrok, ekolojî, tendirûstî, av, trafîk û hwd fikrên me, projeyên me hene. Lê helbet pêşî divê em rastiya şaredariyê bibînin. Yanî asta texrîbata ku hatiye kirin zêde ye. Êdî em ê li gorî rastî û pêdiviyan projeyên xwe dor bi dor têxin rêzê.

Pergala hevserokatiyê çiye? Hûn çima di vê pergalê de bi israr in? Wekî hevşaredar hûn ê vê pergalê çawa têxin meriyetê?

Modeleke ku li dijî yekalîtî, yekperestiyê hatiye avakirin e. Modeleke demokratîk ku li ser bingeha wekheviya jin û mêr hatiye avakirin e. Bingeheke ku jin û mêr xwe li ser azad dikin e. Pergaleke ku civak pê bi awayekî demokratîk tê birêvebirin e. Têkoşîna Jinên ku nîvê civakê pêk tînin, ya li ser bingeha hewcedariyê ye modela hevserokatiyê. Di hemû qadên jiyanê de israra temsîliyeta wekhev e. Pergala Hevserokatiyê di encama têkoşîneke demdirêj ku tê de gelek berdêl hatine dayîn de derketiye holê û di civakê de jî modeleke jiyanî ya ku hatiye pejirandin e. Ji ber van sedemên jor em israr dikin.

Îro, berê hemû êrîşên pergalê û hişmendiya nêr li ser vê modela hevserokatiyê ne. Pergal û hişmendiya nêr a berdewamiya pergalê ku naxwaze jin bibe kirdeya jiyanê bi her awayî êrîşî jinê, têkoşîna jinê û bidestkeftinên jinê dikin. Lê em jin jî çawa ku me ji bo avakirina vê modelê ewqas berdêl dan em ê ji bo parastin û pêşxistin û di hemû qadên jiyanê de belavkirina wê jî têbikoşin. Em ê bi tu awayî destkeftinên xwe bernedin. Çawa ku xweza ne yek alî ye jiyan jî yek alî nabe û nayê qebûlkirin. Jiyanek ji temsîliyeta jinê bêpar tê wateya kuştina jinê û jiyanek nîvcomayî. Ji ber wê jî em ê xwe, mafên xwe, jiyana xwe û bidestkeftinên xwe biparêz in, mayînde bikin û di her qadên xebat û jiyanê de esas bigirin.