3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Heyva Sor a Kurdistanê 130 avahî ji bo erdhejzedeyan ava kir

Rêvebera Heyva Sor a Kurdistanê Esmahan Îsmaîl diyar kir ku ji bo malbatên ji erdhejê zirarê dîtine projeya 130 avahiyan xistine meriyetê û got: “Em bi piştevaniya gelê Silêmaniyê avahiyan ava dikin.

Erdheja navenda wê Mereş ku di 6’ê Sibatê de li Tirkiye û Kurdistanê rûdabû. Erdhejê li bajarên Tirkiye û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bandorek mezin kiribû. Bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran jî birîndar bûn. Ji ber erdhejê li bajarên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes li kampan û gundên Şehbayê bi cih bûne. Vê rewş rê li ber qeyranê vekir, saziyên navneteweyî û mirovî heta niha berpirsyariya ku dikeve ser milên wan bi cih neanîne. Heyva Sor a Kurdistanê ya Efrîn- Şehbayê li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştevaniya malbatên ku ji erdhejê bi bandor bûne xebatan dide meşandin. Di vê çarçoveyê de bi kampanyayên ku li bajarê Silêmanî yê herêma Federal a Kurdistanê hatine destpêkirin, li cihên cuda yên Şehbayê avahî hatin çêkirin.

 ‘Malbat neçar man ji malên xwe derbikevin’

Der barê mijarê de rêvebera Heyva Sor a Kurdistanê ya Efrîn- Şehbayê Esmahan Îsmaîl agahî dan nûçegîhana NÛJINHA Rûbarîn Bekir û wiha got: “Ji erdehej ji derveyî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, gelek herêmên Sûriyeyê zirarek mezin jê dîtin. Ji ber şerê heyî, binesaziyê jixwe zirareke mezin dîtibû. Malên li kantona Şehbayê ji bo bicihbûnê ne guncaw in. Lê belê tevî vê gelê Efrînê yê ku bi zorê ji cih û warê xwe bûye, piştî erdhejê di van malan de jiyana xwe berdewam kir. Beşek ji malan hilweşiyan, beşek wan xisarê dîtin ji bo jiyanê ne guncaw in. Malbat neçar man ji malên ku nikarin di wan de bimînin derbikevin.”

‘Cara yekem projeyê li Babnîsê dest pê kir’

Esmahan Îsmîl da zanîn ku ji ber erdhejê tirsek di nava gel de çêbûye û ji ber vê berê xwe dane kampên ku koçber li wan bi cih bûne û wiha behsa hûrguliyên projeyê kir: “Li kampan hejmara malbatên ku ji gundên Şehbayê hatine zêde bûne. Ji bo van malbatan tevî ku şert û merc sînordar in, ji bo alîkariyê me projeya çêkirina avahiyan pêşkêşî wan kir. Projeya 130 avahiyan hat erêkirin. Bi hevkariya gelê Silêmanî ev proje dikeve meriyetê. Li gundê Babnîs 50 avahî, li 3 qadên Şehbayê wê 50 avahî werin avakirin. Wê li Tel Qarah û Tel Sosin 30 avahî werin çêkirin. Wê di her daîreyekê de du oda, metbex û serşoyek hebin. Destpêkê projeyê li Babnîsê dest pê kir.”

Ji bo saziyên navneteweyî bang hat kirin

Esmahan Îsmaîl destnîşan kir ku hejmara van avahiyan têra bicihbûna hemû malbatan nake û wiha got: “Li herêman rewşa dagirkeriyê heye, malbatên ku her dem rastî polîtîkayên qirkirinê tên, li herêmê di nava şert û mercên zehmet de jiyana xwe berdewam dikin. Saziyên navneteweyî yên alîkariya mirovî pêwîstiyên bingehîn ên herêmê bi cih naynin. Banga min ji bo gelê Şehbayê ew e ku heta herêma me azad bibe em li vê derê bin û ji bo piştgiriyê wê hewldanên me bidomin. Divê saziyên navneteweyî alîkariya bicihbûnê bikin û di mijara alîkariyên mirovî de hemû pêdiviyan pêk bînin.”